Bihara Û Newroza Hesekê!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 24 ãÇÑÓ 2015
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ
   
  
 Dengê Hesekê ji bihara wê a rengîn bilindtir dibe..
   Sibehên wê bi tîrêjên rokeke fedyok, 
   di nav reþewaran de, xwe vediþêre..
   Baran, wek xwîna þehîdên wê, 
   Bi ser welatiyan ve dibare..
   Kulîlkên sîn, spî, zer, þîrkî û pemba, sorreng dike..



Þebnem û xunava vê adara vê Biharê,
Bi dilopên xwînê, mêrg û çîmenan, þil dike..
Û dengê Hesekê, lihev vedigere...
Ji þermiya ne lihevkirina rexistinên siyasî,
Veþartina þehîdên Hesekê, dengê xwe nizim dike û
Di nav pêlên diyaloga xemsar de, 
Mîna tabloyeke dîn (Þêt), bêhna mirov diçikîne..
Welatiyan gêjomêjo dike.. 
Yê ne xakhez be, qet bawer nake ku 
bihar hatiye Hesekê.. 
yê ne welatperwer be, qet bawer nake
 ku Newroz hebû û di Hesekê re derbas bûye..
Û sed mixabin ku þehîdên Kurdistaniyê li Hesekê,
Bi Ala Kurdistanê nehatin veþartin..

Qamiþlo, 24.03.2015







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4009