Divê doza me ya netewî û ya niþtîmanÎ her sernîþan be
Dîrok: ÇáÃÍÏ 25 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



Dr. Kamiran Haj Abdo*

Ji zû de ye, em kurd bi gelek babetan têne MIJÛLKIRIN. Bê guman ev yeka ne ji xwe berê ye. Ew ji bo wê yekê ye ku em doza xwe ya sereke, doza xwe ya netewî û kêþêya xwe ya niþtîmanî ji bîr bikin û bi tiþtine teniþt re mijûl bibin. Bi vî rengî jî barê rêjîma totalîter û xwînrêj dê siviktir bibe, gava 3-4 milyon kurd berê xwe ji doza xwe ya netewî (kurdî-sûrî) û ya niþtîmanî (sûrî) bidin yal...
Ev demek e tê gotin: Dewleta Îslamî ya Îraq û Þamê (DAÎÞ) filan herêma kurdî dorpêç dike, bêvan herêma kurdî jî dike armanc...


DAÎÞ kurdan dikuje... YPG herêmên kurdî diparêze... Divê em xwe biparêzin... Divê em tev bibin YPG... Filan hêza kurdistanî xendekan dikole... em tên dorpêçkirin... Divê em wan xendeka bixetimînin... Filankes terorist e, divê bête girtin û bidûrxistin... Em li der sînor mane, nahêlin em vegerin welêt... emê vegerin, bi çi temenî dibe, bila bibe... Filankes hate kuþtin, bêvan hate miþextkirin... Zagona partiyan derket... Yasaya hilbijartina derdikeve... û hwd.
Gelo çima em çera doza xwe ya netewî nabin, doza gelê kurd li Sûriyê. Ev doza ku em hemû partî – xwadêgiravî – ji bo wê hatine damezrandin?! Gelo çima em ji zû de nema çera rewþa welatê xwe Sûriyê dibin, çêra þoreþa wê û þerê navxweyî nabin... Çima em çêra awayê çareserkirina kêþeya Sûriyê nabin... Çima em bi wê yekê mijûl nabin, çawa em kari bin welatê xwe Sûriyê ji vê dojehê rizgar bikin û ligel hevparên xwe yên ereb û siryan-aþûrî hewil bidin ku welatekî demokrat – îro berî sibede – ava bikin, ku tê de hemû mirov û pêkhateyên netewî û olî azad û wekhev bin?!
Îro divê ji me kurdan re KURDAYETÎ û SÛRIYA DEMOKRAT di ser hertiþtekî din re bin. Gelo ma hebûna partî  û rêxistinên kurd serûber ne JI BONA SÛRIYEKE DEMOKRAT Û BIDESTXISTINA MAFÊN GELÊ KURD LI SÛRIYÊ YE?! Ma mirov dikare – bi çi buhaneyê dibe, bila bibe – sedem û egera hebûna xwe ji bîr bike û wê ji xwe re herdem neke navnîþana xebat û têkoþîna xwe?!
Kurdo, were em bi hev re ji bo doza xwe ya navendî, doza kurdên Kurdistna Sûriyê û doza Sûriyê bi giþtî bixebitin…

Bijî KURDAYETÎ berî hertiþtekî din… Xebat bona SÛRIYEKE DEMOKRAT, PIRLAYANE Û NENAVEND

* Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3690