Ferişteyên kurda
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe





Kerîma Reşko

Helebça
zarokatiya te tê bîra min
Kenê te, buhar li ber dipişkivî
 Mîna ferîşteyan bû tenikiya dilê te
Mîna stêrkên çurustî, hinarkên ruyê te bûn.


 Çavên te yî mezin mîna şitlên kurdistanê
Gelo çawa dikarîbûn ferîşte kuştin?
 Dîsan, Helebça hat kuştin
Digrîm, Cîhan ez digrîm
Çawa Cîhan tê kuştin?
 Yê tu dayî kuştin , ew hov in
 Ew nemirov in Cîhan
 Giliyê xwe li ber xwedan bike
Çawa bi navê xwedan, zarokan dikujin?!
 Gilî bike, gilî bike cîhan
,, Bibêje ,,
 avdar bo me reş e
Bila nebin avdarên wisa
Avdarek reş,, ew li me nepîroz e
Dîsa qamişloka min birîndar e dayê
Digrîm dayê , digrîm
 Dîsa helebça kuştin
Cîhan kirin bîranîn
Digrîm dayê, digrîm, digrîm

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3569