Îro em li Qamiþlo di Govenda Seydayê Cegerxwîn û Yekitiya Kurdên Rojava de Raqisîn
Dîrok: ÇáÎãíÓ 23 ÃßÊæÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Îro 22/10/2014, bi helkeftina 30 salî di ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn re, me nivîskarên Kurd: Derwêþ Xalib, Deham Hesen û ez Konê Reþ, Seydayê Cegerxwîn di nav cemawerekî bijarte de, li Hola Mîr Celadet Bedirxan bibîr anî û yekitiya kurdên rojava a ku îro li Duhokê hatiye îmze kirin pîroz kir... Di dawiya bîranîn û pîrozkirinê de, piþtî gotineke kurt ji rex mamoste Salihê Gedo ve sekretêrê Partiya Çep a Demokratî Kurd li Sûriyê û xwediyê Hola Mîr Celadet Bedirxan, kalemêrê kurd (Salihê Silo: Bavê Musih) bi diplomek rêzgirtinê xelat kir. Hêjaye gotinê, ku Salihê Silo, temenê wî di ser 85 salan re ye, yek, ji heval û hogirên Seydayê Cegerxwîn e û heyþt dîwanên wî ezber kirine.


Cegerxwînê ku 60 salî, bêrawestan di ber kêþeya gelê xwe de xebat kir û xebata xwe bi van gotinan daye naskirin:
Min ji bo we gelek tiþt
Min dîwan û hin niviþt
Gol ji avê bûye miþt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Hem jî gotiye:
Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir
Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir
Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn
   Erê, helbestvanê netewî Cegerxwîn bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand.. Ji ziman û edebiyata gelê xwe re xizmet kir û xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe.
   Her heþt-neh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya welat dizîvirin.
   Helbestên van her heþt- neh dîwanan wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin, ku hêj helbestvanekî kurdî bi wiha pirrbûn helbest nenivîsandine.
Seyda bi xwe dibêje:
   Naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:
1-   Li dor rizgariya welatê wî.
2-   Li dor yekîtiya gelê kurd.
3-   Li dor pesnê qehreman û têkoþerên gelê Kurd.
4-   Dijî kiryarên çewt yên þêx, axa, beg û dewlimendên gelê Kurd.
5-   Li dor aþtî û demokrasiya cîhanê.
6-   Li dor têkoþîna belengaz û hejaran.
7-   Þiyarkirin,  pend û þîretin ji nezan re
8-   Wek têkoþerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aþtîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.
9-   Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.
Û pesnê xwe derbarî wan kurdên ku ne bi kurdî dinivîsin daye û gotiye:
Cegerxwîn im ji van derda
Li meydanê xwe zû berda
Di nav bahoz û bager da
Bi bîr û bawer û doz im
Ne Þewqî û Zehawî me.
   Belê roja îro navê Qamiþlo û Cegerxwîn bi hev ve hatine hunandin û gora Cegerxwîn ji bajarê Qamiþlo re bûye sembol.
Dawî, bi gengekî bilind dibêjim; Bijî û sed carî bijî ji yekîtiya kurdên Rojava û serok Masûd Barzanî re…

Konê Reþ/ Qamiþlo, 22.10.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3850