Feqî yê Tîran.. jiyan û helbest û helbestvanî.. Xelek 12 .. Mirin 1/2
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 ãÇÑÓ 2015
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Mirin yekek ji mezitirîn diyareyên, ku ramana mirovane li her dem û waran pê  mijûl bûye ye, evê diyardeyê hem mirovê pêþî hem jî tevayê mirovatiyê heya îro jî bê tebat kiriye.  Her weha hemî olên kevin û yên yekaniyê û felsefeyê jî ji destpêka, ku  li koloniyên Yonanê li Asiyaya biûk derdora sala (600 b.z), bi dirêjahî û hûrbînî li ba diyardeya mirinê rawestiyan , û nerîn û boûnên xwe diyar kirin[1]. Eger em jî bibêjin; ku hemiyan, tevî ku boûnên wan di tenga pey mirinê re ji hev cuda ne jî, lê bi yek boûnê li hev kirin, ku mirin kirek bivê nevê ye, û tiþtek jî nikarê li hemberê pêdar be.


Mirin kirike di ser hemî kiran re ye, dawiya jiyanê ye, bidawîkirina hemî karînên ku gîhane tepela kemalê ye, an jî rawestina karînan li ba sînorekî ye, bê ku gelekên wan karînan gîhabin kemalê.
Dêmek mirin arenûsa her mirovekî ye, lê arenûseke nepenî ye. Ev jî dide xuyakirin, mirin gelek hevdijberan (tenaqud) di xwe de dicivîne. Ji hêlekê de tevayiyeke bê ser û bin e, ji ber ku hemî mirovê dê bimirin, û ji hêla din de jî xweristiya kesayetî jî tê de he ye, ji ber ku mirin tekekesî û taybet e. Hemî kes dê bimirin, lê yekek nikare ji dêvla kesekî din bimire.
Her weha pêzanîn û pênezanîn jî di heman demê de di mirinê de li kêlek hev in, ji ber ku mirovek nîne, ku nizane wê bimire, ango mirin kirike avlê ye, bivê nevê wê rojeke bibe; ev yeka jî bi carekê bê guman e. Lê mirov nizane wê kînga û li kuderê bimire, ango dem û warê mirinê nepenî ne.
anda îslamê vê pêzanînê û pênezanînê di pirtûka Qur-anê de diderbirîn „Kulo nesên zaîqtulmewt /" [2], her weha di cihekî din de jî dibêje“We ma tedrî nefsun bî Eyyî Erdên temot / [3]. Fîlozofê feransî  Paskal (1623-1662) jî bi heman wateyê dibêj: „Her tiþtê ez dizanim tenê ew e, ku rojekê ezê bimirin, lê ez qet vê mirinê nizanim, vê mirina ku nikanim xwe jê bidin alîkî[4].
Evê xweristiya mirinê ya, ku ji helekê de tevayî ye, û ji hêla din de jî tekekesî ye, mirin hem ji hêla heyînî de, û hem jî ji hêla zanînê de kiriye aloziyeke, ku mirov ji destpêka hiþyariya mirovatiyê de pê re mijûl bû ye. Evê mijûliyê hem di ol û felsefeyên gelan de û hem jî di aferîn û berhemê wan ên hunerî û wêjeyî de deng veda ye.
 Wek ku em di kelepûra hemî gelan de nerîn û boûnên wan di tenga mirinê û bivênevêya wê re, û bêariya mirov li hember guhertina vê xweristiyê, dibînin, wusa jî kelepûra kurdî, nemaze jî aferîna gel; ango destan û kulam û pend û metelok, jî ji vê babetê ne bê par e. Mirin, di destana Xecê û Siyamend[5] de bivênevêyeke bavê Siyamend birî, û ew sêwî hêþtî, vê lomê Siyamed li pey wê digere û dipelîne, da tola bavê xwe hilde, her weha ev xweristiya mirinê ya tevayî, bê ku biûk û mezinan ji hev du veqetîne, û bêarebûna mirov li hember wê, bi awayê numa û aþkere di metelok û pendên kurdî deng vedide. Pendeke kurdî bi awayê Aþkere bivênevêya mirin nîþan dike: „Dunya bê mirin na be“6[6], û pendeke din jî vê yekê teqez dike, û dibêje: „ Mirin cileke bivê nevê her kesek dê li xwe ke[7], pendeke din jî weha die, ku mirin biûkan û mezinan ji hev de venaqetîne: „gava mirin hat, napirse ka mirov biûk e, yan mezin e[8], û yeke din jî bêarebûna mirov li hember mirinê diderbirîne: „Eger mirin hat, rev namîne[9].
Dêmek nerîn û boûna kelepûra kurdî, di tenga mirinê re, ji yên kelpûrên gel û miletên din ne cuda ne, mirin li ba mirivê Kurd jî aloziya hebûnê û zanînê ye, ku ev mirov pê mijûl bû ye. Ev yeka jî, bi baweriya me, berhema bihevgurtina and û þaristaniya mileta ye.
Bi vî awayî, me rê li pêþ derbasbûna hundir ramana Feqî yê Tîran di tenga mirinê re durist kir. Di xeleka, ku wê bê de, emê bibînin bê ka awa ew li gel vê aloziya hebûnê têkildar bû ye.

[1] Biner: Husên El-Odat: El-Mewt fî El-Diyanat El-Þerqiyye, apa duwem, dar El-Ehalî, Dîmeþq 1992, û Jak Þoron: El-Mewt fI El-Fîkr El-Xerbî, wergera erebî: Kamêl Husên Yûsif, silsîlet Alem El-Merîfe, El-Kuwêt 1985.
[2] Sûreyî Enbiya, ayet 35. Sûreyî Enkebût, ayet 57.
[3] Sûreyî Luqman, ayet 34.
[4] Husên El-Odat: El-Mewt fî El-Diyanat El-Þerqiyye, rû 16.
[5] Destana Xecê û Siyamend, Ebdellah Ebû Viyan daye ser hev, Tebrîz 1957.
[6] Hacî Cindî: Pend û metelokên Kurda, Yêrîvan 1985, rû 394.
[7] Jêdera navborî, rû 395. Ordîxan Celîl û Celîlê Celîl: Pend û metelokên Kurda, Mosko 1972, rû 220.
[8] Hacî Cindî: Jêdera navborî, rû 395.
[9] Heman jêder û heman rûpel.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3990