Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin. Werin, îro em berê xwe bidin Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 _ 1874)
bavê Rewþen xanim Bedirxan û hin ji bizav û çalakiyên wî di warê rojnamegeriyê de.
Wî jî wek pismamên xwe du rojname weþandine, yek li Qahîre bi navê (
Ummîd) û yek li Stenbolê bi navê (
Yekbûn):
Ummîd (1900)
Rojnameyek 15 rojî bû, cihê weþandina wê li Qahîra bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû, hejmara (1) ê di êlûna 1900 î de çap bûye.
Yekbûn (1913)
Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, di hefteyê de du caran dihat weþandin; cihê weþandinê Stenbol bû; di sala 1913an de hejmara (1) ê derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû.
Konê Reþ, Qamiþlo, 21.04.2014