Di 117 Saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de, Mir Miqdat Medhat Bedirxan Û Rojnameya Kurdistan 1898
Dîrok: ÇáÓÈÊ 18 ÃÈÑíá 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

(Gelî Mîr, Axa û Paþano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe yava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)
Mir Miqdat Medhat Bedirxan, Rojnameya Kurdistan/1898, hejmar (2), rûpel (1), Qahîre.

Di dawiya sala 1897an de Mir Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweþiyê çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêþketina Kurdan weþandiye,  hejmara (1)ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawî (31), di 14ê nîsana 1902an de.

Bi tenê wî her (5) hejarên pêþîn derxistine, û naveroka her 5 hejmaran bi nivîsên wî dihatine xemilandin, di peyre birayê wî mîr Abdurehman Berdirxan weþana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne (31). Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weþandina wê ji hejmara (1-5)an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji (6-31)ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weþandina wan ji (6-19)an li Cinêvê çap bûne; ji (23-20)an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara (24)an li Londonê çap bûye; hejmarên (29-25), li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bil hejmara (19)an, hêj ev hejmar nebedî ye.
Li dor rewþ û hatina xwe a Misrê wiha gotiye:
(Berî þeþ heywa ez nesax bîm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir biye bajarek hewqas mezin û xweþ, heta mirov nebîne mirov nikare bo wesfa wê bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nîv Misriya de, elimîm hal û sine`etên wan kesib û karan..)
(Gelî alema û mîr û axayên Kurda! Hûn hemi esil û nesilê min dizanin, eþîra me Botan in, þihreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebitim, min ev cerîde çêkir, divê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikþînim, meqseda min qenciya Kurda ye..)
Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmar (1), rûpel (3), Qahîre.
Konê Reþ, Qamiþlo, 18.04.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4030