Hilbijartinên Tirkiye
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 01 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



Þahoz Haco

Hilbijartinên Tirkiye deriyekî nû li pêþiye doza kurdan dikare veke eger kurd zanibin çawa bi encamên vê hilbijatinê re bidin û bistînin. AKP 45,5% ji dengan bi dest xwe ve anîne, ev jî dike ku AKP bibe partiye sereke di Tirkiye de, helbet mezin bûna hêza AKP û qels bûna partiyên din rewþek nû tîne nav siyasete welat, kurd jî dikarin ji vê rewþê qizincan derxînin û bidestxin.


Partiye kurdan BDP, bi tenê 4 % ji dengan bi dest xwe ve anî, ev mirov ta radeyekê  xemgîn dike, ji ber ku bawerî wilo bû ku kurd gereke vê carê pir dengan bidestxin lê wisa çênebû, mixabin van hilbijartinan wisa diyar kir ku kurdên bakur jî wek hemî xelkên welat ji siyaseta Receb Teyib Ardogan razî ne, ji ber ku di hilbijartinan de gelek ji dengên kurdan li Kurdistanê ji bo AKP hatine dan.
Hijmara Kurdan geleke li kurdistana bakur, lê bêtirê wan di çerçoveye polîtîka Tirkî de dixebitin û mijûl dibin, pirsgirika wan a netewî wisa xuye ye ku ne estenge ji wan re ku di nav partiyên tirkî de bixebitin, ev jî tê wateye ku pirsa netewî ji gelek kurdan re ne di rêza sereke de ye, bêtirê wan wek geleke din ji miletê Tirkiye hîn di bin bandora siyasete kevin ya welat de ne û wisa dixuye ku AKP ev yek baþ tê gihiþtiye û bi duristiye xwe di warê aborî de û pêþxistine civakî de wek partî qizincan dike û bi zanebûn tiþt êxistine bin xezmet û berjewendiyên xwe de, AKP wek partiyek xwedî proje di warê aborî de guherandinên ber biçav di welat de kirine, helbet kurd jî wek miletekî bindest ku di bin zordariyek mezin de bûn  ji siyasete AKP ne bê parin, vê yekê derî li ber gelek tiþtan vekir û bi taybetî hewldanên AKP di warê çareserkirina pirsgirêka kurdan kir ku kurd bi awayekî din nêzîkî wan bibin, weke ku diyare jî birastî AKP gavin mezin di vî warî de avêtine û pêvajoye aþîtîyê yek ji wan gava ye ku hîn berdewame ne hatiye rawestandin,  hîn daxwaz jî heye ku ev pêvajo biserkeve, birastî em wek kurd pêwistiye me bi vê pêvajoyê pir mezine bi teybetî piþtî van hilbijartinan pêwistiye me ji berê hîn bêtire ji ya AKP ji bo pêþxistin û pêþveçûna vê pêvajoyê. Kurdên bakur nema dikarin bi þer pirsgirêkên xwe çareser bikin,  merc êdî ji þere nema ye, bi tenê bi riya siyaset, berrevanî û bergirîyê de kurd dikarin pirsgirêka xwe ya netewî gav bi gav pêþxin û qizincan bi destxin.
Serokê herêma Kurdistanê berêz Mesûd berzanî di çûna xwe ya Amedê de xwest ku kurd û dewlet êdî bi awakî nû tevlî pêvajoye aþîtîyê bibin, berêz Mesûd di axavtina xwe de got ku: "Wextê avakirina dîrokek nû hatiye. Edî wext, wextê bi hev re jînê ye. Em dikarin bi riya bi hev re jînê, gelê xwe bigihînin rojên bextewar. Þer hatin ceribandin. Tu kesê ji þer xêr nedît”. Berêz Mesûd hêvî dikir ku êdî kurd û tirk nema hevûdu bikujin.
Eger mirov li dîmen û wêneyê rojhilata navîn temaþe bike, bawir dikim ku kurd û tirk bi hev re dikarin xwedî rolek pir giring û baþ bin, Hevgirtina gelê Tirk û Kurd pir giring e, her dû gel bihev re dikarin gelek tiþtên baþ ji bo herêmê pêþkêþ bikin û biguherin û berê vê herêmê bidin aliyê rast ji bo qizincan ji herdû gelan re û ji bo gelên herêmê re jî.
Ev proses gelek caran þikestîye û dîsa nû bûye, pêwîste ku herdû alî bi xebitin ji bo ku gav werin avêtin û pêwîste jî ku rewþenbîr û nivîskar yên herdû gelan bi awakî erênî pêþwazî û piþtgêriyê ji bo vê prosesê bikin.
Pewîstî bi kesên bispor û hiþmend heye ku karibin diyalogê bi dewletê re berdewm bikin, pêwîste ku PKK êdî van kesan tevlî prosesê bike, hema yek beryar û yek dîtin nema dikare serdestiyê bike.
Kurd nêzîkî 20% ji miletê Tirkiye ne, mixabin bi tenê 4% ji dengan tînin ev yek gereke ku siyasetmedarên kurd bike nav metirsiyek mezin de, pir pêwîste ku tevgera kurdan lêvegerekê ji rewþa xwe re bike û beryarên wêrek û miranî di derbarê siyaseta xwe de bike.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3599