Avdarê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 15 ÃÈÑíá 2015
Mijar: Nûçe



 
Mihemedê Seyid Husên

Avdarê: min digot qey..! oxira te hilatiye, min bawer nedikir ku tê wilo bizûtî ji rêwingiya xatirxweztinê vegerî, min digot qey..! roj, meh û demsal di helkefta newrozê de bêyî te naçin serî, Qamiþlo bûka þaran cîwarê xoþewîst, bi þênewarên xwe yên resen ve, di zengelorka wê de asê maye xweziya girî.



*  *  *
    Avdarê: min digot qey ..! dê ji nav hemerengiya gulzarên te, Kawayê serdemê hevmil bi ronakbîrên kêþenas, dûrbîn û pêþzan re, yekrêziya kurdî ji nav pencên dirindeyên xure rizgar bikî, dê kîna birakujî û perçebûnê, bi hêrsa kurdewariyê þermezar bikî, û dê nifþên nûhatî mêweyên buhara azadiyê, li gelê kurd yê aþtîxwaz biparvekî.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu þasiwarê peymanê ye, evîndareke peyrew û yekpare ye, tucar civanê xwe naguherî, min digot qey..! ezê di pêvajoya xwe ya bê gav de, di niþtewariya xwe ya bê nav de, di pêþwaziya te de xûz bikim serî.
*  *  *
     Avdarê: min digot qey..! mîna baroveya mangirtî, te jî zimanê dayikê armanc kiriye, ne mîna bageroka hêç nasnameya xwe tewþ li ser kaxezeke þîlove nîvisandi ye, li ser baskê seravê xewnên xwe li ber paleya têkçûnê kom kiriye.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey...! razên te di dilekî bergorkirî de nependîne, di soz û peymanên peligdar de zexeliyê tucar naguhêz zeviyên hemrahên xwe, tew xwe nakî tovê tometê, lêbelê tê lezgîntir bireve ji tan û niçên nefretê.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! gernejîna te dê bihêle ku helbestê ji tîpên zêrîn kêþesaztir bimeþiqînim, ji porê te yê mîna pêlên ceqceq, di nav ramusanên herikînê de, di helkefta cejna jinê û avê de hevdû gerden bikin.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu ne þerxwazî, lê hema arezûyên te pir çepla û tundrewîne, yaxud nexurdî ku pêþewatiya xwazgîniyên azadiyê bikî, hay bûme ku hewl didî arîþe û kemendan biþikînî, min digot qey..! tê ji bo min li ber dadgeha gunehkaran bergiriya parêzeran bikî.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu xweþ zanî ku çolax û çeteyên rêbirr, dê xwîna nemirên te dêriz bikin, nema weke berê li keysebaziya korfersendeyan ewle dibî, nemaze ku hebxwe navê te di salê de gurrî dikin, min digot qey..! ajan û sîxur nema dikarin bidizî pilanan bigerînin, ku xaweriya navê te yê berz û bala erzan bifiroþin, wisa jî bêyî metehekî lêhêja te ji dîrokê bikirin.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu heyva berya nîsanê, navê te pir evraye xanê, lehenga nêv azarên meha þahî û daxanê, çêja nasnameyê pir þêrîne canê, li þûna sura ba, av û nanê, diruþma han û halanê, mizgîniya baran û gulvedanê, cejna dayikê û komara Mehabadê, mujdeya rojbûyîn û koça Berzaniyê zindarê, cenosayda Helebçeyê, rivîna newrozê û qîrdana raperanê, herweku demdar navnîþana pêþesazî, tekoþîn û serhildanê.
*  *  *
…..komara Çîk…8-4-2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4027