Belê ezbenî, Gotin Siltanê Demê ye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Belê ezbenî! Piþtî dor 4 salan hêjî konê perîþaniyê bi melûlî di ser kolan û cadeyên bajarê min re vegirtiye.. Gerdenên xûz, bi dûv nanûzikê de dibezin.. Canbazî di bazaran de tê firotin.. Diz xwe bi xwe, ji hev didizin. Vir û xap di kolanan de bazdidin. Rovîtî pir dibe.. Terbiyesizî bi tov þîn dibe.. Zilam kêm dibin, jinavisk pir dibin. Di encam de xîzanî û miþextî konê xwe bi bilindahî vedigire.. Malbat ji hev bela wela dibin û bingehê civakê ji kok ve vedirþe.. Ji çar hawêr ve, sînor bilind dibin, xelk ji neçarî berê xwe didin asmana, li Xwedê digerin..!! Berjorî wî dibin, tika û lava jê dikin..


   Erê ezbenî bi xweziya kesî ranehiþtiye baqê keziya.. Ha ho li vê sosretmayê.. Erê ezbenî em bi nanûzikê razî ne, bi þevek têr xew û bê qerebalix razî ne, lê ma bi destê kê dikevî?! Lo herê qurba lo here..
   Erê ezbenî dem bi dûv me de dibeze..  Em jî ji ber baz didin, ta ku em li hev rast bên, li hev biterpilin û bibêjin em hev nas nakin.. Were Ezbenî em li stranên  Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dikin, ew dengê nêr, ku çiya, zozan û geliyên kurdistanê tîne ber çavên mirov, dema ku strana Eyþana Elî, Xerabo, Bavê Fexro û Gula Etrûþî dibêje:
Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir..
Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir..
Gelî gundiyan û cîranan, Gula Etrûþî ya min bû..
De çawa bi xelkê þû kir..
   Erê ezbenî! Bi guhdarîkirina stranên Mihemed Arif re, dem xwe vedidize û winda dibe.. Sînor xwe ji nav nifþan dide alî û namîne. Û wiha her tiþt disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. Erê, dem disekine bi tenê gotin dimîne.. Gotina dîroka kul û derdan û kêf û þahiyan dimîne.. Xwe eþkere dike ku ew, siltanê demê ye.. Erê ezbenî, gotin siltanê demê ye.
Qamiþlo, 20.11.2014








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3885