Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî (Xelek 6)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 ÃßÊæÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Heyder Omer
heyder52@hotmail.de  

Ҫanda Feqî yêTîran
Gava me, bi lezgotinekê li ser serdema helbestvanê me, rê ji bo vê lêkolînê dûz kir, me da xuyakirin, ku Kurdan, piþtî îslamê, dest ji zimanê xwe, wek zimanê nivisandinê, berdan, û bi zimanê erebî, ku zimanê ola nû ye, nivisandin. Evê yekê demeke dirêj dom kir, gelek navdarên wan bi nivîsîna zimanê erebî diyar bûn, wek Ibin El-Esîr û Ibin Xelikkan û hinên din jî. Ev yeka hanê, û bi bandora ola îslamê, hukariyên çanda îslamê û zimanê erebî zor kiþande ser çanda Kurdan, wek hemî miletên din, ne ereb û bûn bawermendên vê olê.


Vê lomê, tiþtê herî pêþî, ku em di berhemên helbestvanên Kurd de dibînin, bandora çanda îslamê û ya erebî ye, nemaz di wê serdemê de, ya ku Kurd tê de ji nû ve vergerîne nivisandina bi zimanê xwe,ku  hîna nû dest pê kiribû.
Hêzdartirîn hukariyên çanda îslamê li ser çanda Feqî yê Tîran ji wê ayînê, û nemaze ji Qur-anê ne. Di helbestên wî de nîþanên numa û eþkera hene, ku bi yekîtiya xweda bawer e, ew xwedayê ku rojekê ji rojan tevayîya miroatiyê dê were ber destên wî, wek ku di vê gotina wî de diyar e:
Dilo rabe ji vê xabê.
Wekî bapîr û wek babê.
Em jî dê çîne torabê. 
Bi bal baxoy û ferware(1).
Eger mirov weha biçe, ku ev awayê baweriyê, ne tenê ji ber çanad îslamê ye, ji ber ku ola Kurdan berî îslamê; ango Ezdahî jî bi yeîtiya xweda bawermend e, lê hin nîþanên din di helbestên wî de, yekser navên pêximberên berî îslamê, ku di Qur-anê de hatine gotin, bi kar tînin, wek ku gava bi vê jiyana, ku bivê nevê dê bi mirinê bi dawî bibe, diponij, û hîngê jî dibêje:
Ne yehya ma, ne Salih ma.
Ne Haron ma, ne Mûsa ma.
Ne Meryem ma, ku Îsa ma.
Ne Ehmed ma, Ne çar yare(1).  
Û hin caran nîþanên çîrok û jînenîgariya hin pêximberan di helbestên wî de diyar dibin, wek çîroka Yûsif Kurê Yaqûb:
Ez mame di zîndanê.
Wekî Ûsif li kananê(3).
Ji roja ku ayîna îslamê bi darê zorê gîha Kurdan de, Kurd neçareyî zimanê erebî kirin, ji ber ku hem zimanê îslamê bû, û hem jî zimanê dewletê û serdestan bû. Vê lomê berhemên wêjevan û helbesvanên Kurd, Feqî yê Tîran ji bi wan re, ketin bi bandora vî zimanî, berztirîn nîþanên vê bandorê di hebûna peyvên erebî di nav berhemên wan de diyar dibe.
Feqî yê Tîran hin caran, wek gelek helbestvanên Kurd û yên hemî miletên rojhilatê, ku  ayîna îslamê pejirandin, peyvên erebî ji zimanê serdestan dibe, digel wateyên wan yên ferhengî di helbestên xwe de dixebitîne, wek ku di vî nimûneyê jêr de diyar e:
Dinê qenc e ji mêran re.
Eceb mulk e ji þêran re.
Ku avakin ji xêran re.
Eceb mezrei û eqar e(4).
Di vî nimûneyê jor de pênc peyvên erebî, digel wateyên wan ên ferhegî, hene (eceb, mulk, xêr, eqar û mezrei), ji wateyên xwe yên ferhengî de bi dûr neketine; ez bawer im, ku wateyên sêyên pêþîn ji xwendevanan ve sayî ne, û wateya (mezrei û eqar) jî zevî ye. 
Bê ku em jimartina peyvên erebî di helbestên wî de bikin babeta lêkolînê, em dikarin bibêjin ku gelekên wan peyvan di nav ferhenga wî ya zimanewanî de cih distînin.
Lê bandora zimanê erebî ne tenê di xebitandina peyvan de xuya ye, belê bi ser de jî nîþanên hinek çîrokên, ku di kelepora Ereban de jî hene, di helbestên wî de cih digirin, wek çîroka (Mecûn Leyla), ku rehên wê di efsaneya kurdî jî diyar in, û gelek helbestvanên rojhilatê, nemanze yên Farisan, jî hinek çîrokên xwe ji heyama (Mecûn Leyla) wergirtine(5).
Dilê min de tîrek dijwar.
Serê tîr di dil çû xar.
Heya kengî bikim hewar.
Weke Mecnûn di deþtê de(6).
Ҫanda Feqî Tîran pir cûre ye, ne tenê bandora çanda îslamê û ya erebî li ser heye, belê bandora her du çandên farisî û tirkî jî. Wek ku ayîna îslamê û serdestiya Ereban bandora çanda erebî kiþande ser wêjeya wî, nêzîkbûna her du zimanên farisî û kurdî ji hev, û dagîrkirina beþekî Kuristanê ji hêla Farisan de, û berhemên helbestvanên wan jî bandora çanda farisî kiþande ser wêjeya wî.
Bê guman, wî berhemên helbestvanên Farisan xwendibû, nemaze yên Ferîd Eldîn El-Ettar (1119-1193) xwediyê destana (Mentêq El-Teyr). Berê jî me gotibû, ku hin lêgervan bawer dikin, ku nasnavê wî (Teyran)e, û bi bandora vê destanê bi wî nasnavî hatiye naskirin(7). 
Her weha, heye helbestvanê me çîroka (Þêxê Sen-an), ya ku F. El-Ettar jî bi zinamê farisî nivisandiye, xwendibe, û paþê wî jî mijara wê ji kelepora gel ya kurdî wergirtibe, û çîroka xwe nivisandibe(8). 
Tevî ku Feqî yê Tîran xelkê beþê Kurdistanê, yê ku bindestê dewleta osmanî bû, û zimanê dewletê tirkî-osmanî bû jî, lê bandora çanda tirkî li ser ya wî kêm e, ji ber ku çanda tirkî-osmanî jî wê hîngê ji çanda îslamî û erebî werdigirt, û ketibû bin bandora wan çandan, vê lomê bandora çanda tirkî-osmanî li ser berhemên Feqî yê Tîran di sînorê wergirtina peyvan de dimîne, ev yeka berhemeke dagîrkirina Kurdistanê ji hêla dewleta osmanî de ye. Di vî nimûneyê jêr de, peyva (yoldaþ), ku wateya wê (rêheval)e, dixebitîne:
Dilo ya pîr bi kêr nayê.
Eger Aqil û zanayê.
Mebe yoldaþê dunyayê.
Ne yoldaþek wefadar e(9).
Tiþtê diyar, ku ev nimûneyên derbas bûne didine xuyakirin ew e, ku helbestvanê me, bi ser zimanê kurdî de, her sê zimanên erbî, farisî û tirkî baþ dizanîbû, vê lomê jî çanda wî bi bandora wan zimanan hatiye rengkirin. Lê di berhemên helbestvanê me de çanda yonanî jî serî hil dide, ev yeka bi hebûna navên fîlosofên Girîk, wek Talîs û Efletûn û Ebîqrat û hinên din di berhemên wî de diyar e.
Ne Calîs û ne Suqrat man.
Ne Talîs û ne Biqrat man.
………….
Ne Eletûn û Luqman man(10).
Çanda helbestvanê me di çarçewa helbestê û wêje de nema ye, belê gîhaye felsefeyê û stêrknasînê û erdnîgariyê jî, pê re jî mirov dikare weha biçe, ku ew bînerê serdema xwe bû, ew serdema, ku pirtûkên naverokên wan curbecur bûn, ku di kelepora erebî de bi navê (Mewsû-at) dihatin naskirin. Ev nimûneyê jêr çanda wî ya erdnîgarî û sterknasîn dide xuyakirin, gava li ser ser zemînê û tavê dibêje:
Min nizanbû dinya wa ye.
Erd dizîvire mîna ba ye.
Ro tenê cî da ma ye(11).
Her weha nîþn dike, ku zemîn tev av bû, lê av bi paþ de vekþiye, û zemîn diyar bû ye:
Ev diniyake berê av bû.
Bende tê de ne xuya bû.
Av miçiqî xwelî ma bû(12).
Lê kelepora kurdî lêvane, tev efsan û helbesta gelêrî û pend û metelokên wê,dewlemendtirîn jêderên çanda Feqî yê Tîran e. Pirê caran meteloka kurdî, digel peyv û wateyên wê, bê guhertin, di helbestên xwe de dixebitîne, wek ku meteloka dibêje „aqil ne ji çûkî û mezinîyê ye“. Ev metelokeke kurdî ye, ji bo kesê ku tevdîreke ne layiq dide xuyakirin, tê gotin. Her weha hin caran wateya metelokekê, bê peyvên wê, di helbesta xwe bi kar tîne:
Qencî û xirabî dimîne dinê.
Navê þebab wê bê gotinê(13).
Ev nimûneya jor penda kurdî “mirov dimre, nav dimîne“ tîne bîra mirov. Helbestvanê me melevaniyê di nav folklora kurdî dike, ta radeya, ku tevlê dibe, û hin helbestên wî wek pendan li ser zimanan digrin:
Hezar salî dinê siwar bî.
Mîrê þerq û Þamê bî.
Kasê mirinê tuya bî(14).
Ҫîroka „Þêxê Sen-an, ku di kelepora kurdî de bi navê Dota Gurca“(15) jî tê naskirin; ev çîrok efsaneyeke li ba gelek miletên rojhilatê naskirî ye, û bi zimanên erebî û farisî û azerbeycanî jî hatiye nivisandin. Ev çîrok gelek sayî dide xuyakirin, ku Feqî yê Tîran ta çi radeyê xwe bi ser kelepora gel de pal dide.
Em naxwazin gotinê li vir pir dirêj bikin, ji ber dixwain ji xwedevanan re bihêlin, da bi xwe vê yekê, di navber lêkolîna helbesta wî re bibînin. Ev jî babeta beþê vê lêkolînê yê ku wê bê ye, lê berî ku em helbesta wî vekolin, divê em berhemên wî bidin naskirin, lê divê ji bîra nebe, ku tevî cefayên me jî, me nikanî hemî berhemên wî bidest xistana, ji ber ku hinek ji wan wenda bûne, û hinek jî hîn çap nebûne.
                                *****               ***          *****
Jêder û çavkanî:
(1)   Dîwana Heqê Tîran, rû 108.
(2)   Jêdera navborî, rû 125,126. Mebest ji çar yara, her çar xelîfeyên misilmanan piþtî pêximber Mihemmed in. 
(3)   Feqî yê Tîran: Tenbûr, rû 62.
(4)   Dîwan, rû 121, 122. 
(5)   Biner: Dr. Emîn Ebdilmecîd Bedewî: Ҫîrok di wêjeya farisî de, bi zimanê erebî.
(6)   Tenbûr, rû 62.
(7)   Dîwan, rû 17.
(8)   Biner: Dr. Margarita Barisovna Rudenko: Þês Sen-an, pêþgotin, Bi zimanê îngilîzî, rû 15. 
(9)   Dîwan, rû 123. 
(10)  Dîwan, rû 126. 
(11)  Ordîxan û Celîlê Celîl: Zargtina Kurda, 2/80. Ji vir û pê de emê vê jêderê bi kurtahî (Zargotina Kurda) binivizsînin.
(12)   Jêfera navborî, rû 81.
(13)   Tenbûr, rû 37.
(14)   Tenbûr, rû42.
(15)   Biner: Tenbûr, rû 77-96.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3855