Heyva Gulanê!
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe





Konê Reþ

Gulanê!
Ev çi ewrê reþ e,
Tu di ser asmanê bajarê min re
Dibî û tînî?!
Çima tu dêmê xwe ji xelkên bajarê min Qamiþlo
Diguherînî..?!


Nakokî, dubendî û berberiyê
Di nav xelkên min de
Gur, bilind û sor dikî..?!
Gulanê!
Tu heyva gul, kulîlk û çîçeka ye..
Heyva çûk, çivîk û þalûla ye..
Heyva aramî, tenahî û evînê ye..
Gulanê!
Bela kes navê te bi kiryarên þaþ û çewt
Ne lewitîne,
Rengên gulên te, bi rengê xwînê
Neguherîne..
Gulanê!
Çendî ji van rojên te bi tirsim!
Ji rengê gulên te yên sor bi tirsim!
Çendî bi hêvî me ku xaka welatê xwe,
bajarê xwe, bi tovê gulpsî û gulzeran
Bibînim û
Ev reþewrê xerab yê ku
Xwe di ser bajarê min Qamiþlo re vegirtiye,
Biferike û nebînim.
Erê biferike û nebînim.

Konê Reþ, Qamiþlo, 19.05.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3682