Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

Dost û hevalên hêja! 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be.. Di çend rojên derbasbûyî de min hin kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî ku di nav kurdên Rojava de, piþtî weþanên Bedirxaniyan, hatine weþandin, ji we re raxistin ber çavan û di pey re min hin weþanên Bedirxaniyan jî þanî we dan, da hûn serwextî ked û westandina wan lehengan bin.. Bawer bikin, dema ku rojnameya KURDISTAN bi zimanê kurdî li Qahîre dihat weþandin, çarox bi dest bav û kalên gelekan ji me nediket.. Mêzekin, bê çendî wan lehengan berxwedan û kêferat kiriye.. Sed mixabin, piþtî 116 salan hêj pirraniy çapemeniya me bi zimanê dagîrkera ye..!


Ez jî, bi vê helkeftinê, vê rojê li tev rojnamevan, nivîskar û rewþenbîrên kurd yên ku bi rast û durist xebat di ber gelê me de kirine, pîroz dikim.. Û gurzek kulîlk ji Nergiziyên dora bajarê Cizîra Botan li ser gora wan Bedirxaniyên ku xebat û bizav di ber ziman û ferhenga me de kirine datînim..
Bijî zimanê Kurdî, bijî 22ê nîsanê û bijî Kurd û Kurdistan.
Her sal em hev û din bi xêr û xweþî bibînin.

Rojnameya Kurdistan
Belê, piþtî sirgûnî û koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868an de li Þamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rêk û þopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû.
Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî, bi navê KURDISTAN li Qahîre weþand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got:
(Gelî mîr û axano, kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe þûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.)
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, " Kurdistan" jimar 4" / 1898.
Rojnameya Kurdistan, rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weþandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, cihê weþandina wan ji hejmara 6-19an li Cinêvê çap bûne; ji hejmara 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3) di 14 ê nîsana 1902an de.
Ji sala 1968an ve 22ê nîsanê, anku roja derçûna hejmara yekê ji vê rojnameyê, ev roj bûye rojnamegeriya Kurdî di seranserî Kurdistanê de.
Konê Reþ, Qamiþlo, 22.04.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3647