Cudahiya dostan
Dîrok: ÇáÃÍÏ 02 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe



M. hec Kebe

Bi rastî ku çiqas merov li ser domandina rola genî û xerap, ya hêzên nav dewletî binvîsê, kela dilê wî sar nabe, ji ber bandora helwestên wanî alûz û sist li hember alîgirên rijîma ewlekar her roj bê sinciyê didê xuyakirin. 
Çimkê jiyana Gelê SûRIYê di navbera hêzên nav dewletî, û Li ber lingên bercewndiyê hatiye hetikandin, û bi rastî  di vê derbarê de pir caran serpêhatiyên gelîrî xwe davêjin holê, dema merov bêzar dimînê li hember bûyerên genî û xerab,


wek helwestên kesên xwe dibînin mîna serdarên cîhanê û ciyê wan li kure ji aloziya dewleta sûryê, yê ku bûye nexwşiyek giran û çare û derman jî jêre nayê pêşkêş kirn, helbet ne dermanê vê êşê li gerdûnê tineye, ew geleke û bi pir şêweyan jî belkî were dîtin, lê dibe ku ne di bala wan xwediyên ku fabrîqayên siaseta cîhanê avadikin da ye, ku a niha pêşkêş bikin,  lewra ji kûzûriya êşa can û gewde re pir caran kesê berîşan xwe dajo hêla qeşmertiyê, da ku jana xwe bi rengekî henekî pêşkêş bike,  û destê xwe dirêjî pend û şîretên pêşiyan dike da nimûneyên wan bênê ziman, çimkî mînakên berê carna tiştên nuh jî li pêşiya merovan zelali dikin, û bi taiybet di vê tarazuyê de, ku çawa pergala welatekî tê çirandin li ber çavên dunyayê û çawa ku bi destên bercewendiyê ew diçire, û hîn jî hemî gel û dewlet mane temaşevan, bi rastî rolekî biyaniye û nayê famkirin,  û em hîn jî negihîştine mebesta bêkariya wan, dibe ku  belkî hîn ew dixwazin bêtir sermest bibin bi dîmenên laşê miletekî li şûn mayî? û binêrin ku çawa li ber çavên wan gel û welatek  tê hetikandin, lewra ji şewata dilê xwe carna welatî berê xwe dide çîrokên kale pîran ku çawa wan bi hevra digotin: tu bûye keleşêrê mala hesê, ewê ku kulfeta wî û jina cîranê wî li ser şerdikirin, ku her yekê ji wan keleşêr ber xwe dikşanid û digo ê mine, heya pergalê wî perçe perçeyî kirin.
      bê guman gelê sûriyê gihîşte vê asteyê ko mîna gokan di nav bera lingên bercewndiyê de mayî, lê tiştê ku herdem mirov dikewkirînê ne tenê helwesta rosiyaye, lê bêtir ew nirîn û biryarên ewên ku bi roj û şev digotin û hîn jî dibêjin em dostê gelê sûriyê ne, gelo ma kanî alav û acatên avakirina dostaniyê da bibe dostanî? ma nirxê hevaltiya we çiye da welatiyên sûrî wek gel bi wê dayînê re bibin dost? ji ber ku ê aşkere kir ku ti tiştî wan bi dostaniya gelê sûriyê ve girêdê tineya, ji ber problêma ku li okraniya çêbuye rastiya wan xuya kir, çimkî di kuştina 75 kesa de wan helwesta xwe yî rasteqînî danî xuyakirin, û bi hemî  vîn û laşê xwe xwe dan ber vê aloziyê da ku bi çi rengî bê were çareserkirin, û wan bi lez çûn herdo hêz anîn ser masa lihevkirinê, Opozisyon û desthelat û herdo alî hanîn û bi  îmzekirin dan li ser belgeya rêkeftinê, ji bo dawî were ji aloziya ku okraniya çend rojan daye ber lêmişta guhartinê û bi lez xwastin ku bi çi rengî be piroblêma okraniya were seknandin tevî ku hîn alozî berdewame.
erê xwendevanên hêja piştî kuştina 75 merovî okranî û birîndar bûna nêzîkî 500kes, wîjdan zû liviyan û tebate nehat wan, û problêm bû doza her berpirsekî ewropî, da ku çareyeke bilez bînin dîtin û bi wî awayî   ewropiya lehiya pevçûnê kirin barê xwe, û bi hemî aliyên xwe xebat kirin û dikin ji bo  agirê şer were vemirandin, lê ku eger rojê bi sedan sûrî werin kûştin ne xem û ne jî bare ji wane kesên ku nav li xwe kirine dostên gelê sûriyê, bi rastî dostaniya sê rojan ji ya sê sala bi hêztir û kargirtir û mirovanî tir hata xwiya kirin.
      lê hîn ê bêtir kela qehrê bi ser welatiyên suryê de berdide reftarê emrîka ye, yên ku vaye bû sê salin û tim  gef û gura didin û hînjî tiliyên wan tu carî ne gihîştiye bedena desthelata sûriyê ya qerêj, çimikê hevrikê wanî dîrokî rûsiya tim a xwe bi ser emerîkan xistine ji destpêka nakokiyê heya niha, û xûdiyê hurçan  herdem piştgiriya esed dikirin û bi comerdî alîkariya deslatê berdewam dikirin ji despêkê de heya vê katê, ji ber bi rastî ku ew dostê sîstema ewlkarin.
 gelo ma dostê sivîlên sûriyê karibu çi pêşkêş bikira na bêyî gotin û soza û daxuyaniya?  ma kanî dostê gel di kijan qonaxê de maye? ma wan bi rastî nikaribû ji peyva bêtir tiştek ji miletê ku roj bi roj tê qirkirin diyarî bikirana? lê vêca ew hîn ne gihîştine wê baweriya ku ew dostê gelane! ne ê hebûn û xêrat  û gencîniyê welata ne, ji ber dijminê wanî siyasî hêza xwe giş radestî dostê xwe dikir û hînjî dike, û bi tu carî jî bi mafê rijîmê miqrisî nekir.
ma ey xwedanê hêza ykem li gerdûnê? ey kesên ku bi paşeroja cîhanê diramin? eyî polîsên go zemînê? ma ji bilî gotina we ji şoreş an ji gelê sûriyê ra çi kir, û hûnê ji îro bi şûnda karibin çi bi kin ?.   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3556