Salvegera yekemîn a komkujiya Amûdê, Vexwendin boyî rawestandina li Dortmund-Elmanya
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 17 íĉäíĉ 2014
Mijar: Nûçe



Rêxistinên Europa yên hejmarek ji partiyên kurd û komek ji serbixweyan we vexwendî rawestina yeksaliya komkujiya Amûdê ya tirsnak dikin, ya ku çeteyên Yekîneyên Parastina gel, ŝaxê Sûrî yê Patiya Karkerên Kurdistanê li dijî xwepêŝandanek aŝtiyane pêk anî bû. Di wê rojê de xwepêŝandaneke aŝtiyane ji boyî azad kirina jimarek ji girtiyên kurd ên di zindanên PYD de li dar ketibû, lê asayiŝên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqratîk (Pyd) ve bi çek û guleyan pêŝwaziya wan kir û gule li wan barandin, heŝt ŝehîd ketin, ji wan du zarok û her wiha hejmarek din birîndar bûn.
Rêxistinên Europa yên hejmarek ji partiyên kurd û komek ji serbixweyan we vexwendî rawestina yeksaliya komkujiya Amûdê ya tirsnak dikin, ya ku çeteyên Yekîneyên Parastina gel, ŝaxê Sûrî yê Patiya Karkerên Kurdistanê li dijî xwepêŝandanek aŝtiyane pêk anî bû. Di wê rojê de xwepêŝandaneke aŝtiyane ji boyî azad kirina jimarek ji girtiyên kurd ên di zindanên PYD de li dar ketibû, lê asayiŝên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqratîk (Pyd) ve bi çek û guleyan pêŝwaziya wan kir û gule li wan barandin, heŝt ŝehîd ketin, ji wan du zarok û her wiha hejmarek din birîndar bûn.


 Di dûv re eynî asyiŝan bajar dorpêŝ kir, tevgera nav bajêr qedexe kir, û bi girtinên berfireh rabû, gelek çalakvan û siyasetvanên tevgera ciwanên ŝoreŝê hatin girtin, jimara girtiyan giha bû bêtir ji 90 î, her wiha gelek baregehên partiyan hatin dagîr kirin û ŝewitandin, wisa jî asyiŝan êrîŝî nexweŝxaneyan kiribûn, daku birîndar neyên derman kirin û îhaneta karmendan jî kiribûn.
Komkujiya Amûdê di bin sîwana rêbaza gelemperî ya tund û tûj ji aliyê pyd ve pêk hatibû, û kiryarên berdewam ên ku bêtir nêzîkî kiryarên rêjîma Esed bûn pêk hatin, diyar dibe ku ew partî wek wekîlê rêjîmê li herêmên kurdan tevdigere, û destê xwe daniye ser gelê kurd daku wî ji ŝoreŝa wî ya niŝtimanî dûr bixîne, ŝoreŝa azadî û comerdiya hemû sûriyan, ji bo ku hemû tevgera ŝoreŝgerî, siyasî, civakî û çandî têk bibe, ji bo ku kurdên Sûriyeyê di selika partiya dayika xwe Partiya Karkerên Kurdistanê de bihejîne, û daku gelê kurd li dûrî erkên wî yên bingehîn ji pêkhatiyên gelê Sûrî bixîne.
Komkujiya Amûdê qonaxeke tirsnak e di dîroka gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê de bi taybetî û yê Kurdistanê bi giŝtî de, çimkî yekemîn car e ku aliyekî kurdî xwe wek hêzeke leŝkerî ku qaŝo berevaniyê di ber pirsa kurd de dike û wî diparêze bi komkujiyeke wiha di derheqê komek ji ciwanên kurd de radibe, ew ciwanên ku li dijî zulm û zordariya rêjîma Esedê diktator daketin kolanan û doza rûxandina rêjîmê û Sûriyeke demuqrat kiribûn, Sûriyeke ku hemû alî têde wek hev bijîn, doza dewletek bê sitemkarî û kurd têde bighên hemû mafên xwe yên rewa kiribûn.
Di wexta ku em ŝehîdên xwe yên komkujiya Amûda leheng ên ku ala azadiya gelê me bilind kiribûn, li bîra xwe tînin, bi tundî komkujiyê ŝermezar dikin, û hemû siyaset û kiryarên tund û tûjiya destelata nerewa li ser herêmên kurdan a ku xizmeta gelê me û siberoja neteweya wî nake ŝermezar dikin. Em wan ji encamên tirsnak agahdar dikin, her wiha em doza damezirandina komîtekê ji dadmendên kurd dikin daku komkujiyê biŝopîne û sûcdaran radestî dadmendiyê bike, daku cezayê kirina xwe ya kirêt bistînin. Ji ber ku texmîna me ew e ku gelê me dikare bi ŝoreŝek din, bi bêhneke kurdî rabe, di wexta ku em hemû hewcedarî yekkirina rêza kurdî ne, ne ku kurd û kurd li dijî hev derkevin.
Em revenda Sûrî bi giŝtî û ya kurdî bi taybetî vexwendî çalakiya li dijderketina komkujiya Amûdê li bajarê Dortmund a Elmanî dikin, li ser evê navnîŝanê :
Reinoldikirche-Friedhof
44135 – Dormund
Têl: 0049-17667860932
Roja ŝemiya 28/06/2014an, katjimêr: 14.00
Daku em hemû xwedî li ŝoreŝa Sûrî derkevin, û komkujiya Amûdê ŝermezar bikin, û ŝehîdên xwe yên leheng li Amûdê, Efrîn û Kobaniyê li bîra xwe bînin, û ŝehîdên xwe mîna Miŝel Temo, Nesredîn Berhik, Ciwan Gutna, Mehmûd Walî, Ŝêrzad Wanlî û yên din ku dîroka rûmetê nivîsandin li bîra xwe bînin, li çalakiyê amade bibin û bêdeng li dijî komkujî û kiryarên ŝaŝ nemînin.
Silav û dilovanî boyî giyanê hemû ŝehîdên ku bi mêrantiya xwe ya bê hempa dîroka rûmetê nivîsandin.
Rêxistinê Europa yên:
Partiya Demuqrata Kurdistanê-Sûriya
Partiya Yekîtî kurdî li sûrî
Partiya Demuqrata kurd li Sûrî-El-Partî
Ŝepêla Pêŝeroja kurd li Sûrî
Hejmarek ji xelkên azad û serbixwe.
……
Europa, 16/06/2014









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîŝan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3714