xandî tîþê
bi jiyanêre li ser pelê pirtûkan
bi dîtina sala
hezar û nih sed û heþtê û heþtan
hêsir barîn
ji çavê helebçe
*** *** ***
bûhar tirsî
bi dîtina awra reþî tarî
mirin bi konê xweyî reþ
xwe berda
nav mal û erd û zozan
barî agrê dijmin
bi ketna bombeyê derman
hejandin erd û çîya û asîman
*** *** ***
kenê zaroka bela dibû
ser pelî gulan
bilbil serxweþ di bûn
bi heskirina kenê wan
û biwî kenê xwey germ
ketin xeweke giran
bi hejandina wa bieþq
liser destê daykan
*** *** ***
bav û dayik bi zarokê xwe
kirin lez û bazdan
lê mirin zû derdiket
li piþt û li pêþiawan
û pirsa wa ji mirinê
ku bimînin zarok
lê mirin dasika xwe zû
avetibû gul û simbilan
*** *** ***
bihuþtê veke herdû derîye
xwe li asîman
pênç hezar kurd
lite îro bûne mêvan
kurdistan îro bûye
pênç parçe
çar li erdê û yek
li bihuþta yezdan
*** *** ***
bi navê yezdan pak û dilovan
agir ketiye
nav erdê dijminan
bi kuþtina wa
her kurd û her însan
îro þahiya û serhildana û dîlane
bi girtina serokê
keftar û xwînxwaran
bi merez û qirêj û sertewandî
libin erdan
îro kûçik û rovî ketin
nav lepê þêran
*** *** ***
îro dem dikenî linav
rûkê pirtûkan
di dîtina sîtemkarê mezin
girtiya nav zindan
bikenin zarokê helebçe
nav gulê bihuþtan
dem zîvirî liser serê
serokê navê ereban
bi roniþtina þerekî kurdî
liser erþe serokê wan
*** *** ***
bi zimanekî kurdî baqij
gota geli mirovan
îro mestand xwîna þehîdan
bi dîtina azadiya kurdistan
we digot
memostayê mezin
mele Berzan
*** *** ***