Hawar e hawar..
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Hawar e hawar.. Xwîn nabe av.. Ku em nebin yek û birayên xwe Êzidiyên Þimgalê ne parêzin, em ê herin av û av.. Mane pêþiyan gotiye: Xwîn nabe av 
Êzidî; Kurdên herî kevnar in.. Ola wan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî ye. Ev ol li ser bingehê bûyerên xweristî hatiye ava kirin û kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar wek Hindiyan, Hindoewropiyan û xelkên Mezopotamiya distîne.


  Hem jî gelek bîr û baweriyên þaristaniyên kevin wek Someriyan, Babiliyan Aþûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye.. Erê ola kurdên Êzidî oleke çiyayî ye, oleke þuristî ye, oleke aþitîxwazane ye.
  Ta roja îro Kurdên Êzidî bi ziman, irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeþînin; nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ne. Di baweriya min de ta ku ola wan a Êzidiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.. Parastina vê olê, xelkên vê olê parastina ziman û hebûna gelê Kurdî ye.

Melayê Cizîrî di pesnê wan de wiha gotiye:
Dil geþte min ji Dêrê,
naçim Kenîþteyê qet
Mihraba wê bi min re,
wer da em biçne Laliþ..

Sed mixabin u sed hawar ku îro Þingal û Zumar li ber talanê ne.. Hawar e hawar.. Xwîn nabe av, ku Þimgal rizgar nebe em ê herin av û av..

Konê Reþ, 04.08.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3764