Mela Ehmedê Namî di bîranîna 39an de.
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 10 ÏíÓãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Namî dibêje: Di sala 1906an de, heyva gulanê li gundê Erbetê, qeza Nsêbînê hitime dinyayê. Pênc pêhisiyên min li wî gundî agadar bûne. Ango bi bîna gul û sosinan û bi dengê þalûl û bilbilan û bi dîtina tîrêjên roja jîndar û bi hingiftin û destdana berê dayikeke kurdî û li tamkirina þîrê bustanê wê dayikê tamdar û beþdar bûme.
Paþê ez bi dergûþeke darî ji darên çiyaê Kurdistanê, li ser erd û dibin azmanê wê de, bi destekî kurdî hatime hejandin…
Mela Ehmedê Namî, di roja 11.12.1975an de, li bajarê Qamiþlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana Qudûr Beg hete veþartin.

Di gel wan zor û zordestî û çavsoriya rijîma Sûriyê derheqê gelê kurd de, ko bi tundî hemû kar û çalakiyên kurdayetiyê bi hemû beþên xwe yên siyasî, çandî û civakî qedexe kirîbûn, wilo jî Mela Ehmedê Namî li bajarê Qamiþlo bi du bîranînan hatbû bibîanîn. Bîranîn bi name, mesac, helbest û lêkolînên rewþenbîran û bi dilsoziya amadevanên birêz, þevên bîranînê xweþ û dewlemend bûbûn.
1-Di 11.12. 1995an de, þeveke rewþenbîrî bi mebesta bîranîna 20 saliya waxirkirina Mela Ehmedê Namî pêk hat. Pêkhatina wê jî kar û barê rewþenbîran û kovarên: Gulîstan, Pirs, Zanîn, El-Museqef El Teqedunî, El Hîwar û Bihar, ko bi hiþ û hunerên wan hatibû neqiþandin.
Di 11.12.2000 an de, þeva bîranîna Namî bûbû kar û barê Komîta Rêvebirina Yîbîla Zîvîn (25 salî) ya Kûçkirina Namî bû.
Di van herdu bîranînan de hejmarek gotar, name, birûsk û lêkolînên rewþenbîrên kurd yên li welat û hem li derveyî welat hatin xwendin.
Wek nimûe ji wan nameyan re, nameya mamoste Mehmûd Lewndî bû ko ji ahengê re hatibû hinartin û ji aliyê birêvebirê þeva bîranîna 25 saliyê ve hatibû xwendin.
Samî Ehmed Namî
Stockholm.2014.12.11
Nameya mamoste Mehmûd Lewndî
Ji bo komîta bîranîna Mela Ehmedê Namî
Felek zalim dilê xemgîn nedî þadî bi carek
Heta peykê kul û derda ji bo min bûye rêber
                                                    (Namî)
Birayên hêja beþdarên delal:
Gava ko behsa Mela Ehmedê Namî dibe, sê tiþt têne bîra mirov:
1-Celadet Bedir Xan û Hawar.
2-Helbest.
3-Sînema Amûdê.
Di tarîxa miletê kurd de gelek rûpelên xemgînî û derdan hene ko yek ji wan jî ”Agirê Sînema Amûdê ye”. Ger seydayê mela Ehmedê Namî nenivîsanda, dibe ko ev bûyer di nav rûpelên tarîxê de winda bibûya.
Birayên hêja:
Seydayê Namî yek ji wan kesan e ko di nav zor û zehmetî û dijwarîke mezin de behsa kurdîtî û zanînê kiriye, peywendiyên xwe yên bi Hawar û bi Xoybûnê re wî kurdîtî kiriye, bi helbest û nivîsê xwe wî kurdîtî kiriye, li gor vê kurdîtiya xwe wî her weha xwestiye zanînê jî fêrî miletê xwe bike.
Çawa ko Midhet Bedir Xan, Mela Seîdê Kurdî (Bediuzzeman) di salên 1900 de digotin ji bo kurdan ”Xwendin, xwendi, xwendin” pêwîste seydayê Namî jî dixwest ko miletê wî her fêrî xwendin û zanînê bibe ji bo wê, wî qîmetek mezin dida dibistanê û bixwendindayîna zarokên kurdan, ew û kesên wek wî yên wê demê gihiþtibûn wê baweriyê ko ji kurdan re tenê xwendin giringe, bêyî xwendinê em nikarin serkevin.
Birayên hêja:
Bi amadekirina civîn û bîranînên bi vî rengî ji bo miletê me du tiþtên giring derdixe holê:
1-Ew kesên ko ji bo Kurd û Kurdistanê xizmet kirine mirov hêjayiyekê dide wan, wan qedirbilind dike.
2-Miletê kurd bi xwe hay û agaha wan ji kesên xwe yên hêja û navdar dide ko ev ji ruhiyeta me ya milî pêþdetir dibe û geþtir dike û bi vê re giyanê pakê seydayê Namî û kurdên din ên ko di vê riyê de xizmet kirine þadtir dibe.
Em ji bo vî karê we yê hêja we pîroz dikin, hêvîdarin karên weha her berdewam bin û hûn jî her serketî bin.
Bisilavên biratiyê.
Mehmûd Lewendî
Stockholm.2000.12.07  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3904