dêmê wêjeyê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 22 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe





Hadî Behlewî

Bi helkeftina diwazdemîn sal ser koçkirina seydayê Tîrêj, û bo roja helbestê ya cîhanî vê helbestê ji we re pêþkêþ dikim

Li dêmê wêjeyê seyda tu xale
Tu tîrêje xwedî þewq û þemale


Li ser janê xwe ristê xwe di hûnand
Te bûrandin demin pir tûj û tale

Te vîna kurd û Kurdistan dikir xêz
Dibû bazbend li zendê xort û kala

Bi helbestê xwe dîwan pir tijî kir
Belabûne li kovar û qenala

Diyalog te bi mûkî gewr li rû kir
Dibû pendek bi þêwakî zelale

Bi bilbil re te kir vîxan û kovan
Te kir hevpar bi xwer” derd û mitala

Te got” rêka me dûre bar girane”
Tenê omîd me yezdan ê li bala

We aya te bi qulingan gotûbêjkir
Dema refek ji wan ,çû ber bi mala

Te gazî kir,qulingo zû were vir
Silava zû ji min bighîn hevala


Þehîdê berxwedana kurd li amed
Mehabad û helbçe û hem gulala

Li min xiþmê meke seyda mebêje
Ji bîra min tu çû ev yazde sale

Dema koça xwe kir piþta xwe da me
Devêm pûç bû zimanêm maye lale

Ji mêj ve kurtpistik min bihîstî
Ko piþtxûzim ji barê pûç û vala

Li ber navê þehîd û simbolên kurd
Dive xûz bî ji min tim bejn û bala

Di dawî de gelê kurd min bibûre
Li ser masê li cem min yek su-ale

Bi saxî  ko ji hev re ne bira bin
Dema bimrin çikin van vîstevala







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3588