Dilzarê Þemdînî kedeke berbijar û jîyaneke dijwar
Dîrok: ÇáÎãíÓ 17 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



M.Emîn Sadûn

Bê guman mirin rê û mafekî xwedayî ye û mirov tev de bê cudayî rêwengî ne li ser wê rêyê. lê sed xwezî li wan mirovan be yên ku bi serfirazî li ser wê rêbarê herin gorê. ji ber mirinek heye bi merd û mêranî, û yek dî heye bi tirs û hejarî .
Va îro salek di ser koçbarkirina helbestvan û nivîskarê kurdê dilgerim re derbas dibe, bi çûna wî re sitêreke geþ ji esmanê tore û helbesta kurdî vemirî, pêre jî evîndar û xemxwarên peyva resen û zimanê þêrîn xemgîn û dilbirîn kirin.


 Helbestvan Eswed sadûn Ebdî, yê di hate naskirin bi navê Dilzarê þemdînî, wek helbestvan û evîndarê zimanê kurdî, ne tenê li devera koçeran û Dêrikê dihate naskirin. lê belê ew helbestvan û nivîskarekî bi nav û xuyayî bû di nav gelê kurdistanê de û bi taybetî li Herêma kurdistanê. her weha dihat naskirin ku mirovek hestnazik, xemxwarê kurdîniyê, diltenik û peyîvxweþ bû, ked û berhemekî hêja û berketî ji nivîs û helbestan li þûna xwe hêla. ew di binemaleke mirovperwer de,li gundê Quldûman jidayîk bûye û li ser singa dêyeke merd û destê bavekî kurdperwer mezin bûye, ji ber wê jî di destpêka jiyana xwe de hînî buhayê xwendin û zanînê bibû û giha bû wê baweriyê, ku bi rêya xame û pênûsê tenê hiþ û hêvî kate didin, kaniyên dil der dibin, derd û birîn derman dibin ,rêyên tarî û dûman ronî dikin,û pêre dergehên girtî vedibin. li ser wê yekê jî rêyek ji reyên nivîsandinê girt û bi wê rêyê zanîn û ziman di nav miletê xwe de belav kir.
Raste, navdarî ji mafê her kesî ye, lê belê her kes bi hêsanî nikare dîwarê navdarîyê bikelêþe û cihekî xwe yê beriz û bilind di nava gulîstana navdaran de bigire, nikare eger ew kes ne xwedan þiyan û taybetmendîyeke bi hêz û nêvnas be.
Helbestvan Dilzarê þemdînî helbestvanekî þoreþgêr û mirovperwer bû, xwe wek pêþmergekî þoreþger dida naskirin, û piþtî serbor û serpêhatyeke dûr û dirêj bawerîk wî ya kûr û pijayî bi rêbaza Barzaniyê nemir hat û ji min re got: "þerefeke mezine ji min re ku piþtî mirina min dost û hevalên min li ser min bêjin Eswed mirovek Barzanî bû". li ber çira rêbaza Barzanîyê nemir bîr û boçûnên xwe saz dikir û her wisa dîwarê hizir û ramanên xwe di nejirand, li ser sirûþt û rewþa kurdistanê ya ciwan û parçekirî, li ser dastanên lehingiya gelê kurd û serwerên wê yên zîrek û qehreman helbestên xwe yên ciwan, þoreþgerî û mirovperwerî diristin, bi dilekî gur û gerim berevanîya kêþa gelê kurd û mafê wî yê rewa dikir. Helbestvan û nivîskar Eswed bavê se`edo di pêvajoya jîyana xwe de, di gelek delîv û tengavîyên berteng re derbas bû, tevî tengî û dijwarîya wan delîvan ,ji ya xwe venegera û ji kesatîya xwe jî neket, ji kerwanê xebatê varî nebû û dûr neçû, û her weha dilsarîyê jî cihê xwe di nav kovanên dil û canê wî yê pak û paqij de negirt, þiya bi merd û mêranî wan rojên tehil û tarî li þûna xwe bihêle û ji ciwanîya rehwalîya helbesta kurdî û xizmeta di ber zimanê kurdî de nehat xwar, dilê wî yê gerim bi wan êþ û janan re jenî, ji derdan re li dermanî  gera, xet girt û rêbaz berneda, ma berdewam di hînkirin û fêrkirina zimanê kurdî de, ta canê xwe yê þêrîn bi ser bilindî di roja 17/4/2013 an de sipate xakê.
Bi rastî, helbestvan Dilzarê Þemdînî ev pêdarî û berxwedan di demekî de dikir ,dema ku jimara evîndar û xemxwarên peyîva kurdî û zimanê kurdî di kêmê de bûn, di wê demê de helbestvanê dilpak xetîrên helbesta kurdî û pêre ala zimanê kurdî bilind dikir ,û rê û rêbaz li ber nefþê nûhatî û ciwanan ronî dikir.
Di bîrewerîya borîna salekî de li ser koçbarkirina wî re, silaveke gerim ji giyanê wî yê pak û paqij re. yê bi dil pakî bide namire û wê bimîne sax û zindî . vêca Helbestvan Dilzarê Þemdînî tovê xwe di zevîya helbesta kurdî de çand û berhemek hêja li þûna xwe hêla, berhemê keda wî, wê þagirt û hijêkerên wî biçinin û ji wan re wê bibe find û çira,her wextî wê di dilê wan de bijî û di hiþê wan de bijene.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3631