Beriya Mêrdînê û Êzidiyên wê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 31 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ 

   Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eþîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî (Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deþta Wêranþarê, ew jî cihê rûniþtina du eþîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paþê.


 Gelek kalemêrn herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 k m ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 k m, jêre dihat gotin Milan, xelecan û deþta Wêranþarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranþarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê eþîrên Kurdên Êzidî û misilma ne.
  Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û cefayê ve, ji ber þerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî, kurdên misilman û erebên misilman yên eþîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Þingalê û Kurdistana baþûr girtin, hin ber bi rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê kurmênc girtin û gelek ji ber zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di beriya Mêrdînê û Wêranþarê de belav bûn.. Xwe di nav eþêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eþîra Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paþê, û piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja Îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên Misilman de belavin.  

  Wêne: Ez û Hisoyê Hecî Reþo mezinekî Ezidiyên Beriya Mêrdîmê. 
   
 Qamiþlo, 31.08.2014






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3794