Tim serok.. serok..!
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 21 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Balkêþ e ku tim û tim serokên partiyan li her deverê amade bin.
Nimûne gelek in, her du rêkeftinên Hewlêrê, û li dawî rêkeftina Duhokê wek nimûne. Ta di civînên ENKS de jî tim serokên partiyan amade dibin, neku endam in din, rewþenbîr an jî nûner in din ji aliyê partiyan ve amade dibin. Ango partî di kesayetiya serok de qambostî dibin.
Tê çi wateyê?
Bawerî bi endamên din nayê, endamekî din wek serok zana û jîr tune. Serokê partiyê bi tenha dizane guft û goyan bike, movikên siyasetê verêþe.


Her kes dizane ku yekemîn partî di sala 1957an de li Rojavayê Kurdistanê(R.K) hatiye damezirandin, ana û em di sala 2014an de ne, bêtir ji 33 partiyan hene(me lêkolîn û belav kirye), ev jimara zêde û perçebûn û veqetandinên nerewa yên ku qewimîne tên yek wateyê; hevdû wek kes qebûl nekirine, li hev guhdarî nekirine, kurdayetî nekirine(bêtir kesayetî ye), bawerî bi hev du neanîne. Nimûne: di rêkeftina Duhokê ya dawî de çar serok amade bûn ku di salên dawî de ji yek partiyê cuda bûne.
Ji ber ku li Holenda dijîm, dizanim bê endamên partiyan di çi qonaxan re derbas dibin, taku dibin serok û berpirsyar û siyasetmedarên baþ. Heçê meyla wî/wê li ser siyasetê hebe di ciwaniya xwe de partiyekê li gor fikra xwe dibijêre û dest bi çalakiyan dike, siyasetê dixwîne, hin ji wan beþên bi siyasetê ve têkildar di zankoyan de dixwînin, û pêre jî dest bi xwendina pirtûkên siyasî û korsên siyasetê vedikin, jixwe tim çalak û bi çalakiyan radibin. Nefsa wan piçûk e, berjewendiyên giþtî tim û tim didin pêþ, tim jî di bin çavdêriya endamên din de dene. Eger endamek þaþ çû rexne dibe, û bi hesanî dikare bê qewitandin, taku serokê partiyê be jî. Serokên partiyan, Serokwezîr, berpirsyarên mezin di bin çavdêriya timî dene û tên rexne kirin.
Li ba me, li Rojavayê Kurdistanê bêtir welatparêzî tê meþandin, û welatparêzî ne siyasete. Bêtir kîn û pirsgirêkên kesan bûne egera perçebûnan û zêdebûna partiyan, jixwe ku partî zêde dibin, serok û pirsgirêk jî zêde dibin. Serok û partiyên ku ana li R.K hene, hemû ji hev û du cuda û perçe bûne, ne li ser bingeh in fikrî û niþtimanî, bêtir ji ber egerên kesayetî û nezanî cuda û perçe bûne, çimkî cudabûn di rêbaz û armancên wan de tune, dîsa wek hev in û di her tiþtî de diþibin hev.
Di nav partiyên me de bawerî tune, eger heba wê ne tim serokên partiyan li her deverê amade bibûna, bêtir endamên partiyan koletiyê dikin, rêncberiyê ji serok re dikin, û ji ber wê siyaset bi pêþ ve naçe. Ta partî û partî jî li hev nakin, wek þerê li ser kursiyan di ENKSê de, di wexta ku gelê me koçber dibe, Kobanî wêran dibe û herêm bi giþtî ser û binî hev dibe.
Eger gotina me nerast be, çima em nivîs û gotarên serokan di medya kurdî de nabînin û naxwînin, çima nikarin gotar û þiroveyan binivîsin, çima di medya civakî de neçalakin û bîr û boçûnên xwe nanivîsin û þirove nakin, belkû newêrin derkevin pêþberî xelkên xwe. Belkû hinan ji wan di jiyana xwe de pirtûkek siyasî nexwendine. Jixwe em nabêjin çima bi zimanê kurdî nanivîsin, û nizanin bi kurdiyek paqij û zelal biaxivin. Ta di axaftin û hevpeyvînan de nizanin bersivên siyasî û baþ bidin, nimûne: pirs ji berpirsyarekî tê kirin: ta ana we xwe ji bo pêkanîna rêkeftina Duhokê amade nekiriye? Dibêje: aliyê din jî xwe amade nekiriye…hhh.
Gelê kurd bêhêvî bûye, heçê bawer nake ku gelê kurd li R.K ji partî û serokan xemsar û bêhêvî bûye, bila lêkolîn bike, ji ber jimara partiyan a zêde û dîtin û amadebûna eynî kes û serokan li her deverê, jixwe tiþtekî jî çareser nakin, nimûne: berdana girtiyên kurd ên di zindanên aliyê din ji rêkeftina Duhokê. Gelê kurd ji kiryar û 2rûtiya wan xemsar û bêhêvî bûye.
Pirsgirêka herî mezin ew e, ku hemû serok û partî texmîn dikin ku ew serokê hezkirî û partiya herî mezin e, û ku ne bi rêya serok û partiya wan be Kurdistan rizgar nabe. Texmîn dikin ku hebûna wan pêwistiyek dîrokî ye. Em jî dibêjin: heçê ji bo berjewendiyên giþtî bike, tim xwe nade pêþ, ji xwe dadixe û dixwe daku li hev hatin û dilxweþî peyda bibe.
Bi texmîna min, serokên partiyan bêtir ji çareseriyan, bûne pirsgirêk. Em bi hewceyî guhertinên mezin in.
Li dawî, ``welatparêzî nesiyasete``.
Her kes dikare welatparêz be, lê ne her kes dikare siyasetmedar be.
11.11.2014
www.qadoserin.com
Hollenda






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3888