Penaber im .
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 21 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Kerîma Reþko

Min da ser riya penaberiyê lo welato
Winda bûm ,
Nizanim ev daristan in
yan goristan in
Laþê min þîn bû ye
Ji sermaya xwîna dijmin sermtir e .


Min da ser riya penaberiyê
Min xatir ji te nexwest
Welatoooo
Neynûk û goþt parçe nabin
Ez û te jî, parçe nabin .
Germa hembêza te
Ji bîr nabe
Rondikên çavên dayika min
Xeyalên canê min bûn welato
Gavên min qurimîn
Nikarim, nikarim ji te dûr herim
Li te vegeriyam welato
Bêdeng im
Bècan im
Bè jiyan im
Bila ez kor ù lal ù ker bim
Bila bè dest ù ling bim
Bila li goristana te

Ez penaber bim
Vegeriyam welatoooo
Vegeriyam
................






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3887