Navlêkirina (12) Avdarê di nav gelê kurd de.
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 ÝÈÑÇíÑ 2007
Mijar: gotar



Diyar Ehmed

 Van rojan gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê wê bîreweriya salvegera sêsaliya (12) Avdarê û bîranîna þehîd û pakrewanên wê saxbikin.


 Di nava van hersê salên borî de, gelek nav li(12) Avdarê hatin kirin û pir  pirs li ser navlêkirina wê ketin navrasta danûstandinê .
(12) avdarê :
-Pîlaneka genî bû, di sîtila þovinistan de, hate berhevkirin û li ser kuçika bêhin     geniyan hate kelandin.
 -Berevaniyeka mêrane bû, himberî hiþemendiya ziwa û regezperistan rawesta.
-Berxwedaneka þêrane bû, dijî kotek û dilgemaran rûda.
-Buyereka diltevzîn bû, di dilê gelê kurd de kelem da .
-Rengvedaneka berfereh bû, li ser kar û kiryanên bê ser û ber, yên di derheqa miletê kurd de, ji birçîbûn, havîbûn, penaberî,paþguhve avêtin, dûrkirin û jibîrkirinê di hatin kirin .
-Bayekê hênik bû, di ser rûyê azadîxwazên cîhanê û parêzerên mafên mirovan de þara.
-Ewrekê avis bû, li ser gulzara mirovatiyê sêhwan veda, û histir û rondik barandin .
-Rûdaneka birîn kûr bû, di canê mirovê kurd de þax veda .
-Çirûseka hêviyan bû, di beravên deriya dilê evîndar û dildaran de jenî û tîþk da.
-Serhildaneka cemawerî bû, dijberî siyaseta sitemkarî û zordariyê ya ku eve çendîn salin li ser gelê kurd tê te hûnandin .
-Xweragirtineka qehremanî bû, merdî û mêraniya gelê kurd li Rojavayê kurdistanê da xuyakirin .
-Raperîneka gelêrî bû, ber bi rizgarkirina têgehên bendkirî û sewdanên qeydkirî ve vekêþa .
-Nîþaneka zelal bû, rûber û nexþê Rojavayê Kurdistanê destnîþankir .
-Delîvek pêwîst bû, rastiya têkilî û girêdana gelê kurdistanê bi hev re dupat kir .
-Wergirtina kalanekê nû bû, bawerî û hêvî bi hêz û þiyanên milet xurtir û geþtir kir .
-Bêhinvedaneka dilgerim bû, ji destpêkirina buhareka nû re xwe karkir.
-Terafeka bingirtî bû, di nava embara tovê pevçûn û parçebûnê de pêket û……….
-Nameka vekirî bû, ji hiþên girtî û kesê ez- ezî xwaz re,û herweha ji sewdanê kawî û bawî re, ziwa û bêber re .
- werçerxaneka dîrokî bû,rengê xebat û lebateka nû, hêz û hebûna gelê kurd li Rojavayê kurdistanê nîþankir.
-Karvedaneka sirûþtî bû, li ser siyaseta erebkarî û binpîkirinê,dûkirin û   bêpehir kirinê, ya beramberî gelê kurd û kêþa wî ya dadmend de tê te gêran .
-Xwepêþandaneka aþtiyane bû, hevsarê tirê ser sera de anî û bi ser bilindî xwe da xuyanî kirin .
(12) avdarê ev bûn û gelek tiþt û têgehên dî jî ne ……..
Lê belê ta îro (12) avdarê di nav gelê kurd de bi navê xwe yê durist nehatiye navkirin û li ser nehatiye li hevkirin .
Bi helkeftina borîna sê salan di ser (12) avdarê re . em ji tevî nivîskar, rewþenbîr, zanyar, þareza, hiþemend û siyasetvanên kurdan dixwazin, ku bi vê helkeftinê nêrîn û ramanên xwe derbarî navlêkirina (12) avdarê de derbirin,û diyarbikin ka gelo gerek ji (12) avdarê re çi werê gotin û helbijartin.
 Gelo (12) avdarê berxwedane,serhildane, buyare, rûdane,pîlankariyeke,berevaniye……………hd.
merem ji vê daxwaza me ewe, ku ev mijar bikevê di warê pêkol,lêkolîn,gengeþe,û danûstandinê de,û gotinek ji (12) avdarê re werê destnîþankirin,ku di pêþerojê de ew zarwaz û navê cihgirtî cihê xwe di tevî dam û dezgehên ragihandinê de bigirê.


 
 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=358