Cegerxwîn û kovara GULISTAN
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 08 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

Bi helkeftina derbasbûna 116 salan di ser roja rojnamegeriya kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2014an de destpê dike, bi min xweþ e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke a kurdên Sûriyê raxînim ber çavan.. Îro bela mijara me kovara Gulistan be:
Cegerxwîn, ji ber bîrbûn, zanîn û dûrdîtina giringiya zimanê Kurdî di hebûna miletê Kurd de, bi berdewamî, bi Kurdî nivîsand û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw helbestên xwe li dor kul, êþ û derdên gelê Kurd hunandin û wiha di çerxê 20 an de xebat û bizaveke zor mezin ji ziman û rewþenbîriya Kurdî re pêþkêþ kir..


 Di sala 1968an de, piþtî (23) salan di ser rawestandina kovara Hawar û Ronahiyê re, (23) salên ji bêdengiyek wek mirinê ku di ser ziman û ferhenga Kurdî re derbas bû, seydayê Cegerxwîn ji nû hewlda ku wê valahiya dagire û wiha dest bi weþandina kovareke xurû Kurdî, bi tîpên latînî kir. Ew kovar navê wê (Gulistan) bû.
Gulistan: Kovareke toreyî û edebî ye. Hejmara pêþîn ji vê kovarê di meha cehzeran sala 1968 an de hatiye weþandin, serkêþiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêþîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kiþandin.. Naverok bi piranî bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin.
Li ser bergê kovara Gulýstan hejmara Dawî (38), zivistana 2009an, pênasîna kovarê wiha hatiye diyarkirin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye, Lê li ser bergên hejmarên pêþîn manþêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin; Kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî Kovarek Torevanî û Civakî ye!. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye, kevin û nû:
Ev kovar kovara te ye
Ev bax û gulîzara te ye
Têde darek xweþ biçîne
Ev dar nivîsara te ye.
Hejmara dawî (38) ji kovara Gulistan di 2009an de hatiye weþandin.
Konê Reþ,
 Qamiþlo, 08.04.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3610