Berê digotin me: „Teslîmiyet!“
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 ãÇíæ 2015
Mijar: Nûçe


Cankurd

Di dema geþbûn û gurrbûna PKK de, peyva „Teslîmiyet“ pir ji devê kadroyên wê derdiket. Gava em ji wan dipirsîn, gelo hûn bo çi davêjin ser KUK û DDKD, ji me re digotin: „Evana teslîmiyetcî ne!“ Heta ku derê ev rewþa ku dihat bilêvkirin rast bû, me baþ nedizanî, û wan hêjayan jî ji me re xweþik û zelal nedikanîn baþ  kat bikirana, ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkî (Kurdî) nedizanîn, û her bawer bikin, ku kesekî niha di nav wan de xudan nav e, baþ nedizanî peyva „Kurdistan“ bigota, wî „Kürdîstan“ digot, û gava min xwest ji wî re rast bikim, gote min: „Bira, min ev gotin li Almaniya bihîst, berê min tew nedizanî „Kürdîstan“ li ku ye û çî ye.“  



Teslîmiyet“ ew raman û siyaset e, ku seriyê xwe xistiye tewala dewletê, û di koka xwe de peyveke Erebî ye, ne Türkî ye û ne jî Kurdî ye, bi wateya „Xwe spartin“e û „Dest ji ber xwe berdan“ e. Ciyê xwe yê rast di Türkî û Kurdî de jî girtiye, ji ber siyaseta „Erebkirinê“ ya demdirêj di welatê me de.
Li ba Apociyan, her kesekê/keseka ne li gel wan bû neyar bû, lê gava ew kes di nêv partiyeke Kurdî ya ne li pey PKK bû, ew „Teslîmcî“ bû û partiya wî xudan siyaseteke „Teslîmiyetê“ bû. Divê her Kurdek biba Apocî, û her jineka Kurd jî biba „Heval“. Ta niha ez nizanim, bo çî Apociyan peyveke ne Kurdî li þûna „Heval“ bi kar ne anîne…  
Me ji wan dipirsî,  birano! Qey hûn kadroyên partiyên Kurdan, li bakur û rojavayê Kurdistanê dikujin? Ji me re digotin: „Evana xayînin, bê þeref û bê namûsin, ji ber ku evana li hember ramanên þoriþa me derdikevin, xwe „teslîm“ dewletê kirine û Teslîmcî ne“. Lê gava me digotê, ku vaye serokê we di hembêza Hafiz Esed de daniþtî ye. Digotin me: „Ev polîtîk e.“   
Niha ji teviya gelê Kurd re diyar bûye, ka „Teslîmiyet“ çî ye û „Teslîmcî“ kî ne, lê pirs dimîne ew: „Gelo, ma qey di nêv PKK de kesek nîne, ku dîsa dengê xwe bilin bike û li ser „Teslîmiyetê“ gotinekê bi mêranî bike?“
Bimînin di xêr û þadiyê de
Cankurd






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4045