Ey Xwedan! Eve Qenciya ku me bi misilmantiyê re kiriye?! Çima Þahî bi Þîniyê hat guhertin?!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 21 ãÇÑÓ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Ey Xwedan! Eger ola Hz. Muhemed rastirîn û dawîtirîn ol be,
Em gelê Kurd netenê ji vê olê ne, lê belê, 
me gelek xebat û bizav jêre pêþkêþkirîiye..
Di duyemîn qûnax de Selahedîn Eyûbî 
ev ol ji talanên Xaçparêzan parastîye,
Mala pîroz li Qudsê ji destê Firenceyan rizgarkiriye.. 
û Kurd bûn yên ku; rêçekên misilmantîya 
Qadirî û Neqiþbendî di rojhilata navîn de belavkirine…


Ey xwedan! em jî misilman in,
neyarên me jî misilman in..
kî dikare, mirîd, sofî, feqî û melayan
ji yên Kurdan bêtir bibînî..
kî dikare, keskên li ber serê gorê mirîyan,
 ji yên goristanên Kurdistanê bêtir bibînî..
kî dikare þêx, beg û mîrekên ku binijadî
xwe dighîn in Haþim û Qureyþîyan,
ji yên Kurdan bêtir bibînî!
û kî dikare, seyidan ji seyîdên çiyayên
Kurdistanê bêtir bibînî..
Çima Ey Xwedan! Di cejnek pîroz de,
kevok bi destê misilmanên te bêne perpitandin..?!
Þaxzeytûn, bêne þewitandin..?!
Eve Qenciya ku me bi misilmantiyê re kiriye?!
Þahî bi þîniyê bê guhertin?!

Konê Reþ
Qamiþlo, Newroz, 21ê adara 2015
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4006