Bedewê
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ÏíÓãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



 Elwan Þivan

Li vê dûrîyê têhne temenê mishextîya xwe
Bi meya bîrkirine te dishkînim
Li vê dûrîyê macek xwrîn bi haveyênê
Shevê ji lêvên tere dimeyînim


Xewnek bicûk mîna kêlîkên kurtepistê
Hestekî nazik li dergûsha hêvîyan dilorînim
Rêwîtîya temenê kocberîya xwe
Roj bi roj û shev bi shev û kêlîk bi kêlîk
Ayendek hevbesh xeyalekî hev besh
Ji xwe û tere û ji te û xwere di afrînim
Li ser masa shevê ji meya cezîrî
Ji pesnê dilberê bo te dinoshînim
Peyîvên Mem û Zînan tîp bi tîp û peyîv bi peyîv
Hevok bi hevok mîna qeftek gulên renge reneg
Ji bexceyê dilê xwe ku ji buharê sitewr mayî
Ji ter diqurfînim
Peyalên li shûne shevê misht mayî
Li vê dûrîyê dîsa vêsibihê têhne temenê mishextîya xwe
Bi meya heskirina te dishkînim
Û srûde sermest bi devê evîndarekî
Ji evînê bîmayî ji bo te dixwînim








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3902