Feqî yê Tîran Jiyan û helbest û helbestvanî ( 2)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 12 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



Heyder Omer
heyder52@hotmail.de

Beþê yekem
Dîroka kesayetî
Navê Feqî:
Pirên helbestvanên kilasîkên Kurd, bi navên þûnên jidayikbûnê, yan jî bi navên þûnên, ku piraniya jiyana xwe lê têper kirine, dihatin naskirin; wek nimûne, Mela yê Cirîrî bi navê Cizîra Botan hatiye naskirin, û tê gotin, ku Ehmedê Xanî bi navê gundê (Xanê), ku li herêma Hekarî li bakurê Kurdistanê dikeve, hatiya naskirin(1) .


Her weha Feqî yê Tîran jî ji vê xêzê derneketî, û gelek caran di helbestên xwe de xwe bi navê Muksê, ku li herêma Hekarî dikeve, dide naskirin, û di çarîneke Þêxê Senan de weha diçe, ku ew Muksî ye, bi agirê evînê disote, helbestan dibêje, da rewþa xwe, ji ber fîraqê û dûrbûnê bide xuyakirin(2) . Di cihekî din de xwe bi Feqî yê Tîran dide naskirin:
Ê bi kul û derdan ez im.
Mecrûhê ji qehran ez im.
Ê xurê þêran ez im.
Feqîhê Teyran ez im(3) .
Êger ev nîþanên jorîn, ku di helbestên wî de ne, cjhê lê jiyaye nîþan dikin jî, pirê caran em navê wî di helbestên wî de yan bi kurtahî, yan jî tewaw dibînin:
Þehîdê (Mîm û Hê) îsm e.
Ji iþqê sotiye cisme.
Li cama mey bûwe qism e.
Þehîd bûm ez li diyayê(4) .
Her weha hin caran jî navê xwe yê pêþî di helbesên xwe diyar dike:
Bi ismê Mihemmed nav im.
Bilbil im di gulzaran(5) .
Yekemîn car navê wî (Mihemmed) li ba Elîksender Jaba;  qunsulê Rûsan li Erzeromê di navbera salên (1855-1860) diyar bû; ewî qunsulî gelek helbestên kurdî , yên Feqî yê Tîran jî di nav de, dabûn ser hev. Bi baweriya min, her lêgervanên, ku di pey wî re hatine, û jiyana Feqî yê Tîran pelandine, wek Mihemmed Emîn Zekî, Ebdulreqîb Yûsif, Dr. Îzedîn Mistefa Resûl û Seîd Dêreþî û Pêzanê Alîxan, ku beþê yekem yê dîwana wî tûjandine, hem xwe bi ser boçûna E. Jaba de, ji ber ku ji bo vê mijarê yekemîn jêdera ev yeka nîþan kiriye, û hem jî bi ser vê malika jorîn ji dîwanê de, paldane, û navê (Mihemmed) ji bo Feqî yê Tîran çespandine(6) .
Mihemmed Emîn Zekî dibêje: „ Navê (M. H) ji xwe re wergortibû, û navê wî yê rasteqîn Mihemmed e“(7). Ebdulreqîb Yûsif dibêje: „Feqê Teyran, navê wî Mihemmed e, û di helbestên xwe de bi (M. H) tê naskirin“(8). Lê Dr. Îzedîn Mistefa Resûl weha diçe, ku (M. H)ê kurtahiya (Mihemmed Hekarî)ye(9). Her weha mela Ehmed Zivingî(10) û Sadiq Behadîn(11) çi tiþt bi ser boçûnên derbas bûne de zêde nekirine.
Lê Dr. Bilec Þêrko, (rehme lê be Dr.Sureyya Bedirxan bi vî navî dihate naskirin) weha diçe, ku navê vî helbestvanê me Mehmûd e, ne Mihemmed e(12).Lêgervanê Kurd Aramê Çaçan, ku gelek helbestên helbestvanê me dane ser hev, û bi du berhevokan belav kirin, yek bi navê (Gulbuhar) sala (1957)ê, û ya din bi navê (Tenbûr) sala (1974)ê, boçûna wî jî wek ya Dr. Bilec Þêrko ye, ji ber ko navê Mehmûd pirê caran di helbestên her du berhevokên navborî de dubare dibe.
Seîd Dêrþî û Pêzanê Alîxan, ku beþê yekem, ê dîwana wî tûjandine, mavê (Mihemmed) dadigerînin, ji ber ku li gor boçîna wan hemî jêderên pê bawer navê Mihemmed diçespînin, û dîsan li gor boçûna wan, ewên ku Aramê Çaçan dane ser hev, mijara gumanê ne, û heye pirên wan helbestan ne yên Feqî bin, ji ber ku ji þêweyê wî dûr in(13).
Ev  jêderên navborî du navan þanî me didin; yek Mihemmed û yê din Mehmûd e; gelo emê kîjanî dagerînin? Nîþanên her du navan di helbestên wî de hene, lê bi baweriya me nîþanên, ku navê Mihemmed dadigerînin duristir in, ji ber ku:
1.Navê Mihemmed di yekemîn jêderê de heye, ew jî keþkûla Elîksender Jaba ye, ku sala (1868)ê li Pêtresbûrgê, digel wergera bi zimanê firansizî, hatiye çapkirin.
2. Hemî lêgervanên, ku helbestên wî dane ser hev, û dîroka jiyana wî pelandine, navê Mihemmed dagerandine,  lê tenê yekî navê Mehmûd nîþan kirî, lê bê behane û bê belgeyên dîrokî.
3. Þiroveya Dr. Îzedîn Mistefa Resûl, ku tîpa yekem (M) kurtahiya (Mihemmed)e, û tîpa duwen (H) kurtahiya (Hekarî)ye, gelek logîk xuya dibe.
4. Hêzdartirîn nîþana, ku navê (Mihemmed) dadigerîne, ew e, ku ev nav di helbestên wî yên ku ji hêla du lêgervanên pê bawer  hatine tûjandin de derbas bû ye.. Bi ser de jî navê (Mihemmed) aþkera di hinek  helbestên wî de derbas dibe; wek ku di helbesta (Feqî û Melê) de diyar e:
Gul im di destê xwaran.
Bi ismê (Mihemmed) nav im(14).
Lê ewên ku Aramê Çaçan dane ser hev, û navê (Mehmûd) tê derbas dibe, hîna li benda  tûjandina rexneyîn e.
Jêder û çavkanî:
(1)   Ebdilreqîb yûsiv weha çû ye, lê paþê ji vê nerîna xwe vekþiye.
(2)   Destnivîseke Þêxê Senan, li ba Parezêr Xelîl Sasûnî ye. Qamîþlo, rû 73.
(3)   Dîwana Feqê Teyran, pêþgotin, rû 6. Ev jêder wê ji vir û pê ve bi (Dîwan) were nîþankirin.
(4)   Dîwan, rû 78.
(5)   Dîwan, rû 104, 105.
(6)   Prof Dr. Qanatê Kurdo: Dîroka edebyeta Kurdî, 15/1.
(7)   Dîroka Kurd û Kurdistan, 336.
(8)   Ebdilreqîb Yûsif: Þaîrên kilasîkên Kurd, rû 29.
(9)   Dîwana Feqê Teyran. Pêþgotin, rû 8.
(10) El-Eqid El-Cewherî fî Dîwan El-Þeyx El-Cezerî, rû 914. Ev jêder ji vir û pê de dê bi   (Zivingî) were nîþankirin.
      (11) Kovara Rewþen, hej 3, rû 63, sal:1989.
      (12) Dr. Bilec Þêrko. El-Qediyye El-Kurdiyye, bi zimanê erebî, rû 31. Ev jêder ji vir û pê       de dê bi nave (El-Qediyye El-Kurdiyye /Doza kurdî) were nîþankirin.
     (13) Dîwana Feqê Teyran. Pêþgotin, rû 8.
      (14) Dîwana Feqê Teyran, rû 104.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3778