Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî.. Beþê duwem.. Xelek 10.. 1/2
Dîrok: ÇáÃËäíä 26 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Evîn

Evîn hestekî mirovanî ye, û helbest an jî nivîsîna, ku evîn babeta wê ye, derbirîna wî hestî ye. Bi vî awayî evîn di pêþ derbirîna nivîsî de ye, ango berî helbesta, ku bi navê xezel hatiye naskirin e. Da ku mirov, rexnegir vî hestî û diyardeyên wî binase, ji neçare divê berê xwe ber bi wê helbestê de bide, û wê vekole. 

Eger em li ba evîna Feqî yê Tîran rawestin, emê bibînin, ku ew vî hestê, ku di derûn û dilê wî de kon vedaye, bi vê gotina gelek sade, lê watedar e jî, deriyê dilê xwe ji xwendevanên xwe vedike:


Dil kovan e, dilî jan.
Viqas hekîma bînin.
Viqas dermana bînin.
Ew dila nakin derman.
Derman ew e, destê dîlberê.
Deste xwe bide ser birînê.
Wefat bim herim vê dinê(1).
Ev derbirîn, tevî ku sade û jixweberê ye jî, ji hêlekê de giranî û kûrahiya hestê evînê, û ji hêla din de berdewamiya vî hestî diyar dike, ta radeya ku helbestvanê me bû ye dîlê evînê, birîn dar ketiye, û tenê destên dîlberê dikari birîna wî derman bikin, eger ne jî, xweziya wî ew e, ku bimire da ji azariya evînê rizgar bibe.
Dêmek, helbestvanê me, bû ye dîlê evîna kûr û giran, nema dikare li hember çavên belek xwe  bigire, ew çavên, ku awir wek tîran jê dibarin, û diçikin dilê wî û jê dernakevin:
Her du uyûnan (çavan) birq vedan.
Ji birca kevan esweda.
Tîrek di mêlaqa mi da.
Heta qiyam jê der netê(2).
Xuyaye helbestvanê me heya qirikê di evînê wer bûye. Gelo kî ye ew keça ku ew dîl kirî, û awirên wê diçikin dilê wî, û jê dernakevin?. Helbestên evînê her tim bi (bang)ê, banga dîlberê  dest pê dikin; bangeke tijî bîrîkirine, bîrîkirina wê dîlbera, ku bûye mîra hestên wî. Lê em pêrgî bersiva wê banga dilþewat, ku pirîcar dubare dibe, nabin. Helbestvan dike qêrî, bang dike, lê tenê vedenga banga xwe, ku gelî û newal dubare dikin, dibihîse, pê re jî derûnmelûl û istûxwar vedigere, ji ber ku dîlber neguhdar e:
Hey gulbihara xet û xal!
Rûniþtî dîsa ker û lal
ima min re nakî qale qal?(3).
Ev pirsa dilþewat dide xuyakirin, ku êþên evînê û dîlberê li wî pêda kirine, çiqas giran û bê derman in, dide xuyakirin, ku dîlber neguhdar e, heye ji wî ve dûr be, û nikane bighîne ba wê, û heye jî jê heznake, lê ji ber hin rêz û bawikên civakî, nikane raza dilê xwe aþkere bike. Ger ne wusa ba, dê ne hewcedarê vê pirsa tije hêvî ba,, vê pirsa ku,  pevgirêdana wî li gel wê,  diyar dike, û dide xuyakirin, ku evîn wî çawa disotine. Pê re jî wêneyê helbestî vê pergala wî gele eþkere diderbirîne:
Ez çi bêjim, çi beyan kim.
Mxfiyetan ez eyan kim.
Sira dilîaþkera kim. 
Kes bi halê min nezan(4).
Tevi ku dîlber jê dûr e jî, lê wê ew dorpêç kirî, û her di bîriya wê de ye, bi kû ve diçe, xeyala wê jê neqete, û her tim pê re mijûl dibe. Lê xeyal xeyal e, nikare þûna rastiyê bigre, vê lomê hesta nebûna hevdîtinê wek xemeke giran her tim li ser helbesvanê me destlatdare, û nikane xwe jê rizgar bike:
Bi eþq kirim zilfêd zer.
Biskêd sibhan, dêmê qemer.
Daxim ser da kulêd keser.
Wêran ez im, malim xirab(5).
Dilber bû ye xem û qisawet, ev yeka jî giraniya evînê, ku mil di bin de dageriye, û dil jar bû ye, di de xuyakirin, û ageha ku bi dijwariya hegihêtin diderbiîne, û rê li ber têkçûna evînê vedike, û pergala westan û derûnþikestina helbestvanê me werdigerîne, ev westan û derûnþikestin, êþeke giran li wî peyda dikin, ku dê te de her û her bisote:
Sotime qet pêt û nar ne.
Kuþtime derb lê diyar ne.
Min demek sebr û qerar ne.
Nexweþê pir jan imez(6).
Ev lê mukurhatina sotin û jarbûnê û bê aramiyê bêtebatiya derûnî, ku helbestvan tê de diqewire, diderbirîne, ew jî ji ber giraniya evînê û guhnedana dilberê peda bû ye. Ji ber vê jî wî tirsa wî ew e, ku heye dilbera wî bi evîna kesekî din mijûl e, ger ev texmîna wî rast be, dê bandora neyênî û êþdar li wî bike:
Ew dîlbera min digotî.
Dil û ceger li min disotî(7).
Lê belê di nav helbesa evînê de nîþanin he ne, bi hebûna wan, mirov dikane texmîn bike, ku tirsa mijûlbûna dilberê li gel evîna kesekîn ewqas ne giran e, nagihîne sînorê bêhêvîbûnê, ev yeka dide xuyakirin, ku helbestvan hêvîdar e, ku dilber dê rojekê ji rojan banga dilê wî bibersivîne, pê re jî mirov dikane weha biçe, ku ew tirs nikane hêviyê birîn bike. Heye wî nîþanek an jî çavlêdanek, bi wateya hevdîtinê, ji wê dîtibe, vê lomê jî dîsan bangê dubare dike, û bendewar dimîne:
Hey dilbera qamat narîn.
Dev dikene dur jê dibarî.
Kirime ebter, bendewarî,
Wêran ez im, malim xirab(8).
Ev bang dupat dike, bi ser hevdîtinê de gelek hewesdar e, xweziya wî ew e, ku dengê wê, gotinên wê, ku wek libên duran ji ser lêvên wê dibarin, bibihîse, lê di deman demê de jî dide xuyakirin, ku evîna wê ta çi radeyê li ser wî destladar e, wî jî xwe radestî wê evînê kirî, ta ku jar û lawaz bû ye, tenê dikare bendewar be, ku dilber wî bipejirîne, da xwe bavêje hembêza evîna wê, jê têr vexwe. Vê lomê jî lavakarê wê ye, ku hevdîtinê bipejirîne, ji ber ku ew hevdîntin dikane birînên wî bikewîne, û tîbûna wî biþkîne; banga wî bi peyva (wey) dest bi dibe, ev peyv jî gelek êþ û azaran werdigerîne:
Wey esmerê, wey esmerê!
Qamet ji mûma fenerê!
Avek ji ava Kewserê(9).
Siwarê evînê, di heman demê de, jar û hêzdar e jî, jar e ji ber ku hest li ser destlat in, û wî birêve dibin, û hêzdar e ji ber ku çiqas bi dijwariyan  û aloziyan re rû bi rû bibe jî ji ya xwe namîne, ji ber vê jî helbesvanê me care digrî:
Hêsirê min bûn cew û kanî(10).
Û care jî li ber demê radibe:
Ez kal nabim qet tucar.
Huba dila nakim betal(11).
Lê belê tevî ku ev  rûbirûtî helbestvanê me hêzdar dide xuyakirin jî, lê di heman demê de, hesta têkçûna evînê werdigerîne. Ew naxwazê vê yekê askere bibêje, lê pirsek li vir serî hil dide, gelo mirov dikane zagona xweristê (surûþtê) ji rê derxîne? Ma gotina (Ez kal nabin) diyar nake, ku dem diherik û nasekine, û mirovê li hember vê diyardeyê lawaz û bê hêz e?.
Em dikanin weha biçin, ku heye ev boçûna wî ji bo wî bersivek be, ku di demeke ponijiya hiþemnd de li pêþ wî derketibe meydanê, an jî ev bersiv ji ber wê yekê be, ku hêvî ji hevdîtinê qut kirî, vê care jî dive li xwe mukur were, ev mukurhatin wî ber bi pergala hiþyariyê de têve dide, pê re jî pê hay dibe, ku divê dest ji vê lêgerîna xwe bê sûd ber de, lew re jî digihîne birayara logîk, û dilê xwe haydar dike, ku need pey jina bi mêr, yak u heye jê heznake:
Herê dilo teyrê bê mal.
Tu pey jina bi mêr menal(12).
                                 ****          ***         ****
Jêder û çavkanî:
(1)     Tenbûr, rû 27.
(2)     Þêx Senan, çarîn 205, rû 89.
(3)     Tenbûr, rû 57.
(4)     Dîwana Feqî, rû 79.
(5)     Zargotina Kurda, beþ 2, rû 77.
(6)     Dînana Feqî, rû 47.
(7)     Zargotina Kurda, beþ 2. Rû 66.
(8)     Jêdera navborî, rû 77.
(9)     Jêdera navborî: 55.
(10) Tembûr, rû 31.
(11) Jêdera navborî, ru 55.
(12) Zargotina Kurda, ru 77.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3953