Lerzandinek Havînî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 07 ÃÈÑíá 2015
Mijar: Nûçe



Reþad Þeref

Wê þeva havînê dema ezmûnên giþtî yên dibistanê bû, ba ne dilivî, bajar tev kerbû. Ez ji derveyî malê bûm, li rexê din yê kolanê li bin darekî têlê rûniþtî bûm. Pirtûkek di destê minde bû, min xwe amadedikir ji bo mijara dawî ya ezmûne yê. Libên pêþiyan xwe diavêtin li ser deverên tazî ji laþê min, carna aletirîk divemirî û vêdiket moralê min þêlo dikir, bi taybetî roja çûyî min di ezmûnê de xoleyên xirab bi dest xistibû. Ji kêmbûna xewê ez li ser masê diponijîm. Zêrevan pirê caran ez agahdar dikirim û digot: Ma qey te berxik birîne þevînê tu wusa xeware yî!

Cîranê me yê rexê çepê tolek hebû bi navê Toto, wextê min dixwend, ew çend gavekî ji min dûrdiket û mexel dihat. Dema min mijarek ji pirtûka xwe ezber dikir, min jêre digot. Ewê nûz..nûzek nerm dikir, heçko mirov bêje: Ez li ber ketim.
Lê wê þeva dawiyê ji ezmûnê, Toto dereng mabû. Xîz..xîzek ji deriyê cîranê me dihat min dizanî xermûþkên wêne. Terqînî bi derî ket, ew derket kolanê, çavê wê bi lakînê ket. Hinek av jê vexwar , zimanê xwe li dora devê xwe alist, paþê xwe veweþand.

 Pirça wê diçilvilî te digot qey ji germavê derketî ye!
Min banglêkir, qet guh neda min. Bîst gavekî xwe ji min dûrkir, geh mexel dihat, geh radibû û li ser xwere li ezmên dinerî. Min ji xwere texmîn kir: Yan cara pêþî ye stêrkên li ezmana dibûne, yan saloxên baranek havînî di sîngê ezmênde dixwîne, yan nexwe ji min silbû ye!
Ez ji cihê xwe ne livîm. Bêhnek çû, min dît ko tolek biyan bi lez ji dûrve tê, car..caran li þûnxweve dinêre, gehiþt dama darê têlê li sîka xwe nerî, xwe veweþand. Toto jê agahdarbû bi lez çû pêþwaziya wî, devê xwe xist guhê wêde tiþtek jêre got, min deng nekir. Paþê min guhê xwe vekir ev guftugo dinavbera wande çêbû:
- Þev baþ Toto!
- Þev baþ Þoþo..bi xêr hatî!
- Taxa we pir dûre, bêhna min çikiya, lê nexeme min bêriya te kirye. Qey salê carekî ez dikarim werim mêvandariya te.
- Bi xêr hatî, ez hezdikim heroj te bibûnim
- Bi zorê, min xwe li ser dîwêr re çekkir. Vê gavê xudanê min zanibe ez hatîme vê derê, wê sê rojan min bê av û bê xwarin bihêle.
Toto pozê xwe hildabû jor guhdarî dikir. Þoþo nemerdî nekir gut: Mirç û maçek li devê wêda. Wekî tu guldanek ji gulavê bi serde berde, çeng û perên wê sistbûn. Devê xwe avête bineguha wê û bêyî ko fersenda revê bidyê..xwe çkkire ser piþta wê.
Toto bû piçek û dilerizî!
- Tu çima dilerizî, Þoþo got?
- Ez ditirsim. Bi vê mêvandariya te çend piçûk wê bên kuþtin û ezê werim darvekirin.
- Mane, em heywanin divê tovê me jibo dadweriya jiyanê li dinê bimîne.
- Xudanê te filehe û yê min musilmane.
- Toto mala te ne ava, tu çi dibêjî?
- Ma tu nizanî her heywanek li ser xudanê xwe tê pîvan!
Tolê biyan riya xwe girt û tûj di tariya þevê de wendabû.
Min çîroka wan nivîsî û vegeriyam mal.
 
Reþad Þeref
 
Sewêdî





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4018