Gotina Kovara PIRSê Di çaremîn salvegera koçkirina Rewþenbîr û Nivîskarê Kurd REZOYÊ OSÊ de
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 07 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe



   Derbarê rola zimên di hebûn û jiyana gelan de, gelek zanyar, zimanzan û civaknasên bi nav û deng, bi zelalî nerîn û baweriyên xwe anîne zimên. Bi giþtî wan rastiyek teqez kiriye, ew jî ewe ku, ziman, nasname û nîþana herî sereke ya hebûna gelan e. Ango, bi kurtî mirov dikare bibêje, eger zimanê miletekî zindî be, pê bête axaftin û perwerdekirin, ew gel zindî û li heyînê ye. Yan na, meger wî zimanê xwe winda kiribe û bi zimanê gelên din diaxife û perwerde dibe, sedem çi dibin bila bibin, hebûna wî gelî seqet û cihê gomanê ye!.


   Di vî warî de, hêjaye ku em banga rêber û rewþenbîrê Kurd ê navdar Dr.Nûredîn Zaza jî bi bîr bînin, ku wî di pêþgotina pirtûka xwe ya bi navê "Memê Alan" de gotiye:" Gelî Kurdan ! Eger hun naxwazin ji hev taromar û winda bibin , berî her tiþtî , zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin . Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin nas kirin û hez kirin , û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêþ ve herin , û bi rûmet û serbilind bijîn , dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. "!
   Ji ber têgihiþtina vê rastiyê, rewþenbîr, zimanhez û Kurdhezê dilsoz Rezoyê Osê hê ji xortaniya xwe ve li zimanê dayika xwe xwedî derketiye, wî zend û bendên xwe vemaltine û bê dudilî berevanî di ber hebûna wî de kiriye. Bi mebesta parastin, pêþvebirin û geþkirina wî, xebateke bê westan kiriye û her bilindkirina ala zimên, çand û wêjeya Kurdî armanca wî ya sereke bûye.
   Rezoyê Osê, helbest, çîrokên zarokan, gotar û lêkolînên xwe di Kovara STÊR û weþanên din ên bi zimanê Kurdî dihatin weþandin de belav kirine, û ji sala 1992an ve, ta roja dawîn ji temenê xwe(04.03.2010an), wî di Desteya Kovara PIRSê de kar û xebata rewþenbîrî berdewam kiriye.
   Ji bo belavkirina  wêjeya Kurdî ya resen û çanda rêzgirtin û mirovheziyê, nivîskarê me yê payebilind, REZOYÊ OSÊ, her dem pêþeng û amade bû, çiku ew xwediyê wê bîr û baweriyê bû ku, bi rêya wêjeyê û sazkirina têkiliyên çandî di navbera gelên cîhanê de, ew dikarin ji nêzîk ve hev nas bikin û ji bo avakirina jiyaneke azad, bê þer û ceng, bê kuþtin û xwîn, dest bidin hev û xebateke hevbeþ bi rê ve bibin û biser kevin. Û her dem, daxwaza wî, azadî, aþtî, wekhevî û mirovhezî bû.
   Di vê bîranîna diltezîn de, bîranîna çaremîn a koçkirina mamoste Rezoyê Osê, bi navê Kovara wî, Kovara PIRSê, em gurzek gul û kulîlkên rengîn diyarî giyanê wî yê pîroz dkin, herwiha, em gurzeke din, diyarî giyanên hemû xweþmêrên  peyv û pênûsê dikin, ew ên ku bi hiþmendî, bi xwîn û xwêdana xwe, zimanê me ji windabûnê û gelê me ji piþaftinê parastine û bi saya serê wan, îro, bi hizaran keç û lawên gelê me li zimanê xwe xwedî derketine, bi dilgermî xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe dikin û bi þanazî wî di dil û çavên xwe de hembêz dikin!.
Bila cihê wî buhuþta rengîn be!
Rêz ji bo zimanên hemû gelên cîhanê!
Bijî Kurd û her bijî zimanê Kurdî yê þêrîn!.
Desteya Kovara PIRSê
04.03.2014 Z







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3560