Dojeha Lêvên penaberiyê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 20 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe




Ronî ELÎ

Berî ku destên xwe ji dilê min daweþînî
Û di riyeke Aþopî de þerpeze bibî
Piþta xwe bide vê Dara
Ku ji ahînên min þewitî

Da di sawirên xewe de
Weke þêwekarekî zîrek hewlbidim
Dîmena Mijgulên te
yên ku bi ser çavên min de dernexûn bûne
Di dilê xwe de piçespînim
Çimkî
Li paþ Darê
Nîgarên ji leylanan
Piþta Miþtenûr
Deþta Cûmê
Û hembêza Qamiþlokê
Di giyanê min de
Weke Paçikê devê miriyan
Hêviyên penaber dirêsin

Berî ku Dîkê Sibehê
Di awatên min de
Guloka xwîmê vereþîne
Pêþwaziya dilê min
Li ber deriyê dojeha lêvên xwe
Bi siwarên Payîzê re
Bike heval
Ji ber ku
Nema Îdî xunçeyên Biharan
Ji sînga min re
Dibine sîbera tenahiyê
Piþtî ku Lêvên te
Agirê wêranê
Bi koça min re
Kire rêhevalê penaberoyeke
Bê nav
Bê sînor
Û bê dawî

1212015
------------------
Teyrokên Ziwa

Ronî ELÎ

Bihêle li ser neynûkên te
Rondikên xwe
Daweþînim
Û ziwa bikim
Çimkî
welatê ku giriyê min hembêz dikir
Tu kes hêrsa dilê wî
Venamrîne
Û hêstirên wî
Ziwa nake

Bihêle carekê 
Di Çavên te de
Tîna welatê xwe
Hembêz kim
Çimkî
Ji roja roj de 
Tu kesî 
Serma dil
Ji kaniya omîdên min dernexist
Û hembêza min germ nekir

Bihêle li ser sînga te de
Nexeþeya penaberiyê vereþînim
Da riya vegera Wehwehokên Biharê
Li Guliyên te
Biþopînim
Çimkî
Di kolanên beyaniyê de
Rê û rêçik
Di hev re derbas dibin
Û min wenda dikin

Bihêle carekê
Kêlîka ramûsanan
Dirêj bibe
Ta teyrokên xwîna min
Di serê tiliyan de bicivin
Çimkî
Li welatê min
Ramûsan ji dengê teyrokan
Dûr dibezin
Û Teyrok jî Lêvan dernexûn dikin
612015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3948