Rûpelekî windayî; Hecî Îbrahîmê Qaso serokê eþîra Bûbilana û beþdariya wî di biryara Komeleya Xoybûnê de
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 06 ÝÈÑÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Vê paþiyê ji encamên pirsyan û xepartina min li dor êl, eþîr û malbatên kurdî, ez rastî vê xeleka windayî a beþdarbûna eþîra Bûbilana di alîkariya þoreþa Agirî de hatim.
Wek ku diyare di sala 1930î de, piþtî ku êrîþên tirkan bi girsbûn û hovane dora çiyayê Agirî girtin û zor li þervanên azadiya kurdan bi serokatiya ceneral Ihsan Nûrî Paþa û hevalên wî hat kirin, hingî serokatiya komeleya Xoybûnê ji kurdên baþûrî Kurdistana bakur û Binxetê xwest ku, her eþîrek ji rex xwe ve, eniyek þer dijî artêþa tirkan vekin û her yek ji hindama xwe ve êrîþî tirkan bikin. Hem ku xaka xwe rizgar bikin û hem da ku akam û bandora artêþa tirkan ji ser þervanên Agirî sivik bibe..

Wiha çend eniyên þer ji rex kurdan ve, li seranserî sînorê sûriyê û tirkiyê hatin pêk anîn; yek ji wan eniyan, li herêma navberî Amûdê û Qamiþlo bû, bi serokatiya axayê eþîra Bûbilana Hecî Îbrahîmê Qaso (1886-1976), û alîkariya axayê Darê Eliyê Ehmedê Çelebî û axayê Ewêna Hecî Ehmed axayê Ewênî bû.
Þerê eþîra Bûbilana bi tirkan re, çend rojan dirêj kir. di wan çend rojan de, çar-pênc neferên tirkan kuþtin, çendek hatin dîl kirin û qereqola gundê Serçixanê bindestê xwe kirin û di encam de tev herêma navbera Mêrdîn û Nisêbînê kirin bin destê xwe de û di nav xelkê de belav bû û hat gotin: Dinya bûye Kurmancî.. Ta niha jî dema ku behsa wî heyamî dibe kalemêrên me dibêjin (Sala Kurmancî).
Lê xuya ye piþtî ku ew çend eniyên din zû bi paþ de zîvirine; wek a Tirbespiyê ku bi serokatiya Haco bû, a Derbasiyê ku bi serokatiya Qerdî Beg û Ekrem Begê Cemîl paþa bû, a Serê Kaniyê ku bi serokatiya zarokên Îbrahîm Paþayê Millî bû, a Kobanî ku bi serokatiya Mustafa Þahîn, Bozan Þahîn û Osmn Sebrî bû..
Di beravêtîkirina van eniyan de û bidûrxistina serokên wan ji bo rûniþtna bi zorê li Þamê, ji rex hikumeta Fransî ve ya ku wê hingê di sûriyê de desthilat bû, fermana Hecî Îbrahîmê Qaso axayê eþîra Bûbilana ji rex dewleta Kemalî ve derket û artêþa Kemalî bi girsbûn lê geriyan.. Veca ji neçarî, jinên xwe þandin gundê Sîha bal malbata Ehmedê Ûsiv, axayên eþîra Kasika û ew, tevî gelek ji zilamên xwe daketin binya xeta fransawî, li gundê Doda û Bilêqiyê bi cî û war bûn.
Dibêjin, vê paþiyê Hecî Îbrahîmê Qaso hawara xwe gîhandiye Seîd Axayê Deqorî, wî jî, ji Qudûr Beg yê ku wê hingê Qayimqamê Nisêbînê bû, hêvî kiriye ku efûya Îbrahîmê Qaso Axayê Bûbilana ji bistîne.. Di encam de efûya wî ji Diyarbekirê hatiye standin û careke din zîviriye gundê xwe Zorava, jinên wan jî digel þarên bi qeseb, wek xelat, Kasika bi wan vekiribûn, vegeriyan gundên xwe Zorava..

Konê Reþ, Qamiþlo, 05.02.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3964