Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 27.. Rewþenbîrê Kurd û ramana me ya netewî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 29 ãÇÑÓ 2015
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ramana me ya netewî, ji bo tevayê pirojeya me ya rizgarî, bingeha giyanî ye, her ku ev ramana me durist û hêzdar be, rêveçûna me ya rizgarî jî dê rast û hêzdar û berhemdar be. Lê eger en rola rewþenbîrê Kurd nepelînin, gotûbêja me li ser ramana netewî dê kêm be. Ev yeka dike, ku em ji pêþî de bipirsin: Gelo çand çî ye? Û rewþenbîr kî ye?

and çî ye?: Heye ku kevintirîn danasîna çandê ew be, ya ku entirpologê înglîz Edward Tylor (1832-1917) diyar kiriye. Ewî wusa gotibû: „and ew tiþtê tevayî hevedudan e, ku gelek tiþtan di xwe de dicivîne, wek zanînê, baweriyan, huner, sincan, zagonan û rêz û bawikan û her karînên, ku mirov, wek ku endamê civakê ye, bi dest xwe dixîne“(1).
Wêjevanê elmanî Thomas Mann (1875-1955) têkiliya navbera çandê û þaristaniyê rava kir û got: „and li gel warên giyanî û nirxên ciwanî û huneran hevbest e, û þaristanî li gel nimûneyên jiyana keresteyî (bûjenî / maddî) girêdayî ye, wek cilan (kincan) û xwarin û vexwarin û alavên çûn û hatinê (hevgirêdanê), û li gel nimûneyên zanistî, ango yên  zanistan, girêdayî ye“(2).
Bi ser de jî em bawer in, ku çand bidestxistina zanyarîyan û veqetandinê ye, û hevgirêdan û hevber e, û helhênan (jêderxistin, îstînbat) û ser-rastkirin e, û pêjnkirin û hiladan tekekes û civakê ber pêþ de ye. Em dikarin bi çandê li hember lawaziyê û paþvemayînê bi ser kefin, dikarin hêzdartir û þaristanîtir û mirovanîtir bibin, bi riya çandê em dikarin xelk û gelên din bêtir nas bikin û têbigihênin, û dikarin dilên xwe ji hêviyan û paqijbûnê dagirin (tije bikin), û ramanên xwe jî paqijtir û nirxbilindtir bikin, û wêrektir bibin, bêtir karibin bibin bervedêrên  hebûna xwe li dij dagîrkirinan.
 Rewþenbîr kî ye?: Rewþenbîr ew kesa ye, ku pisporê warekî an jî pir warên çandê ye, xwedî pirojeyeke zanistî ye, þeydayê xwendinê ye, xemkêþê xwenaskirin û xelknaskirin û hevgirtina li gel alemê ye.
Pileyên rewþnebîran he ne; yê herî payebilind ew e, ku matiyên di libek qûmê de he ne, bi qasî yên di stêrkan de he ne dibîne, bi dîroka mûriyekê (gêreyekê), bi qasî ya împeretoretorekî mujûl e, ciwaniyê di tistê, ku heye qerêj were jimartin, de kifþ dike, bi pirsa (Ev çî ye?) nake, bi dilsozî ber bi zanîn û naskirina (ima û çawa wusa bûbû) de dihere.
Ev rewþenbîrê payebilind sînoran naxîne navbera tiþtê pê zane û yê dike, her bi çi bawer e, wî jî dike, bi nerîna wî her ramaneke nû asoyekî nû ye, û her nazîneke nû karkirineke baþtir e, sincekî mirovbendîtir e, tevdîreke payebilindtir e, armancên bilind in, û destkeftiyên, ku  ji bo wî  û ji bo miletê wî û ji bo mirovaniyê,sûdetir in. Û bi qasî ku mirov pirçand be, euqas jî aso û nerînfireh dibe, paqijmirovî dibe, tevdîrbaþtir dibe, hiþmend û kûranalîz û pendiyar dibe.
Veqetandina rewþenbîr ji warê kurdewariyê de: Di lêkolîneke berê de, me heft cûreyên Kurd ji hev veqetandibûn (Kurd ê mirovbend, yê serserî, yê xulmaþ, yê nezan, yê sernizm, yê keysebaz û yê mirî). Ev veqetandina ji bo rewþenbîr jî tê xebitandin. Va ye li jêr kurtenerîna me di tenga rewþenbîrên gorepana me ya çandeyî re:
Rewþenbîrê mirovbend: Ew kesa ye, yê ku ji hêla hiþyarî û nerîn û nirxan û hestan û kar  de reseniya kurdistanî berz dike, û  li gel çarenûsa miletê xwe hevbest e, karînên xwe yên çandeyî ji bo miletê xwe dixebitîne, ji hêla çandeyî de bêtir fedakar e, û ji hêla navdengiyê û destkeftiyên bûjenî (keresteyî, maddî) de kêmtir xemxwar e.
Rewþenbîrê serserî: Ew kesê coþdar û sergerm e, dîlê berjewendiyên kesayetî ye, nerîna wî teng e, pê re jî, bê ku bizanibe, dagîrker wî ji xwe re dixebitînin, bi gotin û nivîsîn û tevdîrên xwe yên bê pilan ziyanên giran tîne ser miletê xwe.
Rewþenbîrê xulmaþ: Ew kesa ye, yê ku aloziyan tenik û siwe analîze dike, giringiyan bi çewtî rêz dike, bi þaxan, ne bi rehan, mijûl dibe, bi ber dava dagîrkeran dikeve, bi gotin û nivîsên xwe,bê ku bizanibe, dibe alav di destên dagîrkeran de.
Rewþenbîrê piþaftî: Ew kesa ye, yê ku çanda dagîrkeran ew ji zanîna nasname û dîrok û kelepûr û þoreþ û qurbaniyên milet qut kiriye, dûrî mêldariya kurdistanî dijî, û ev pergala piþaftinê nahêle, ku çanda xwe ji bo bervedêriya nasnameya xwe û gele û welatê xwe bixebitîne.
Rewþenbîrê xemnexwar: Ew kesa ye, yê ku bigehîn doza gelê xwe (welatê dagîrkirî û gelê kolonî) bi paþ piþta xwe de hêþtî ye, û ji bo miletê xwe naxebite, bi berjewendiyên kesayetî an jî yên êlîtî mijûl dibe, û bi nerîna wî mêldariya kurdistanî bê nirx e.
Rewþenbîrê keysebaz: Ew kesa ye, yê erzan û xwefiroþ e, li gor berjewndiyên xwe dilebite, xwe welatperwerî dide xuyakirin, da bi azarên gelê xwe, û bi perçeyên welatê xwe, navdengiyê û pereyan bidest xîne, ne xemxwerê azariya, ku miletê wî ji dest dagîker û kolonyalîstan dibîne ye.
Rewþenbîrê mirî: Ew kesa ye, yê ku yekcar hatiye piþaftin, heye cîgeh û ziman û nav kurdî be, lê ji ber sedemên xweyîtî û civakî û polîtîkî û ayînî û aborî ve bi temamî hatiye piþaftin, û ji hemî warên hizrî û nerîn û nirx û hest û pirojeya çandî ve ji kurdistaniyê hatiye qutkirin.
Hinek ji van rewþenbîran çûn, û hinek jî hîna di nav me de dijîn. Xweristî ew e, ku ev cûreyên rewþenbîran ne tenê di nav miletê me de he ne, belê di nav her miletekî de he ne, lê nîrên dagîrkirina 25 sedsalan, û þêweyên dagîrkeran yên du rû û dirinde ji hêla zordestiyê û piþaftinê û kavilkirina çand û nirxên me yên netewî resen, û birînkirina kesayetiya me ya netewî, rewþenbîrên me yên resen û mirovbend kêmtir, û yên cûreyên di jî pirtir kirin.
Rastiya tehl: Rastî ew e, ku di rêveçûna me ya çandî de tevlihevî he ye, û kêmasiyên hin rewþenbîrên me ji bo damezirandina ramana me ya netewî, ne tenê encama polîtîkayên dagîrkera ye, belê encama xemsariya partiyên me li hember gelek rewþenbîra ye jî. Divê bû, ku partiyên me xebata çandî bidana pêþ ya polîtîkî û leþkerî, an jî hema bi kêmanî ev her sê cûreyên xebatê di astekê de bana, lê mixabin ev semt nehat û hîna jî nayête xebitandin.
Rêveçûna me ya rizgarî divê didît, ku partiyên me li gel rewþenbîrên me têkildar bana, yên kêmasî dikirin hiþyar bikirana, û yên çalak jî perû bikirana, jêder ji wan re peyda bikirana, berhemên wan yên sûdar çap û belav bikirana, û pilanên rewþenkirina cemawer ji wan bixwastana, û ji wan bixwastana, ku babetên durist û cûrbecûr, her yek li gor pisporî û mêldariya xwe binivisîne. Her weha divê bû, ku hinek alîkariya diravî biçûk bidana ewên hewcedar, ji ber ku ne tenê leþker, wek ku Napoleon Bonaparte gotiye, li ser zikên xwe dixweþin, belê rewþenbîr jî wusa ne, rewþenbîrê, ku nikare malbata xwe têr xwarin û bi cil bike, û nîrên jiyana wî yên dijwar wî dorpêç dikin, dê çawa bafirîne?
Belê, ev yeka ji partiyên me dihate çavdêrkirin, lê realîte tehl bû, û her tiþt bi semteke din de çû, û pirê caran rewþenbîrê partîzan, an jî yê guropiyane xwefiroþ û pesindarê partiyê hate xwastin û pejirandin, û yên ne partîzan, ne guropiyane, ne pesindar hatin paþguhkirin. Bala xwe bidin televzion û kovarên partiyên me, çi biçûk û mezin, rêjeya babetên çandeyî durist tê de çiqas e? Rêjeya hevtêkiliya li gel rewþenbîrên durist çiqas e? Rêjeya giringiya ku didin ramana welatperwerî netewî resen çiqas e?.
                                  Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
Jêder û çavkanî:
(1)   Kemîl El-Haj: El-Mewsoe El-Muyessere fî El-Fîkr El-Felsefî we El-Îctîmaî, rû 168.
(2)   Nuxbe mîn El-Esatîze: El-Ulom El-Îctîmaîyye, rû 200.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4012