Þingal û Fermana 74an
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 08 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ 

   Werin em pêlekê li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim piþtî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî ku deranî; bi kuþtin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Û wiha ta roja îro toþî 74 fermanên enfalkirinê bûne, ku a 03.08.2014an a dawî ye. Vêca her ku fermanek dijî wan rabûye, ji neçarî, ji ber mirin û xweparastinê, di berriya Mêrdînê re, berê xwe dane Çiyayê Þingalê, hêlîna azadî û serxwebûnê, keleha xwîniya… Û wiha gelek ji wan eþîr, bavik û berên Êzîdiyan xwe gîhandin çiyayê Þingalê, yên nikarîbûn li berriya Mêrdînê, di nav eþîrên Kurdên misilman de mane û xwe parastine..


(Lo lo Derwêþo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. boþekî deva bê.. konekî reþî erebî, ser bîst û çar  stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranþarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e`hdek ji rebê xwe re daye; Piþtî Derwêþê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê...)    
 Di baweriya min de, roja îro parastin û guhdana bi bi çiyayê Þingalê û geliyê Laliþ, parastin û guhdana Kurdistanê ye. Danhev û komkirina qewlên pîroz, pêþxistin û dewilmendbûna zimanê Kurdî ye.. Eger her olek xwe bi pirtûkek pîroz pesin dide, bêguman qewlên pîroz di ola êzîdiyan de xwe pesin didin.. 
   Konê Reþ, Qamiþlo, 08.08.2014  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3769