PENABERÎ
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 ãÇíæ 2015
Mijar: Nûçe



 [Ji çîrokên sînor -2]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)

Lewend Dalînî

Katjimêr 8ê êvarê bi dema Qamişlo, şevek ji ên Sibata 2014an…., ê rêzan kû berî zêdey sih salî û hîna di temenê xwe ê xortanî de qaçax çî bû di sînorê serxet û binxetê de, ew û xortên xwe rêzanîya derbasbûna penaberên kû sînor bi qaçaxî derbasdikin; îro bûne rêzanên wan?.

Li ser soza xwe li devê derîyê wî bi pîkaba xwe rawestîya, peyabû û çar pênc caran bi xurtî li dergeh da? Bi derketina xwedî yê malê re çavê wî li du çenteyê di dest de ket? Aciz bû û bi hişkî jêre got: Ma min negote te zêdeyî çentakî mila bi xwere raneke? Ma tê herê seyranê? De bi lez swar be lê em dereng ketin? deh pazdehên dî jî weke te hene? Û bi lez ew rakir û berê xwe dan gundekî nêzîkî sînor, ew sînûrê kû bi şev ê û li seranser ê wî, ji serê Kanî yê tanî Dêrka Hemko, bi hezara kesan di bînê, piyên wan di ser sînga wî re derbas dibin û welat ê kû jiyana xwe têde dîtin û hin jê jî têde qedandî? Û bi bê miradîya ku canê wan wê rojekê bibê mêhvanê wê xakê şah nebûn! û di wê yeka kû ka di pêşe rojê de wê li kîjan xakê mêhvanbin, têde mijûl nebûn û bi dil ne xweşî îro ew welat li pey xwe hiştin.
Di rê de û piştî kû tevan di dawîya pîkaba Keya de tavek barana Sibat ê a xurt xwarin, û tayek ziwan di can ê wan de nema, bi kotetekî rêzan ew gihandin gund û tevde derbaskirin xanîyekî axî, û li ser cilikan ew dan rûnandin. Di hundirê odê de ku penaberên wî ji hemû beşên mirovan, Kal, xort jin, qîz, zarok pêk dihatin, ê rêzan dest bi axaftinê kir û got: Niha divê hûn tevde di dawîya Keya de dîsa rûnên û ez ê çadirekê bavêjim li ser serê we tevan, divê di bin çadirê de hûn ne livin qena nobetçî bi dûrebînê nikaribê we bibînê?. Û ez çi ji were bêjim divê hûn wilo bikin, ji niha û nîv seeta dî kû xwed ê bê erê, em li ber têla sînorbin?.
Ew nîv seta wî li wan bû salek hingî di bin çadirê û di dawîya wê pîkabê de zehmetî kişandin, ji alîkî ve û ji alî yê din ve jî, û ji ber kû baranê rîya axî şil kiribû û bûbû herî, tekelan nema karîbûn xakê zembikin û weke geleka li ser ruwê deryay ê ew dibirin vî rexî û li rexû dî ew vedigerandin, û bi kotekî gihiştin cihekî? Lê dema sekinî, zanîbûn kû gihiştin sînor û bi lez yek ji xortên rêzan peyabû, derîyê kebîna dawî vekir û gote wan bi lez yeko yeko dakevin û li qelevîka rûnên û ne livin tanî ez li we vegerin?.
Baranê zad û xak şil kiribû û ewrekî reş dîmen bi tirs kiribû weke tirsa wan, û zarok ji serma dibû rike rika dranên wan û di bê hêvîyeke gran tevde bi bê dengî di pûnijîn?! Hin ji wan di ketin ramanên gran de û hin jî sawîrê pîr eboka û reşikên şevê cegerên wan di da sohtin? Her yekî rewşa xwe dianî darî çavê xwe û kesekî nikarîbû bi zanibê bê ka qederê wê jêre çi veşartibê di wê şeva bê hêvî, şeva bi tirs, kul û xem de.
Li ser denge xişte xişta lingê rêzan tevde ji ramanên xwe şiyarbûn û guh pêl kirin li alî wî dengî?! Bi lez ji wan re got xwe amadebikin û yek bi yek li ser rêzekê bidin pey min û bila pişta we tewandî bê û kes ji we şipya ne meşê bi lezînin, kes ji we li paş nemînê? Ê kû ma çû nema karê bighê me? Alîkarî yê bi xityar û zarokan re bikin, bi hev re ne axivin bera dengê pêlavê we dernekevê?? Kete newaleke bi qamir, ne gelekî kûr û teva pişt tewandî dane pey?!.
Wey liwî kû gave xwe zû bavêjê û xwe li paş nehêlê? Geh di likumîn, gek dişemitîn û geh jî di lezandin, û çenteyên xwe li pey xwe di kişandin, rêzan her bi dizî heydanî yê li wan dikê lê ew xweş di zanê bê belengaza di çi rewşeke zehmet derbas dibin, lê tu çare nîne zêdey lez û bazdan ê?!.
 Qederê çarîyek seet ê wilo berdewam kirin tanî ê rêzan ew sekinandin û gote wan di cihê xwede her yek rûnê, ne meşin eger ez nebêjim we? û bi jor ber bi sînor ve çû?!. Ji serma yekî xwe spart ê dî û wilo bi hêvîya kû bi gihandina cana hebekî têhna germ ji hev bistînin û xwîn dîsa di can ê wan de bi gerê?.
Piştî qederek ê rêzan li wa vegerîya û hêvîyên wan jî bi vê vegerê xurt bûn? Û di demeke nêzîk de wê vê qûnaxa zehmet xelaskin, û wê bi kevin pişta sinor? Lê mixabin mizgînîyek ne xêrê ji wan re anî û got: Em niha nikarin sînor derbaskin çimkî Tenzêr di gerê û şewqa xwe davêjê seranser ê sînor û bi hesanî wê me bi bînin?! Bi van gotina re di cih de tevaya moral ê wan hêrivî, tirs û serme ne bes bû vêca şîneke mezin xwe berda hundir ê cegerê wan û ketin mitale û bê hêvîyek mezin?! te di got qey bi hevre giyan ji can ê wan hate kişandin.
Nêzîkaya nîvê şevê ye û li ser dengê piste pista ê rêzan ji nîv xewek ê hilçenîyan.. û got bi lez û bi çarlepka û bi bê dengî bidin pey min dîsa, lê vê car ê ne gelek ji mere ma?. Li ser têla sînor rêzan çewalek dagirtî pûş ji wan re kire wek rêkê û yeko yeko di sere derbasbûn û qeder ê pênc deqîqeya li jor sînor meşîyan, rêzan ew tevde dîsa kom kirin û ji wan re got, ji vir û bi pêş hûnê bi tena xwe herin û ez ê vegerin bin xet ê?, çiqas ji we bê bazdin û ber bi riya IPEK YOLU (Riya mezin a kû Nisêbîn û Cizîr ê dighîn ê hev), li wir Dolmîş li benda we ye, ez ê niha telefûnî wî bikim, lê swar bin û xwed ê bi were bê? Lê emanet eger Cendirme bi kevin pey we qet hûn ne sekinin? Têlekî dîjî li jor heye, ne bilind e, haya we jê hebê hûn lê ne herbilin.
Rêzan vegerîya binya xet ê û ji nûvre teva bi çav ê tires ê, û di wê devera reş û ne nas de dest bi bez ê kirin? Û weke pez ê bê şivan ji hev belav bûn, dê li zarokên xwe nema bû xwedî? Û her yekî di xwest kû li bayê bezê xwe bighînê Dolmîş ê? Kû ji wan re şewqa çavên xwe miç û bel dikir. Di wê dema kû hineka ji wan nêzîkayî li rê kirin ji nişkave dîtin kû dinya li wan bû weke nava roj ê, û ji du alîyan ve Cendirme ji Cêmsên leşkerî xwe avêtin û ketin pey wan de, bi deng û qîreqîr ê û bi fîşekan li wan reşandin? Tirs li wan ket, hin ji qudûm ketin û hina xwe avête xak ê û li ber talda qamîş ê xwe veşartin, lê kafir ê Cendirma raserî wan hatin ji her çar alîyan ve dora wan kirin xelek, bi pihîn û şeqama û qûndaxên tifingan û bi rengekî hovane ew li hev kirin kom, tevde avêtin dawîya Cêmsên leşkerî û ber ê wan dane Qereqol ê.
Dîmahîk heye……..             1 ê Gulana, 2015 an
Lewenddalini@gmail.com            Lişbona - Portûgal






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4048