HELEPÇEYA BIRÎNDAR
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 20 ãÇÑÓ 2015
Mijar: Nûçe




Xizan Þîlan

bombe û napalm barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laþên kurdan
jehra maran

ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agir pêxistin li gund û bajaran
þehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qêrîn û hawar û girîna bav û kalan
yeko yek can dikiþîn
li ber dîwar û kolanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
mirovên mezlûm
bi destê zalimanhatin kuþtin
giyana wan yên bêguneh
di kendalan de hîþtin
tevî ala kesk û sor û zer
bi xwîna diherikîhatin þuþtin
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
Xizan Þîlan
   1988
Stockholm






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4004