«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE ... xelek (2)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 18 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



Deham Ebdulfettah

- Evistayî :

Berî nuha me amaje pê kiriye ku zimanê Evistayî navê xwe ji "Evista"wergirtiye . Ev jî dide zanîn ku nirx û buhayê zimanê Evistayî ji nirxdarî û pîrozbahiya Evista bixwe hatiye .
Bo vê çendê jî bandora Evista û zimanê Evistayî li gelên herêmê û zimanên wan bûye .


Mes’ûd Mihemed derbarî rola Evista dibêje[1] :
" Çi tê gotin bila bê gotin, lê ya herî rast ew e ku bandora Evista, ji hêla olî, rewşenbîrî û zimanî ve li gelên Arî bi giştî ron û eşkera ye .
 
Wê bandorê ta destpêka Islamê jî berdewam kiriye "ê
Dema jidayikbûna Zeradeşt nehatiye nasînê Hinek dîroknas dibêjin, Zeradeşt di sedsala heftem (B.Z) de bûye, hinek jî dibêjin, Zeradeşt di sedsala nehem (BZ) de hatiye dinê Bi rastî, çi belge li ber destê kesî nîne ku karibe bi hûrbînî, wê demê destnîşan bike . Lê tiştê ku pirraniya dîroknasan tekez kiriye ew e ku Zeradeşt li herêma bakûrê rojavayê Iranê ji dayik bûye . Anku, li herêma "Mukriyan"ji Kurdistana rojhilat .
Li gora ku dîroknas tekez dikin, Zeradeşt ji welatê bav û kalên xwe berû herêma "Xurasanê"ve koçber bûye û li bajarê "Belxê"niştecî bûye . Li wê herêmê dest bi  belavkirina peyamên doz û xwazyariyên xwe kiriye . Evista jî li wê herêmê pêk hatiye .
Di vê pêvajoyê de mirov tûşî pirsekê dibe :
Gelo Evista bi zimanê Zeradeşt û bav û bapîrên wî hatiye nivîsîn, yan bi zimanê welatê koçberiyê ku lê jiyaye ?!
Bi dîtina pirraniya karnasên zimanên dêrîn, Evista bi zimanê Zeradeşt ê dayikê, zimanê welatê ku lê bûye û lê mezin bûye hatiye nivîsîn .
Bûbelata herî kambax ku bi ser Evista de hatiye ew zêdegaviya hovane bû, dema ku Iskenderê Makdonî sala (331)ê BZ pirtûkxana Şahinşahî, li bajarê "Istexir"[2]( paytexta ola Zeradeştî) şewitandê Pirraniya bergên wê pirtûka bêhempa şewitîn, tenê nêzî (83000) bêjeyan ji wê şewatê rizgar bûnê  . Lê ya xoşbextane ew bû ku hemû deqqên wê pirtûka pîroz di sînga Mûbîdanan[3] de parastî bûn . Bi vê yekê jî tiştek ji Evista winda nebû.
Sala (147)ê BZ, cara pêşîn ku Evista (piştî wê şewatê) tê nivîsîn û cara duwem jî sala (226) zayînê tê nivîsînê
Ew zimanê ku Evista pê hatiye nivîsîn çi be û çilo be jî, nexeme, herî ew ziman bi navê zimanê Evistayî hatiye nasînê Zimanê Evistayî jî, bi sedema ku zimanê ola Zeradeştî bû desthilatiya xwe li ser qada zimanê Parisî[4] (Exmînî) û zimanên hawîrdor jî kiriye . Gelek bandor û kartêkirin di nav zimanê Evistayî û zimanên dîtir de bûye . Zimanê Kurdî jî, yek ji wan zimanên ku bandora Evistayî lê xuyaye û dibê cihê rawestan û jixwepirsînê !
Di Evistayî de pêşgira "e"alava neyînê ye, beranberî alava "ne"ya Kurdî bikar tê . Di Evistayî de gotina "emir"bikar tê , beranberî wê di Kurdî de "nemir"bikar tê .
Di Evistayî de paşgira (tat) digihêje navên heyber (madî) û wan dike navinî razber (manewî) .
Beranberî vê paşgirê di Kurdî de paşgirên "îtî , ayetî , tî"bikar tên , wek :
-         Di Evistayî de : (e + mir + tat) = emirtat
-         Di Kurdî de , ( ne + mir + îtî) = nemirîtî , nemirayetî
Wisan jî (heval + tî = hevaltî) , (Kurd + ayetî = Kurdayetî)
Ji bilî vê jî , hin gotinên Evistayî di zimanê Kurdî de tên dîtin (digel hin guherînan) :[5]
Evistayî                                   Kurdî
-Zamatir                                  zava û zawa
- Zereya                                   zeryaûderya
- Asu                                       asik ûxezal
-Mese                                                masî
- Vizim                                    xizim
- Per-to                                    tê-per (derbasbûn)
- Zime                                      zistanûzivistan
- Zantî                                      zanûzanitî (zanîn)
- Pesu                                                pez
Bi vê ronîkirinê têkiliya zimanê Kurdî û yê Evistayî bi hev re ron û diyar dibe , ku ew têkilî sînorên bandor û kartêkirinan derbas dike .
Zimanê Pehlewî jî , weku zimanekî Iranî yê kevin , li rex zimanê Evistayî , bandoreke fireh li hemû zimanên hawîrdor , nemaze yên Iranî kiriye .
C-  Li gora venerîna Mes’ûd Mihemed , ku di pirtûka "Zimanê Kurd"de dibêje , navê "Pehlewî"ji gotina "pertew"hatiye zîvirandinê Pertew jî navê Xurasanê yê kevin bû[6]  . Vêca ku ev salix rast be , jixwe em ê di wê baweriyê de bin ku zimanê Evistayî û yê Pehlewî , weku dû darên şaxvedayî ne di yek xakê de şîn hatine û her yekî ji wan jî , rola xwe ya serdestî , li gora desthilatiya qûnaxê , dîtiye . .
Bi vê nêrînê , em piştrast in ku bandor û kartêkirina van her dû zimanan (ji hêla bêjeyan) li hev bûye û ya wan jî , li zimanên hawîrdorê , bi giştî û li yê Kurdî jî , di nav wan de , bûye .
Li gora xwendina Mes’ûd  Mihemed (derbarî zimanê Pehlewî) , di pirtûka P .N .Xanlerî "Tarîxî Zebanî Farisî", zimanê Pehlewî li ser kavilên zimanê "Parisî", (Farisiya kevin) ava bûye . Ev ziman bi demê re bûye dû beş :
1-    Beşek li cihê xwe (Xurasanê) maye û ji bo ku ji beşê dîtir bê nasîn navê "Pelewanîk"lê bûye .
2-    Beşê dî (bi koçberiya Xurasaniya re) li herêma başûrê rojavayê Iranê belav bûye . Anku , li herêma
" Hewraman"ku nuha di Kurdistanê de ye , belav bûye .
Zimanê Pehlewî desthilatiya xwe , bi şêweyekî fermî , ji destpêka serdema "Eşkanî"(250)yê BZ ta destpêka Islamê , li seranserî Irana wê demê kiriye .
Ev jî bûye sedema ku ev ziman bandora xwe li hemû zimanên Iranî bike û yê Kurdî jî di nav wan de . Nemaze ku em di ber çavên xwe re derbas bikin ku zimanê Pehlewî wiqas dem li wê herêma Kurdî (Hewraman) bikar hatiye û serdestiya xwe lê kiriye !
Ev malika jêrîn , ya ku Mes’ûd Mihemed ew ji pirtûka "Tarîxî Zebanî Farisî", Rû (249) hilçiniye û di pirtûka xwe "Zimanê Kurd"de bicî kiriye , wê bandorê baş tekez dike :
- " لَحْنِ أَوْرامَنْ و بَيْتِ پَهْلَوى
زخَمهِء رودْ وَ سَماعِ خُسْرَوى "
Mebest ji malikê ew e  , ku helbestên Pehlewî û awazên Hewramanî hev himbêz bikin ew ê hunermendiyeke pilebilind bijeninê Ji hêleke dî jî , ev malik bandora ziman û çanda Pehlewî li ziman û çanda Hewramanî (Kurdî) tekez dike .
Me berî nuha jî amaje pê kiribû , ku zimanê Kurdî bi hemû şêwezarên xwe ve , di himbêza zimanê Evistayî (Mîdî) de bi ser lingan ketiye û di bin sîwana zimanê Pehlewî de jî (demeke dirêj) xwe dîtiye . Bandor û kartêkirina her dû zimanên dêrîn (kevin) , li hev bûye û ya her duyan jî li zimanê Kurdî bûye û lê diyar dibe , wekî ku di vê lîsteyê de berçav dibe :
Evistayî                Pehlewî                Kurdî
- Wihurg               gurg                      gurgûgur
- Dirac                  diraj                      dirêj
- Kirim                 gerim                    gerim
- Dise                    deh                       deh
- Deman               zevan                    ziman
- Zime                   dimistan      zivistan û zimistan
- Maweng             mas                     mangû mah
- Wefir                  wefilûwefir           berifûbefir
- Xizik                  ………                 Hişik
- Mirxe                 miru            mir û mamir
- ……
 ,Di reseniya zimanê Kurdî de gotina (mir) bi wateya (murx , teyr) , bi dû şêweyan teşeya xwe ya lêkdayî girtiye :
1-    Mir + hîşk = mirhîşk (mirîşk) = murxê hişk-ayê
2-    Mir +aw ,av = miraw (werdek) = murxê avê .
Em dizanin ku piştî desthilatiya zimanê Pehlewî vekişya , zimanê Farisiya Derî (Farisiya nû) şûna wî girt û bû zimanê çand û rewşenbîriya Iranî li rex zimanê ola Islamê , yê fermî (Erebî) .
Têkiliyia zimanê Farisiya nû bi zimanê Pehlewî re têkiliyeke pabendî ye . Çawa zimanê Pehlewî li ser kelaxê Parisiya Exmînî ava bûye , wilo jî Farisiya nû li ser kelaxê Pehlewî ava bûye .
Di vê lîsteya jêrîn de jî , hin ji nîşanên têkilî û bandora Pehlewî li Farisî û Kurdî ku bûye , berçav dibin :

Pehlewî                Farisiya Derî       Kurdî
- Wefil , wefir       berif                      berif , befir
- Pîtak                  pîda                      peyda
- Mîtir , mîtroban mihr , mihreban    mihrevan
-Pitund                 pîwind                  pêwend
- Pitman               pîman                            peyman
- Balayî                wala                     bala , wala
- Biçişk                 pirişk          pizîşk ,bizîşk
-Destwîr               destûr                             destûr
-Ap                       ab                         av , aw
-Xwap                  xwab                    xew , xaw  
- Tap                    tab                        tav ,  taw
- Pîl                      fîl                          fîl
-kop                     koh                       koh, ko
- Dipwan              dîwan                             dîwan
-Diroc                   dirox           derew , dirox
- Roc                    roz                        roj
-Edwîn                 ayîn                      ayîn
-Edwînk               ayine           ayine , awîne
- Agas                   agah            agah , aga
- Gef                     gep              gef
- Nokroc               nûroz          nûroj ,nûroz
- Giyan                 can              can ,giyan
-Gîhan                  cîhan                    cîhan
- Wes                    bes              bes , bese
- Kotir                  kebotir        kevok ,kewtir
- Iwek                   yek              yek ,êk
- Zereye                derya          zerya , derya
- Horşîd                xorşîd                            xorşîd
- Patexşahî           pedeşahî               padişahî
- Zohir                  zor                        zor
- Yîwan                cewan                             ciwan
- Ferwerd              perwerd                perwerde
- Az                      (men)                    ez , (men)[7]  
- Xalok                 cado                     cado
- …… .
Piştî vê ronîkirinê mirov digihêje baweriyeke kûr ku zimanê Kurdî yek ji komzimanên Hindo-Ewropî , malbata zimanên Iranî ye . Lê ji hêleke dîtir ve jî , zimanekî serbixwe ye , xwedan rêzik û destûrên hûrbîn û taybet e .
 Rast e ku çi kar û xebatên pêdivî jê re nebûne , lê digel her rewş û delîveyê jî , dikarîbû , bi hezarên salan ta roja îro xwe biparêze !

[1] - Mes’ûd Mihemed : " Zimanê Kurd". Bexda (1987= . Rû . (14)
[2] - Bajarekî kevin e, li ser kavilên bajarê "parisî polîs" hatiye avakirin. Demeke dirêj weku paytexta ola Zeradeştî maye .
[3] -Mûbîdan : Pîrên Zeradeştî
[4] - Zimanê Parisî : Zimanê Xurasaniya kevin (zimanê Farisiya herî kevin).
[5] - Mes’ûd Mihemed : Zimanê Kurdî. Bexda (1987)- Rû (23-24-25-26)
[6] -Ji "Tarîxî Zebanî Farisî" hatiye hilçinîn
[7] - Bêjeyên van her dû lîsteyên çûyî, me ji gotara Hesen Qizilçî hilbijartine. Gotar di govara "Korî Zanyarî Kurd". Jimara (6)ê . Bexda (1978) de, bi navê "Goranî pîtekan be yektir cêgorkêyî pîtekan û siwa û tekşikanî wuşekan be hoy ew  alûgoraney be ser pîtekan da dê" belav bûye.
( Mamoste Qizilçî jî, gotara xwe ji pirtûkeke Farisî, bi navê "Sebukşinasî" hilçiniye.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3680