Çand û mertala bêjingî û hin rewþenbîrên kurd
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 20 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



  Keko osman

Konferasa MEM û ZÎN û rêzdar Perwîz Cîhanî ( wek nimûne ) .
Komeleya NÛBIHAR Konferansa Mem û Zîna Ehmedê Xanî di roja 1752014 li bajarê Batmanê li darxist , û axaftvan û simînar bêj nivîskar û rewþenbîrê bi nav û deng ji Kurdistana roj hilat  berêz Perwîz CÎHANÎ bû . Herweha mamostê beþê zimaê Kurdî li zanîngeha bajarê Mêrdînê bû .
Di destpêka Konferansê de mamosta û lêkolînerê hêja P.CÎHANÎ wiha anî ziman :
Dîroka zayîna Xanî li gor serdema Koçî baramberî zayînî û go : li dor 1061z hatiye vê CîHana DEREWÎN .


Di heman demêde þopand û got : Lê Xanî ne FÊLESÛFe û malikek ji evsanê pêþkêþ kir û dûbare kir ku ligor vê malikê tê wê wateyê ku Xanî bixwe eþkere kirye ku ew ne fêlesûfe .
Divê Konferansê de mamostê rêzdar pir serkeftî bû û keda wî dihat ber çavan , bi taybetî di hilbijartina malikên destana Mem û Zînê de. Ez bawerim cihê dilxweþya pirtirîn beþdaran bû .
Her weha wek hemû çalakiyên di vî babetî de ew bû, vekirina deryê pirsan , û livir hin têbînên min li ser naveroka mijarê hebûn  û tanî digihiþte asta nakokiyan .
Dema pirsan dest pêkir min rêdan ji mamostê hêja xwest ku du pirsên mi hene eger derfet hebe . Pirsên minjî ev bûn :
1.Min pirsî : Mamosta dema we dîroka zayîna Xanî nîþankir , we got hat vê Cîhana DEREWÎN , gelo çima hûn diwxazin vî reng navî li vê Cîhana dewlemend bikin, û weha hûn dibin hevvparê kesên ku dixazin gelê Kurd ji vê cîhanê bê par bikin? Tanî Îmam Elî jî weha gotiye : (Ji vê cîhana xwere bike weku tuyê her û her li cîhanê be, û ji cîhana dîtire bike weku tuyê sibe bimrî) . 
2.Min Pirsî : we anî ziman ku Xanî ne FÊLESÛF e, lê DR.Izedîn Mustefa Resûl gotiye : Xanî Helbestvan e û FÊLESÛF e û Sofî ye , ma ev tê çi watê ? ya dîtir ne mere xwe bixwe vê nîþanê bixwe vedike, yanî biryar ne ya mirove, hin aliyên fermî anjî hin saziyên sivîl vê nîþanê bi kesan ve vedikin , tê wê watê ku behana wê malika ku Xanî gotiye ez ne FÊLESÛF im ne bese ku ne Fêlesûf be .
Mamosta P.CÎHANÎ pirsên min weha bersivand :
Bi kurtî bersiva yekem da û got : Rast e ez vê Cîhanê DEREWÎN dibînim bê ku þîrove bike .
Bersiva pirsa duyem jî weha got : Û careke din piþtrastkir û malika efsanê dûbare kir ku Xanî bixwe dibêje ku ew ne FÊLESÛF e û xanî gotiye ku ew Pêzan e (Arif e) . Weke bêje ku mirov wek kes xudanê biryara  xwenîþankirnê ye , û ev maf di destê Xanî deye, lê wek tê zanîn ev biryar ne ligor pîvana ye û hin aliyên cuda ewin ên xwedyên van mafan e . Mixabin van bersivên zuha ez têr nekirim û ez matmayî hiþtim liber vê qama bilind û navdar .
Keko osman
Keko3.57@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3684