Rola Oldar û Dengbêjan di Parastina Zimanê Kurdî de li Cizîrê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 13 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Di salên 1915-1925an de, buhiþtî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Almaniya anî Helebê û pê çend kovar û rojname weþandin.. Ta ku di sala 1925an de ji Helebê barkir û çû Rewandizê..
  Belê akam û bandora yekem a gelêrî di parastina zimanê Kurdî de, bi saya dîwana Melayê Cizîrî bû, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî bû, helbestên Feqeyê Teyran bû û bi saya hicrik û tekiyên olî bû..


 Ewên ku, di wî heyamî de, di gund, bajar û bajarokên Cizîrê de belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Qeremanê, Amûdê û Qamiþlo... Hem jî rol û akama dengbêjan, di parastina zimanê Kurdî de pir mezin bû  wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Þêxê Nado, mala Emînê Temo, mala Kinê, mala Remo, mala Eliyê Mehmed, mala Þêxê Nado... Û wiha  tev malbatên ku bi kemaçê an ribabê û def û zirnê govend û þahî di Cizîrê de digerandin ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê. Hem jî rola dengbêjên çiyayê Þingalê li ser dengbêjên Cizîrê gelekî xurt bû, ji ber ku hingî Þingal wek dibistanekê, ji fêrbûna saz, awaz û gotina strana kurdî a resen re dihat dîtin...  
   Piþtî vî nifþî, nifþekî din ji dengbêjan hat meydanê, ew jî ne kêmî nifþê pêþîya xwe bû; wî jî roleke giring di parastin, pêþxistin û berdewamiya parastina zimanê kurdî de lîstiye wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Þêxo.. û gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe de parastine... Û wiha milet bi zimanê xwe ve girêdayî maye ta roja îro.. Rehma Xwedê li miriyan be ji wan û temenekî dirêj di xweþiyê de ji saxan re be.

Wêne: Ez û hunermend Saîd Yûsiv di xelata þahiya min de sala 1978an li Qamiþlo.

Konê Reþ
Qamiþlo, 13.11.2014






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3879