Qeyrana Sûrî û Nebûna Çareseriyê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



  Salar Salih

Berî sê salan þoreþa Sûriyê vêket,destpêkê di rengê xwepêþindanên aþtiyane de lê piþtî þeþ mehan ber bi çekdarîkirinê ve çû û xaka Sûrî bû cihê þerekî navxweyî tund û dijwar di navbera hêzên opozisyona Sûrî û hêzên Rêjîmê de,herweha gelek hêzên tundrew ji derveyî Sûrî tevlî nava vî þerî bûn li ser bingehek tîreyî ku þerê sunna û þî`a yê berî 1300 salî li ser desthilata cîhana Islamî vegerandin,bi vî awayî ziyanek mezin gihiþt miletê Sûrî û bi melyonan kes derbider bûn û neçarbûn dev ji bajarên xwe biqerin piþtî ku ew bajar bûne qadên cengê û avahî herifîn.


piþtî sê salan ji þerê navxweyî tu çareseriyek guncaw ji qeyrana Sûrî re hîn ne diyar e, nexasim piþtî têkçûna kongirê Cinêv 2 ku herdû layin Rêjîm û Hemahengiya rikberiyê negihiþtin ti rêkeftinê bo rawestandina þer û pêkanîna hikûmetek veguhêz.
di baweriya min de ev kongir biserneket jiber ku Rêjîm hîn ew layinê herî xurt e li ser xaka Sûrî û piraniya parêzgehên Sûrya hîn di bin kontrola wî de ne,taybet bajarên serekî û paytext digel piþtgiriya Rûsiya û Îranê ya serbazî  ji Rêjîmê re,Rêjîm ti çareseriyên siyasî napejirîne û dê çareseriya ewlehî ji qeyranê re berdewam bike û þer ranawestîne ji ber ku ew layinê xurte li ser xakê û hêzên Artêþa Azad lawaz in û ji hevdû ketî ne,bi vî þêweyî dê qeyrana Sûrî berdewam bike ta demek bêsînor, heybe 10 salên dîtir an kêmtir an pirtir,eger ku rewþa hêzan li ser xakê bi vî awayî berdewam bike û Rêjîm bimîne serketî,û ti çareseriyên siyasî nayên çespandin li ser xakê eger guhartinên diyar di terazûyê hêzan de li ser xakê di navbera hêzên Rêjîmê û yên opozisyonê de çê nebin.    






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3602