Cemal Sedūn hijźkerźn xwe xembar kirin
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 16 ĆČŃķį 2014
Mijar: Nūēe



M.Emîn Sedûn

Hunermend Cemal Sedûn di roja 1/6/1958 an de, li bajarê Dêrika Hemko çavên xwe vekirye û hatiye li ser rûyê dunyayê. di zarokatiya xwe de tevlî karê hunerî bûye û bi saz û awazên hunerî yên kurdî firžik û mezin bûye.
 Cemal Sedûn  jîn û jiyana xwe terxankir bû, ji bo huner û stirana kurdî a folkulorî  û netewî,  di wê pêvajoya dûvdirêj de pir derd û êž kêžand, û tožî gelek astengî û aloziyan jî hat, lê tevî giraniya barê wan derd û êžan, ew ji ya xwe nehat xwar û ji Hespê hunera kurdî peya nebû, û ji bîr û ramanên xwe yên pêbawer dûr neket, xwe ragirt û li ber xwe da,


ma berdewam li ser xebata xwe ya hunerî, û bi mêranî û serfirazî nama hunerî a pîroz bicih kir û di hêlînên hêviyan de ew xwedî kir, û di dilê keç û xortên kurdan de ew kedî û mezin kir.
 Cemal Sedûn yek ji wan hunermendên kurd yên bi nav û deng bû, ku nameya huner û stirana kurdî a resen bilin hilgirt, bi nerxek buha di himbêza xwe de wergirt, di dîroka xwe ya hunerî de, ya ku bêhtirî çil salan vedikêže, ev nama mirovatî ber bi aso û astin bilindtir veda , ji ber bawer bû û têdigiha, ku ev name yek ji nameyên bingihîn û serekîye di avakirina žaristaniyê de û bi çi rengî nayê bažiqekirin ji çand û jiyana civaka mirovatiyê. ew bîr û boçûn pêre niman û giha wê baweriyê ku bi rêya wê pêgihižtin û têgihižtinê mirov dikare kêžeyên mirovan, û derd û êžên wan der bike,û her wiha hêvî û omîdên wan ber bi pažerojeke gež ve bibe .
Bi rastî, Cemal Sedûn bîranîna xelkên Dêriyê bû, sebet û gencîneke zîrîn bû, ji stiran û folkulorê kurdî yê resen re, ew yek ji sê hunermenda bû, pižtî xalê xwe hunermendê xwedêjêrazî Ebdoyê Elanê û hunermend Îsivê Elî Xira, ku saz û amîrên mozîkê yên bi têlan tên lêdan wek Çimbiž û Temborê li bajarê Dêrikê û dor û berên wê bikaranîye. li Dêrikê bi dengê xwe yê xwež û zelal žahî û helkeftên civakî û netewî dixemilandin, bi canê xwe yê sivik, bi dilê xwe yê gerim , bi hêrsê  xwe yê gur žiya cihekê xwe yê xuya di nava dil û canê miletê xwe de bigire û karî  hijêkeran ji xwe bibîne û gelek zarvekeran li dûr xwe jî bihêle. îro bi koçbarkirina wî re gelê kurdistanê bi gižtî û xelkên Dêrikê bi taybetî xemgîn û melûl dimînin.
 Cemal Sedûn mirovekî merd, mêr û canfîda bû, çavên wî ticaraî nedižikest û ji mirin û girtinê neditirsa, tižta pêbawer û dihižê wî de digera dikir û li benda encaman nedima , ji ber wan nêrîn û helwêstên xwe yên wêrane pir caran li ser destên dezgehên ewlekariyê yên rêjîma Ba`asa žovîn û regezprest rastî girtin, lêdan û ežkenceyên xirab dihat û gelek caran gefên tilîperçiqandin, zimanjêkirin û kužtinê lêhatin xwarin û qûtê zarokên wî jî birîn, tevî wan gef û guvžên dijwar û kedxwar ewî serê xwe ne tewand,  dilsarî, sistî û xavîyê cihên xwe di dilê wê yê gur û gerim de negirt, û çi dema bablîsok û bahozên siyasetên žovîn û regezperist yên rêjîma Ba`asa fažist radibûn, ewan bablîsok û bahozan di nava tarî û gerîneka xwe de, ew tavêtin kolanên welatên biyaniyê, lê hê germa wan bablîsok û bahozan sar nebûyî, ewî Çimbiža xeman dida milê xwe û berê xwe dida Dêrika hêviyan , ew Dêrika ku cihê xwe di kûrahiya kovanên dilê wî de girtibû. Bi rastî ew evîndar û ažiqê Dêrikê bû , ka çiqasî xelkên Dêrikê ji wî hezdikir û li ber dengê wî bendehož, mest û dilgež dibûn , ewqasî ew jî wefadar û dildarê wê bû , ji Dêrikê û ji xelkên wê hes dikir,her wextî digot : Dêrik ave û ez Masî me, bi çemê Dicle û Eydîwerê re dilorand, bi kaniya Eskerî û xeyda re distirand ,û di žahî, aheng û newrozên Dêrikê de dilîland.
 Cemal Sedûn žahî û dawetên Dêrikê dikirin xwepêžandan û ahengên netewî û žorežgerî. bê dudilî mirov dikare bêje, Cemal Sedûn yek ji wan mirovên zana û çeleng bû, ku tovê têkožîn û žorežê di wan rojên rež û tarî de di civaka kurdî de belav dikir , her weha yek ji hunermendên navdare ku stiran li ser pêžewa , rêber, serhildan û žorežên kurdî distirand û bi tayetî li ser Barzaniyê nemir, partiya Demoqrata kurdistanê û serok Mesûd Barzanî û pêžmergên kurdistanê. îro çûna wî ya zû û nexasim di vê dema nazik û hestyar de, ne tenê ziyaneke ji malbat, kes û karên wî re, lê belê zerereke mezine  ji huner û stirana kurdî re û her weha ji kêža netewî ya gelê kurd re.
 çiqasî em bêjin emê nikaribin ked û xebata çil salî di gotinek wisa de diyar bikin.
Cemal Sedûn bi lažê xwe ji nav me bar kir, lê wê bi dengê xwe yê xwež û resen bimîne sax, û žûn û žopa wî, wê di dilê hijêker û zarvekerên wî de bijî .







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3628