Tîror nikare vîna jiyanê biþkîne
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 ãÇíæ 2015
Mijar: Nûçe



Salar Salih/Hesekê

Bîstê avdarê, êvara cejna newrozê, þahî li taxa miftî lidarketin, kêfa zarok û dayikan, kêfa gêncan keç û lawan, bi destê tîroristan binpê bû, dîsa taxa miftî qelenê azadiyê ji xwîn û laþê zarokên xwe giranbuha da, piþtî ku cara yekem di 16 meha avdarê sala 2013 an avêjtokên hawin li ser malên sivîlan li taxa miftî ketin û di encamê de du welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û pênc birîndarbûn ku hemû ji malbatekê bûn, lê vê carê komkujî mestir bû, bi destên tîroristên rêxistina Da`iþê yên nijadperest û þovînîzim, tenê çend kêlîk bûn hiþtin ku ken û kêf û þahî bibin agir û girî û xwîn.

Beriya ku þahî dest pê bibe, Da`iþê gef li miletê kurd kiribû ku wê þahiyên newrozê bike armanc ji êrîþên xwe re, li tevî ku ev agahî li nik her kesekî hebûn , lê niþteciyên vê taxê beþdarî ahengê bûn, bi coþek mezin ber bi qada ahengê ve diçûn ji bo ku agirê newrozê geþ bikin, li dora pertewa newrozê giroverek çêkirin , sema û dîlan dikirin, ewqas ji jiyanê hezdikirin, ji newrozê hezdikirin, hemûyan silav li hev dikirin û newroz li hev pîroz dikirin bi kêf û þadî, lê mixabin newroz bê gorî di ser miletê kurd re derbas nabe, her sal divê ku qurbaniyên Newrozê hebin, destê tîrorê yê qirêj derbasî nava ahengê bû û kenên zarokan dizî, lîrlîrên dayikan temirandin, sema qîz û xortan belawela kirin, parçe kirin, xwekujekî laþê xwe yê bombekirî di nava ahengê de teqand, û xwekujekî dîtir bi turumpêlekê bombekirî derbasî nava ahengê bû, bi dehan pakrewan û birîndar, fermêskên dayikan dibariyan, li ser kezebên xwe yên þewitî li ser berxên xwe yên serjêkirî, dayikên me dikirin hewar hewar, Helebça diwem e, taxa Miftî li Hesekê bi xwîna þehîdên newrozê xemilî.
Þîniyên taxa Miftî bi merdbûna xwe hemû birîndar veguhêstin bo xistexaneyên bajêr, û bi coþek mezin hemû pêkhatiyên Hesekê çi kurd û çi ereb û çi xiristiyan, berî dan xistexaneyan daku xwînê bidin û çi pêdiviyên dîtir, jiyana gellek birîndaran bi saya serê welatiyên Hesekê hat rizgarkirin ji metirsiya mirinê, di vê rojê de hat xuyanêkirin bê çiqasî pêwendî di navbera hemû pêkhateyên Hesekê de xurte, û çiqasî þîniyên vî bajarî pabendin bi pêkvejiyanê û biratiyê li dijî tîrorê û tunûtîjiyê, li tev ku komên tîrorêst hewildidin ku vê pêkvejiyana aþtiyane têkbidin, û bajarê me yê sibehî biþewitînin, lê hîn niþteciyên bajarê Hesekê hewildidin ku bajarê xwe biparêzin ji êrîþên tîroristan, û ew pabendin bi xak û bajarê xwe ve.
Birîna me kûr e, komkujiyek bêhempa bû, Helebça diwem bû, kesên ku sax jî man û ji komkujiyê filitîn,ew jî dibêjin ku em nîv mirî ne, em bixwe nizanin çawa hîn em sax in, lê cardî xelkên vê taxê birînên xwe derman kirin û bi moralekî bilind þehîdên xwe binaxkirin, û li birîndarên xwe xwedî derketin, dîsa jî wê jiyana xwe ya rojane berdewam bikin, û ew dibêjin ku tîror û gefên rêxistina Da`iþê ya faþizim nikarin vîna jiyanê li nik me biþkînin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4047