LÎSTOKA REWÞENÊ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 06 íæäíæ 2014
Mijar: Nûçe



Merwan Berekat

Carina dibezî, carina jî bi paþ ve dizêvirî. Ji bang û qêrîna wî zimanê bangan lal dibû. Wî nizanîbû çi bûye, ne jî zanîbû kî maye..!!?
Li pêþ malên bêderî û ji hilma birînên teze pelên darçinarê xwîndigriyan. Rehên dara yasemînê li beden û þaxên xwe digeriya.
Di navîna erd û zemîn de, dûmaneke xalîkî çavên demê kor kiribûn.


Diket.. radibû.. carina jî li solên xwe yên nîvþewitî vedikulimî, lê tirs ji wî direviya û her li ber xwe dida, ku kesekî bibîne û ji wî pirs bike, ku çi çê bûye..!?
Vedengên nalenalan, sîmfoniya giriyê þîrmijan û axînên nîvqurçî neynika aso tîk dikirin.
Ne berbang bû.. Ne sibe bû.. Na na; ne jî roj bû. Hemû tiþt li dervî sînorên demê li xwe digeriyan.
Hin dîwar hilweþî bûn, û hin jî nîvherifî bûn, Lê gilîzê hovîtiyê ji wan dadirivî.
Dimeþî.. ew ne li riyan digeriya. Diket.. ew ne lawaz û bêvîn bû, lê her tiþtek ne wek xwe bû, ne jî reþikên cavên wî tu wêne werdigirtin. Tenê.. carina tevleheviyê ew bi paþ ve dizêvirand.
Wî destê xwe yê çepê dikir rêberê zikxuþka xwe, lê ji niþkê ve, lîstokekê destê wî rawestand. Ji wê bû, ku tiliyên çarsalî ne, û li wê digerin.
Wî bi hêdîka lîstok ber ve xwe kiþand û bi coþ maç kir. Ji wê maçkirinê lêvên wî sor bûn, û zimanê wî þor bû. 
Fêrmiskan lêv þuþtin, lê zimanê wî zêdetir þor kirin.
Wî hêze xwe kir, ku rabe ser xwe, lê ew bi ser laþê kalemêrek, ku bedena wî bibû nexþeyek ji xwînê de ket. Axîneke giran û nalînek bi êþ  perda guhên wî hejandin.
Wî ji kalemêr pirs kir: Çi çê bûye?
Kalemê bi dengekî giran got: Ev taxa me ye. Ev mala me bû. Ez li hevjîna xwe Gulê û li keça xwe Rewþena çarsalî digerim, belkî ew jî li min digerin, û belkî lîstoka Rewþenê jî, li me hersiyan digere...!!
Dema kalemêr wisa got.
Þiyêr bi hemî hêza dengê xwe bang kir..
Bavooooooo bavo!!!!!  Di bextê te de me; bavo...!!
Bêje min kanî dayka dilovan?????
Kanî Rewþena biçûk....???
- Loooo Þiyrê min. Ev tu yî ?
- Bavoooooo bavo.. !! Kanî rewþena biçûk ???
- Þiyarê min. Ev tu yî ?? Mala Xwedê ava be, ku tu hîn  heyî.
Þiyarê min..! bihêle ez têêêr te ramûsim. Ez te maç kim. Ez te hembêz kim. Bila ez ji dîtina te têr bibim.
Wî lêvên xwe yên dilovan dan ser dêmên Þiyêr, lê mixabin, ew tî miçiqîn û Þiyarê çardehsalî li ser sîngê bavê xwe bîr ve çû...!!  Li rex wan lîstok digriya û li Rewþenê digerî.
Efrîn : 05 . 06 . 2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3708