Ne tiştek ji vê berfê bêtir
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



  têks: Iskender Hebeş
 Werger: Brahîm Mehmûd

Iskender Hebeş,helbestvan, nivîser, wergêr, rojnemevan, gelek wêne di neynika kesayetiyekê de gihaştine hev, bi nûjeniyekê pêşkêş dibe, ku di helbesta wî de hesaniyek diyar e, lê gelek rengîniyê bi xwe re kar dike.
Weku mirov dikare bibêje:Jiyan ew jiyane, ne pexşan, ne helbest e, na! Ew nivîsiyeke bi serê xwe ye, ku xwendevan pê dinase.
Hebeş ev mirovê dolmend bi dilê xwe, di sala 1963an de ji dayik bûye, mirovekî erebe, filestîniye, lubnaniye, li Beyrûtê dijî, û karê wî weke rojnemevanekî di rojnama " Essefîr " de ye, beşe çandeyê.Berhemên wî yên helbestê baş hene, weke" Bortirêyek ji mirovekî ji lajwerd-1988", û " Nîv sêv- 1993",û " Xalikek ji şevê- 1997", û " Ew bajar- 1997", û " Yên çûn-2008"…Hud.


berhemên wî yên wergêr gelek in, ji zimanê frensî ne, û ta bi frensî jî dinivîse, mînak" Ku tu bîstaniyek li Beyrûtê bî " .
Di warê rexnê de jî berhemên wî hene.
Di hizra wî de, malbendek mezin ji nivîsiyê re heye, weku bi nav dike( Nivîsandin ew mirineke bi herî geşbîniya formên xwe), û ( Êş dihêle ez binivîsim) , û ( Helbestvan li hemberî demê ye)…Hud.
" Ne tiştek ji vê berfê bêtir", berhema wî helbestiyanî ya dawiye, ku li bajarê Şam çap bûye,û  ji weşanxana " Dar Ittekwîn e- 214 an", 38 r.
Dananasîna wê bi xwe jî ber bi çav e " Têks ", ku tixûên cûreyan derbas dike, ew jî helwesteke.
Min xwest ez vê berhemê  wergerînim kurdî: Yek jê, çimkê bi naverokek dolmende, duyem, çimkî ku helbestvan mirovantiyekê pêşkêş dike, sêyem, daku danasiyek hêjayîtir bi nav bibe di navbera kurdî û zimanên din de, ku ew ezmûneyeke pêwîste di guftûgoya mirovantiyê de.

                                                - 1-
tê ji vê berfê ne bêtir bî, û ji destê min tê bigrî her windahiyek biyan.Û tê bidî heyamê hinek dar yê ne şiyar bûyî û tê ji aveyan pûtên valayê bihêlî.
Û tu yê ku hew di pirtûkê de yî. Tu yê ku  li dawiya çîrokê guhdarî ne kirî. Bê kêre tê qeseb û jinîngeriya çem  neqiş bikî, û ew şivanên yên derbas bûn berî ku sîber in kevirîn bûyî li pişt xwe bihêlin.
Û tu ye jî weke vê şeva ku li ba dibe, weke vê şeva ku çîrokekê ji derveyî demê  derketî avêtiye te pê.

                                                - 2-
Û ha ev jî xweliyek deng dikim. Deng dikim û ew diçê nav destên min de. Tu ber ji vê xêzê re tune ye. Hew, ew sawêr, ku ez hîna ew  ez im. Ez yê ku dirêj xuyakir weke rokek ji bahûzê xwe veşart, weke rokek diçe ava kêliya pêketina çiyan di êvara gundiyê de.
De bera wiha be. De bera xwesteka balindan be jî. Balindên ku xwe ji sitranê xistin, ji piraniya ku li ser wêraniyê rawestine.
De bera wiha be, de bera ev ba be, lê na pirse ser toldana xwe beriya ku derbas be. Tu yê ku ji tirsê ditirsî, tu yê ku dipirse ser sitranê , û ji bilî vê jiyana tije bi serma xapandinê nabîne.
kê ji te re gotiye ku ez tengijîme. Min hîna derew ne kirine. Hew, jiyana min dûr ketî bû ye, serê min jê na êşe.

                                                - 3-
De em bêjin ew " pesnê rewrew kê ye ", kiye weke van daran ku je me bibêje, baran çawa bi pêş dikeve, ber bi tepan, ber bi vê jiyana ku me li pişt xwe hiştiye, dema ku me şev xwendiye di pirtûkek Kevin de, me ew dîtiye di enbarek koçmayî
Û wê bê. Wê bê beriya ku em şûşeya dawî yaku me ew dîtiyê di malên xwe de bixwînin. Malên me yên ku me jibîrkirye ku wê çawa heyva terriqî lê vegere li cem zîverokan. Ew li welatan ne digeriya. Dizanîbû ku welat ne ji bilî jidûrketina du evîndarên veşartî.

                                                - 4-
Û hîna hinek ji  ardûyê ku em ê pê re bidûmînin li nig me he ye. Telef bû di vê berfê de. Telef bû di van daristanên ku bi sozên bê deng diqîje. Tişt bendewar dikin, û tu di vê bahoza ku pelan radhêje ta lingên te. " Em bidin dû?" Sibeha ku li pey sîberê diket pirsê, li wir ê li jor. Û ne bersivek ji biyokê, eger ku ew ne bê dengiya bê ziman be.
Hîna hinek ardû li nig me he ye. Û tu mezintî tune ji qeşmer re. 

                                                - 5-
Û ev heyama ku her şev vedgere, ev awaza ku nav in  jê divejin  bilî dibin  bi derbasiya helbestê re. Û tu tişt li wir ê tune bû, hew weke mirinekê, ji vê bîreweriyê rengek ji nehaziriyê li ba dikir. Xem nake. Tu dikarî xwe lêhat bikî li ser sîberan, li ser vê jiyana ku ji te diherike, daku derbas be reşaya demê bêyî te.
Xem nake. Tu derbas bî haziriyek din, û cîhan ji pişt te çolistanekê weke te binivîse.

                                                - 6-
Ez nema xwe dibînim.Derbasdibim bi şev,û ez nagihêm rexekî din. Û li nig vê nêrîna dawî, laşek tevinkirî ji sîberan, laşek dûrtir ji vê payîzê. Dirawestim di xapînokek koçbûyî de, dirawestim li nig vê wêneya ku dizîvire.
Ez nema xwe dibînim. Ev hevoka ku radihêje min weke bahozê derbasdikim, û dibim weke van vajîdabirkan navbera şev û bê dengiyê, navbera dem û cîhanê.
Ez nema xwe dibînim. Û ji xêmavek reş pêva ji min re tune ye daku ez sibeheke buhirî pê neqiş bikim.
                                                - 7-
Hîna ne ez im. Hîna ez di giraniya vê demê de me. Hîna ez navbera van hevokan de me yên  ku rojekê ne rawestîne ji axaftinê . Weku ez niha di xakek berdayî de me. Weku ez di van kêliyên ku hatine ji dûr ve, ji van welatên rawestine di navbera dar û pêlan de. Lê, ji kû ve ev ronahî tê û şev nahedine ?Ji kû ve axaftin tê û berf vî zimanî dibilîne ?
Ne tiştek ji vê berfê bêtir. Ne tiştek.

                                                - 8-
De nêzîkî şevê bibe beriya ku xwe bigire. De nêzîk ji nav in demê bibe beriya ku heldêr ji te bipirse. De nêzîk ji demsalan bibe beriya ku aso bi dawî bibe ji heljimartina qeyikan. De nêzîk ji rûyan bibe beriya ku veguhezin dar.
De nêzîk bibe, û di pişt re av.
De nêzîk bibe, û pişt re bilindiyan.
De nêzîk bibe, û pişt re tîpên dengdar. De nêzîk bibe, û pişt re rizandina tiştinan. De nêzîk bibe, û pişt re..Valayî.

                                                - 9-
Valaya vê mala ku dirûxe.
Valaya vî giyanê ku di qurçika rojê de ye. Û çiko ez niha li virim, di vê kêliyê de, de bi rexê vê bîreweriya ku te birîn dike pêş keve. Û pişt re tê di jibîrbûneke çak bikevî. Jibîrbûnek kûr, weke vê valaya ku bi cih dibe weke westandinek nedîtî.
Valayîyek weke vî giyanê ku dirûxe…ha vaye reştariya min niha. Û ez dijîm weke êşa tiştên ku em jibîrdikin.

                                                - 10-
Şev li te dizîvire.Û di bahoza ku tu nema deng dikî, qûm dikeve ser qûmê de. Û tu berbang tune ye daku bera vê nêrîna biyan de yaku civiyaye li ser wêranê. Tu kelehên heriyê ava dikî. Tu salên yê  biyan ava dikî daku tu rêlekê ji bîranînan derbas bikî.
Şev dizîvire li dora te. Û tu sîber tune ye daku tu bihingivî destên teyî biyan ji te.Hîna tu bi gotinan xewn dikî. Hîna tu bazdidî. Hîna tu salên zeviyan dikolî. Û hîna tu ji siroda berfê venegeriyayî. Çi sipîbûn bihtire ji vê ? Çi xwestek mezitir ji vê heldêrê? Çi dostanî tundtir ji van ewran? Çi gotin besî vî laşê ku pîr dibe ?
Şev dizîvire li dora te. Û di bin rûyan de, jibîrbûnek ji xweliyê.

                                                - 11-
" Û ez ne ew ê ku ez li ser im ". Û ez ne ez im, bilî yekaya min di van welatên xwê de.Û  ez kîm e, ez ê ku asta dengê nenas derbas dike. Ez ji xwe dûr dikivim,  Û hîna rûê min ji min nenase.
" Û ez ne ew ê ku ez li ser im ". Min digot ku ez ji gotinan me, ji bêdengiya vî dengî. Lê ha vane demsal niha dûr dikevin, bi wan hest dikim ku li pişt xwe vê nehaziriya ku aviya xwe winda kiriye  dihêle.
Û ez ne ez im…Ez niha kî me ? sermayek min şiyar dike. Wek binavekî wind dibim. Winda dibim wek yê di dengê xwe de dinvîse.

                                                - 12-
Navek, weke bajarekî carekê hatiye nivîsandin. Navek, bê bîrewer. Navek bê nav. Û ez niha, rawestîme navbera xwe û xwe de.Tu dibê tu kes li vir tune. Tu dibê tiştek bi rastî neguhertiye. Hew, ew giraniya jiyanê ye, binaviya vê serbarê li ser rêyenan. tu dibê ew ketina gulekê ji jejnên cîhanê ye.
Navek bê nav. Û ji bê dengiya ku tu jê vedgerî cîhan diraweste ji dûr ve, ji te re ji bilî qûmê namîne .
                                                - 13-
   Û tu nav ji min re tune ye di vê sîbera ku weke sîbera mine.
Sîberek cihgirtî. Sîberek rawestî. Tu dikarî pêre bijî. Tu dikarî wê derbaskî, ta rexê din. Û ku te wisa kirî, wê bibe bajarek tê lê bimînî timî. Wê bibe jiyana te.
Û eger tu niha li virî, hewl bide ku tu bîrbibî.
Piştî kêliyekê, wê bahoz bê dako rahêje te. wê şeva dawî bê. Û wê jibîrbûn, piştre ,nebûyî  diyar be.

                                                - 14-
Ha va tu niha vedgerî rûpelê berê. Tîre ew rêka ku te digihînê. Tu vedigerî weke rêwiyekî  gelekî li ber rê di bendewariyê de maye. Tu ji pirtûkan vedigerî piştî ku te gotin di wan de hiştin.Bilî peşkek xêmav te bi xwe re  nerahitê li ser tiliyên te. Tu vedigerî weke ramanek jihevvebûyî, Tu vedigerî  ji wê dema te bawer dikir ku şîn têde ne hewcedarî ronahiyê ye .
Tu vedigerî. Asteng in rehên bêdengiyê. Asteng in gotin  kêliye ku xwe hevok in cihgirtî dinivîsîn. Cihgirtî ne weke vê şevê. Weke vê berfa ku me jibîrî sipiyê dike.
Tu vedigerî. Tu jiyanek bûyî jibîr dikî. Û tu rûpelê berê naxwînî,
Tu ne nivîsiye daku tu bête xwendin.

                                                - 15-
lê tu li nig va gotinên ku te ew dîtin, li nig tixûpên cîhanê hêdî hêdî ne. tu bipêş ve diçî bi giranî,berfa, ku vegeriya, di nehaziriya te de,  bû tîr, bû gelek.

                                                - 16-
Ew xapandin bi xwe ye.Sibehek windayî  daku tu ji xwe birevî bi wêneyekî çêtir. Ev tu ye yê ku ev kevir avak kirî ?
Li xapandinekê din negere. Hemî gotin spîne, û tiştekî ji demê nizanin, derbarî ku li ser laşê te hiştiye ji kevrên  ku kevirî bûn.

                                                - 17-
Li gel vê, livandina şevê min diqutifîne. Ev ttayê ku ne ji  xwekuştinê re ye. Ew wêneyeke, ji ber baznede. tê  ji van hemî kevirên Kevin çipikî ?

                                                - 18-
wêneyên ku min bi tîpên dengadar bi dawî kirin, hew ji qûmê bûn. Ew tîpên bazdayî weke van gotinên ku bi tîpên nedîtî hatine nivîsandin, li gel vê, tiştek nayê guhertin. Hew, ew cîhaneke beriya berbangê  dikeve. Îca ka dengê te? Ka ev kenara ku min têde jinîngeriya  birûskê xwendiyê ?

                                                - 19-
bi giranî, em hînî şevê dibin. Raza wê. Sibeha ku em derbasdikin navbera astên qûmê re.
bi giranî, dibêjin çiqas em dimirin di navbera sîber û baranê de û ev rwê ku di zanîstiya zemînê de li paş dimîne.
Ta gotinan, bi giranî tên, kêliya ku em pêre diçin ta dawiya helbestê.

                                                - 20-
Û xak ji qûmê bû…Û ew wek vê nêrîna ku hemî giraniya sîberan radihiştê bû…
Zemînek tenge weke van tiliyên kor ser laşê te.
laşê te jî, weke vê zemîna teng bû, ku tu sibeh tune bêyî ku alava jibîrbûnê nekevê yê.
 Naxwe ev in tiliyên min?Ez wan digrim û ez bi wan tiştê ku ji sîberekê ji vê zemînê maye rast dikim.   

                                                - 21-
Bi vê xakê ez pêçayî me. Bi vî dîwarê hişk ez pêçayî me. Bi carekê, weku dêlî dika rezberê dipêçe. Lê ez nizanim wê ji  çi çalê bihna şevê der bibe.
  
                                                - 22-
Ez zivistanekê derbas dikim û ez nizanim bi çi dengî ezê hevdîtinê bikim.
Ez tiştê mayî ji tîpên dengadar derbas dikim, yên ku min jibîrkirine li rexê pencerê. Û ji wir, min sîbera demsalên ku rwê te dipêçan didît.
rwê te, dema ez aveyên navê te derbas dikim, û ev deriyên ku ji dûr bang dikirin.
Ez deryan derbas dikim, zivistanek.Ez bilî dengekî dişke li ser şînayîkê disote nakim.

                                                - 23-
Çi zemîn dikare me bi ser xe, çi zemîn dikare bendewar be. Ew laşeke birîn dike tiştê maye ji zivistanê. Û ev hemî berfa ku maye, ji dengê helbestê dertê. Naxwe wê kî vê helbesta ku naxwaze bête nivîsîn bi ser xe ?

                                                -24-
navê te, koçek şevê ji cemserê ta cemserê. Li vir bendewar be, wê gavek dema ku te pê girtiye xwediya gotinekê  bibihure . Û yê ku paşî bê, vê bêdengiya ku ji dengê te dibuhire jê re venek.
navê te. Besara jiyanekê bajarekî mirî ji dev berdaye. Û çiqas roj nizim dibe, rêwî diraweste daku li rwekî nav çiquliyan bigere.
Ne dare. Ne pirtûke.
Ne tişteke.
bêdengî jibîrbûna şevê ye .

                                                - 25-
bi tena xwe li ser kenarê ye. Tiştek tune ye ku pê bawer bî. Bi tena xwe tu di reştariya qûmên de yî. Bi tena xwe qûm. Zemîn tenge bêtirî ku wêne dikî.

                                                - 26-
Wî çaxî, şev vedigeriya ji reştariya xwe. Li ser zemînê ji sîbera te tengtir bû.Û tiştê ku di hundirê te de  ji te re maye, tozek sane ji baxistan gotinan.
Ne berfe daku tu biratiyê bike, hew, talayê  welat in bilindbûna ji bîrbûnan ve vedgerîne. Û tu bibîr dikî, kêliya ku te av rahiştê ji laşê xwe yê ku bê nav bû ye, bê form. Û tu dipeyivî ser lîstika neynikan, li ser zarokitiyekê dûr, weku bi cih dibû îro di van hevokên ku têne  de, ji nişka ve, ji rêz ta rêzekê

                                                - 27-
Ew dem buhirî .Jiyana ku guhdarî dikir ji yên derbas dibûn û ew jibîr dikirin gulên evîndarê daliqandî di pirtûkên wan de buhirî.
De veger li wê dara dûr. Ewa ku şaxên wê qurifîn. Tevî wiha tu pêre koç dikî, tu koç dikî di vê bihna ku dilbijokiya ciîhanê dikir.
Ew dem buhirî. Ew kevir buhirîn. Û tu navbera rojên rawestî navbera didulî û gumanê de,tu dibihurî.

                                                - 28-
Weku tu dibê kesekî, derî li pişte te girtiye. Weku tu dibê ew niha nîv jiyaneke. Û barana ku ji pençerê tu dibînî, nêzî bi peyvekê, nêzî bi dengê bajarekî di sibeha zû de.
Weku  tu dibê deriyek li pişte hatiye girtin. Û  dengek di devê te de li ser xwe parve dibe, belav dibe, diterike weke vî dîwarê ku min biratiya wî kiriye ji heftiyên dirêj re. Gotinên te dibihurin di şevê re. weke demek naraweste dibihure. Weke sînorê sîberekî li ser rwê te vedigere. 
       
                                                - 29-
Naxwe ew berfe .
Û ev ronahiya ku bê deng distewe, li nig şevê vedgere, daku bibe neynikek. Ew berf, û tiştek hesanîtir tune ye ji rwekî dengê xwe winda kirî.
Û tu niha li virê yî, bê jinîngeriyek hêja. Te roj jibîr kirin, û tu di tozek hûrûrî dibû ewir ji ber çav diket. Û li wirê aveyên sivik. Navek dest bi koçekê dike li nig vê payîzê.Ji peyvek ta peyvek din  vediguheze.
Naxwe ew berfe.
Alava vê hêviya ku winda dibe.

                                                - 30-
Û kêliya ku derî ji tere vedibe, wê cîhan Kevin bibe. Li nig dikê neraweste, lê bi pêşve here ta dawiya baxistanê.Û li pêşiya te ne axek, ew cîhana yekemîn ku dibe. Çiko tu bi cih nebûye bilî zarokitiyê. Tu hew di pirtûkê de bi cih bûyî.
Çiko  tu di kevirên êşê de dijiya.
Û hemiya vê êşê ne ji bilî rengarengên ser zimanê ku te ezber kiriye. Û ziman dibe ku bibe helbestek. Û ziman dibe ku bibe kuşterek. lê di van hemiyan de, tu nikarî miriyan vexwende bikî daku ji nû ve rabin. Û daku tu wêneyekê pêçanok bikî, tu nema ji vê berfa ku weke ronahiyê dadkeve xwarê tiştekî bêtir bibînî.De here nig miriyan naxwe, daku tu demsala dawî neqiş bikî.

                                                - 31-
Dibe ku " demsalek ji dujehê " be, an jinîngeriyek din be tu hewl didî ku tu binivîsî.jinîngeriyek, ku tu xwendevanê wê yê tenê bî. Jinîngeriya ew in ku derbas bûn bê deng, lê ew ji mêj ve di hevaltiya demekê de ne ku nayê, demek nayê.
Û ku carcaran te nêrî ber bi vê tîrbûna ku diraweste li nig rexê ziman,yê rêwiyê ku çentê xwe jibîr kiriye bîrbike. Li ser kenarê rê rawestegehê. Bibîrbike, çiku beriya tirên ku bê oxir kir jî.
     
                                                - 32-
Naxwe ew berfe .
Ne tiştek ji vê sipiyê bêtir.
Ne Tiştek wê bimîne li ser masê bilî şûnên lepa te.Destê te  ku ,rojekê,  nan û mey xwar. Destê te  ku te li ser laşe jinekê danî. Destê te ku nizanîbû binivîse bilî şevekê ku ji hemî rexan  li dor te girt.  

                                                - 33-
Û çimkî niha tu li virê yî, her tişt bibîrbibe.
Bibîrbibe, çimkî ku tu çûyî, li pêşiya te namîne bilî axa baxistanê. Ha ev cîhana teyî ya erênî, ji niha.

Û çimkî niha tu li virê yî, navbera du vawêrkan ne ye,  wê bibîrbibe. Bibîrbibe kêliya ku xalika dawî tu datînî di dawiya hevokê an di….Dawiya jiyanê de.
Ne tiştek ji vê berfê bêtir
Ne tiştek bêtir
Ne tiştek…

Beyrût 2007-2008
 Werger ji erebî bi dawî bû roja 14 gulanê2014an " "
Duhok







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3645