BAJARÊN REÞÊ
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 23 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Lewend Dalînî
 
Zivista bûrî, çi bi serme, seqem û reþî bû?
Çelpe çelp û nirçe nirça dilopan,
Kêfxweșîya mêhtina șîrê zarokekî,
Reht dikir?!

Þewqa lempeya gazê,
Herdû çavên wî hembêz kiribû,
Û di melûlî yê de,
Xilmaș mabû………
Vîze Vîza bayê,
Ewr gur kiribûn, û weke tîrêjan, baran ê
Banê xanîyan û rûkê xakê þoreþa xwe têde,
Vala dikir????.
Ewr û tav diketin cengê de
Ne ewr ji a xwe dihate xwar, û ne
Tav jî serê xwe jêre datanî,
Herdûwan di wê cengewazî yê de, berdewam dikirin….
Ev çi dema gelaca ye?
Kiras û xwedî nahêlin
Li hev bikin
Kil û çav ji hev dûr
Dikin
Beko li her mal û
Li her civat ê ye!?
Þîrê dayîka nema bi zarokan
Xweþ e?
Û dengê lorînê;
Nema dighêje guhê wan!?
Gel ji gund û þaran hatin bi der xistin
Û penaber bûn
Dê li bakur, bav li baþûr û
Zarok li rojhilat ê ne
 
 
 
 
 
Dema min gulek ҫinî;
Min kesek nedî kû ez jêre bikim
Diyarî
Gel ê malan wind bûne!?
Bajar û gundên me di reþîyê de
Dijîn
Û bê sermiyanin….bê xwedî û xwedanin!!!???
Zarok  di tirsê de
Di pûnijin?
Sawîrê reþikên þevê û
Rih dirêjan
Sînoran avadikin
Ev dema xwîn mija û þûr dirêja ye
Li hawîr dora me?
Tovê ҫete reșan șînbûye?
Firîz û zexelî ya wan,
Li damarê dexla me da,
Û ew daye hișk kirin
Nirxê zanistî yê bûye çerxîyek
Mafê kesayetî yê jî bin pê Bûye
Kurm ê dar ê ji dar ê ye
Li ser xaka xwe em
Berjewendîyên dijminan
Pêk tînin û em zextikan;
Li hev didin?!
Dema tê yekîtiyê.
Em hêç dibin
Biryarên ku þofînizma nikarîbûn pêk anîba,
Em li hev bi kar tînin
Ev çi hovîtî û serhiþkîye?
Þoreþa azadî yê
Têkve çû
Û komkujî yê
Dest pêkir
Behvila kesî nema
Diþewitê
Û hestên netewî hatine
Beravêtî kirin
 
 
Berpirsiyarên rêxistinê me, li paytextan
Qedehan li ser têkveçûna me di nûþin û,
Nameyên nerazîbûna xwe li dijî komkujî û
Penaberî ya, Þingal û Kobanê li ser rûpelên,
Tiwîter û fêsbûk ê bi hiþkî,
Belav dikin,
Sibeha ji xemgînî,
nîskaf ê û þîr vedixun û êvara jî þevbûhêrkên xwe bi
Wiskî re di qedînin……Û gilî û gazinên xwe ji hevre,
Dibêjin!!!!?????....
Ev roja danîna sînorên netewa ye?
Roja hebûn û nebûn ê ye?
Tanî tu heb ê divê tû bi hêz bê!?
Perçebûn û hovîtî ji mere bin axkirine?
Ji xew þiyarbe ey berpirsyarê serhiþk û
Bi meqeresîîîîîîîîîîîîî.
Êdî bese êdî bese…
 
lewenddalini@gmail.com
  23 ê Çirya Pêþî 2014,
   Beirût - Lûbnan






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3819