Barzaniyê nemir, sermelekê pêşmergeyan!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe



 

Konê Reş

Çendî tu ji xwe bawer bû, ji miletê xwe piştrast bû..
Dema te kelek berda nav deryaya kul û xeman..
Ey serokê welat, welatiyê serok..
Barzaniyê nemir!
Zindiyê her dem û warî, birêzê wate û şirovekirinê..


Asoyê dûr û dirêj, dengê birûsk û tavan, hêviya mişextî û penaberên ku, çavnêrên sibehên welat in, silav, silav li te bin.
Silav li te bin, ey simbola lehengî û afirandinê..
Mêzeke, mêzeke! Va kevok bi aştî di asmanê welat de
Di firin, darzeytûn bi geşî di pişkivin û bilind dibin, rok bi ken
Di asmanê welat de xuya dike...
Silav, silav li te bin, sermelekê pêşmergeyan, serokê welat,
welatiyê serok BARZANIYÊ NEMIR
Qamişlo, 01.03.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3554