Di 122 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Bedirxan de
Dîrok: ÇáÃÍÏ 26 ÃÈÑíá 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Miletên xelkê, xwe bi mirovên xwe yên zana, þareza û mêrxas paye û pesin didin, xwe bi wan didin naskirin, lê em gelê Kurd, ta  di vî warî de jî nezan û paþketîne.. Îro, 26ê nîsanê de, 122 sal di ser rojbûna Mîr Celadet Bedirxanderbas bûn. Ev mirovê ku zimanzan, rojnamevan, helbestvan û dîplomasîyekî Kurdî jêhatî bû.. Ev mirovê ku ji berî (83) salan ve, di roja 15 gulana 1932 an de, kovareke Kurdî bi navê HAWAR, bi elfabêyeke Kurdî xweser, bi tîpên latînî ji me re berhevkirîye, piþtî xebateke (13) salan ku pêre dûmkir û roja îro bi saya wê elfabayê gelek kovar û rojnameyên Kurdî bi tîpên latînî têne weþandin, hem jî ku bêtirî (5-6) enstîtu û navendên Kurdî li Ewrûpa hatine damezirandin û kar û xebatên xwe bi wê elfabêyê didûmînin.



Mîr Celadet Bedirxan, evê ku kûr û dûr di rewþa gelê xwe de ponijiye û di encam de weha ji gelê xwe re gotiye:
(Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi þûnde mane, reben, feqîr, nezan , belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê). Roja Nû 1/1943 Beyrût.
   Mîr Celadet Bedirxan, ev mirovê ku bi zanîn, dûrdîtin û berpirsyarî, xwe hinkûf û berberê Mistefa Kemal Paþa didît.. Ev yek di pirtûka wî (Nameyek ji Mistefa Kemal Paþa re) xweþ diyare.
  Di bawerîya min de, eger ew derfetên ku ji Mistefa Kemal Paþa re hatin, ji Mîr Celadet Bedirxan re bihatina, wê Mîr Celadet nekêmî Mistefa Kemal Paþa ji gelê xwe re çakî û rindî kiriba .. Tevî ku ez ne bi nîjadperestiya Kemal Paþa re.. Mixabin di wê hingê de tev derfet li pêþ Mîr Celadet Bedirxan girtîbûn.. Tevî rewþa xerab ku têre derbas dibû, tiþtê ku jêhat ji gelê xwe re pêþkêþ kir. Eger (Atatork) bavê Tirkên nûjen û modêrn be, bê guman Mîr Celadet Bedirxan jî (Atakurd) ê Kurdane, bavê  çand, ferheng û rojnamevanîya Kurdî ya nûjen û moredin e.
Mîr Celadet Bedirxan wek bijîjkekî pispor bû, xweþ dizanî bê nexwþîyên gelê wî di kudene û derman çiye. Wî derman ji  nexweþîyan re datanî, ew derman di rêka nivîsandina bi zimanê Kurdî de bû.. Bi wî zimanî  derman  þanî gelê xwe dida. lê mixabin gelê wî, xwe bi dûv dermanê wî de newstand û lê nedigerîya, tu giringî nedida  dermanê wî.. !! Vêca ji neçrî digot û dibiland: (Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka þexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine . ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî . bihesibîne. divêt bi kêrî wî bêt..). Hawar 40/1942  Þam

Mîr Celadet Bedirxan, li ser rêka Apê xwe Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dilivîya, hawar û gazîya wî, ji ya mamê wî bû. Ew Mamê ku di 22 ê nîsana 1898 an de, yekemîn rojname bi navê (Kurdistan) li Qahîre weþandîye û di nav rûpelên wê de gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano ! Kurmancno ! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paþ niho zaroyên xwe bie`limînin ilm û merîfeta, hûn bi xulaqetê xwe þûca` û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin).
 Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, Kurdistan, hejmar 4/1898 Qahîre
   Mane gereke ku navendên Kurdî yên çandî, kovar û rojnameyên Kurdî, li dor weha  roj (26 ê nîsana/2015), rawstin, ku ( 122 ) sal di ser ji rojbûna Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, jînenîgarîya wî û rojnamevaniya wî bidin naskirin, da ku ji nêzîk ve miletê wî, wî nasbike û serwextî xebatên wî bibe. Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Celadet Bedirxan hene ku me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek: Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 _ 1946 an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî berpirsyarê Kovara (Jîn _1918) li Stambolê, Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî _ 1909) li Stambolê, ev mirov di sala 1930 î de li Helebê çûye ber dilovanîya xwedê û îro kesek gora wî nasnake. Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908 an de li Stambolê û di sala 1917 li Qahîre rojnameya (Kurdistan) weþandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Ebdirezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Qedrî Beg Cemîl Paþa, Ekrem Beg Cemîl Paþa, Qedrîcan. Û weha bi dehan ji welatparêz û rewþenbîrên gelê Kurd, ku tev jiyana xwe di ber gel Kurd û Kurdistanê de xerckirine. Ji mafê waye jî, ku em wan li bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
   Sed rehmet li canê Mîr Celadet Bedirxan bin, sed rehmet li canê tev neferên ku xwe di ber welat û milet de westandine.

Qamiþlo 26/04/2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4037