Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk (3) Ev kûrahiya me ya jiyosteratîcî ye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 27 ÝÈÑÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



  Dr. Ehmed Xelîl (Sozdar Mîdî)
Wergêr: Heyder Omer
 
Pêþî, jiyosteratîcîk:
pelandina bûyera dîrokî, bi awayê automatik û dûrî hêmanên, ku ew bûyer peyda kirine, nagihîne encamên durist, çi ew hêmanan jiyosteratîcîk bin, û çi jî oplîtîkî, çandî, civakî û aborî bin. Divê li ber ronahiya vê rastiyê mirov li gel talan û dagîrkirinên, ku li dirjahiya dîrokê bi ser Kurdistanê de hatine, bide û bistîne û têkildar bibe, û li ber wê ronahiyê jî divê realîteya Kurdistanê were þînkirin û schirovekirin.


Bi ser ku Kurdistanê gelek sermiyanên zevî û þivanî û maden û av hene, ew hêmanên ku avê bi devên talankeran dixin û wan dikêþin. Bi ser wan de hêmanê jiyosteratîcîk ê giring jî heye. Leznerînek li erdnîgariya Kurdistanê (þûna Kuristanê) li rojavayê Asiyayê, dikane van rastiyên jêrîn bide pêþ me:
· Þûna Kurdistnê di navbera çar deryayên giring de li rojhilata navîn: Derya Qezwîn, derya Reþ, kendava Somerî (parsî / erebî tê nasîn), û derya Sipî. 



· Þûna Kurdistanê di navbera çar deverên giring de li rojhilata navî: Girê Aryana li hêla rojhilat, Anadol û rojhilatê derya Sipî li hêla rojava, Qevfasiya li hêla bakur, û Mîzopotamya li hêla baþûr.
· Çiyayên Zagros û yên Toros marpiþta Kurdistanê ne; ev çiyan wek keleheke gelekî bilind û hêzadar orta Asyayê ji rojavayê wê dibire. 



 Eger her du eqyanosên Bosfor û Derdenîl du riyên deryayî ne, Ewropa û rojavayê Asiyayê li gel hev dibestînin, rêgayên Kurdistanê jî rojava asiyayê û rojhilat û orta wê li gel hev girê didin, û berevajiya vê yekê jî rast e.
Þûna jiyosteratîcîk ya Kurdistanê, ku me li jor diyar kirî,  bûye sedem, ku ji pênc hezar sal ve, çavên hemî hêzên mezin û xwedî pirojeyên firehî û dagîrkirinê li Kurdistanê bin, pê re jî em dibêjin, ne ji ber lêhatinekê bû,  ku hinek cengen, ku di dîrokê de deng vedabûn, li ser xaka Kurdistanê qewimîn.
Nimîne ji dîrokê: Em hinek nimûneyên, ku giringiya þûna jiyosteratîcîk ya kuridistanê, diyar dikin, li jêr rêz dikin: 



· Cenga Gugamêla: Ev ceng sala (331 b.z) li deþta Hewlêrê qewimî. Qerqlê pars ê exmînî Dara yê sêyem di vê cengê de baz da, û Îskenderê Mekdonî (mezin) bi ser ket, û di pey re jî Persîpolîs a paytext (textê Cemþîd) bindest kir û þewitand, û pê re çû heya gîha Efganistan û bakurê Hindistanê(1).
· Cenga Nehawend: Her du artêþên Ereban û Parsan di vê cengê de sala (20 k / 640 z) rû bi rû bûn, qeralê SasanYezdegirdê sêyem baz da, û artêþa ereban bi ser ket, û dest dan ser tevahiya împertetoriyê, vê lomê jî dîroknivîsên misilman vê cengê bi (Fethûlfitûh / vekira vekirina) navandin, ji ber ku Nehawend, ji bo kûrahiya împeretoriyê, xêza bervedêriyê bû. Beriya wê jî Ereb di her du cengên Hulwan (Elwend) û Celûlayê de bi ser ketibûn, û Sasanan baz da bûn, ev her du bajar li baþûrê Kurdistanê dikevin. Di pey re jî Ereban dan ser riyên, ku Îskender tê re çû bû, û bi pêþ ve çûn(2). 



· Cenga Melzgurd: Ev ceng sala (1071 z) di navbera siltanê Sulcûq Elb Erselan û împeretorê Bîzenta Romanos de qewimî. Artêþa sulcûqan bi ser ket, û Romanos jî hat dîlkirin, pê rê jî Enadol li pêþ Sulcûqan vebû, û bajarê Qustentîniye kete ber gefûgurên wan. Divê ji bîra nebe, ku Osmanî, li derdora sala (1300 z), ji dibistana talanê ya sulcûqan derçûn(3).



· Talana Mengolan: Gava Mengolan, di yekemîn çarîna sedsala (13 z) de, bi serperþtiya Holago, dest bi talana rojavayê Asiyayê kirin, Kurdistan, di rûwê wan de, derbendê xweristî bû, vê lomê neçar bûn, ku dest bidin ser Kurdisatê, eger wusa nekiribana, nikanîbûn Mîzopotamya dagîr bikin, û ber bi Enadolê û Sûryeyê biçin, û bigihênin delavên deryaya Sipî(4).
· Cenga Çaldîranê: Ev ceng sala (1514 z) di navbera Osmaniyên Sune, bi serperþtiya siltan Selîmê yekem, û dijminê wî yê þî-î þah Simaîlê Sefewî de qewimî, sefewî têk çûn, û Osmanî bi ser ketin, û di pey re Îraq û Þam û Misir dagîr kirin, û di rojhilata navîn de bûn serdestên hêzdar(5).



· Ne ji lêhatinê bû, ku Xaçeperstan, beriya ber bi Sûryeyê û Lubnan û Felestînê de herin, û sala (1099 z) Qudsê dagîr bikin, yekemîn mîrniþîna xwe li Rehayê (Urfa /Edîsa); bakurê Kurdistanê sala (491 k / 1098 z) ava kirin(6).


· Ne ji lêhatinê bû, ku Îngilîzan li gorî peymana Saykis – Pîko sala (1916 z) baþûrê Kurdistanê dagîr kirin, û paþê jî bi ser dewlta Îraqê ve kirin, û Firansizan jî rojavayê Kurdistanê dagîr kirin, û paþê jî qayîl bûn, ku tev li Sûryeyê bikin.



· Ne ji lêhatinê bû, ku Rûsiya, hem di serdema qeral /qeyser de, û hem di serdema Sevyet de, bi her awayî hewl bida, da bandora xwe bikþîne ser gelek deverên rojhilat, bakur û baþûrê Kurdistanê, her weha avakirin û þikestina komara Kurdistanê li Mehabadê, û nakokiyên Kurd li dij Aþûriyan û Ermenan hinek ji encamên çavberdana Rûsiya bi ser Kurdistanê de bû, ji hêla jiyopolîtîkî de.
Ev nimûne yên jorîn û hinekên din jî, dupat dikin,ku giringiya þûna jiyosteratîcîk ya Kurdistên rastî ye, û ne vir û vût e. Rastiyeke dîrokî û hemdemî ye, Kurd baceya wê dane û hîn jî didin, nemaze gava nikarîbûn dewleta, ku wan bide ser hev, û têkiliyên wan li gel dewletên din,li herêmê û li cîhanê, bi rê ve bibe, damezrînin. Ev realîte giringtirînê sedeman e, ku dagîrkerên Kurdistanê ( Îran, Tirkiya, Îraq û Sûriyê) li dij avakirina dewleta Kurdistan a xweser radibin. Bi avakirina dewleta Kurdistan a xweser re dê nirxê van dewletên dagîrker, di bazar polîtîka navdewletî de, erzan bibe, û heye jî gelekî sivik bibin.
Piþtgiriya Kurd ji bo pirojeyeke rizgarî isteratîcîk, û damezrandina lêvegera  (rêvebirî), ku vê pirojeyê bîne piratîkê, û têkiliyên miletê Kurd li herêmê û li cîhanê bi rê ve bibe, dê vê þûna isteratîcîk a Kurdistanê, di dest xwe de bike kerta herî nirxbiha, ji dêvla ku di destên dagîrkeran de bimîne, da di bazaran de, li hember hêzên mezin, bi kar bînin.
 Û çi dibe jî, divê Kurdistan were rizgarkirin.
                               *****         ***         *****
Jêder û çavkanî:
(1)   Wîlyam Langer: Mewsuet El-Tarîx El-Alem, 1/94.
(2)   El-Teberî: Tarîx El-Rusul we El-Mulok, 4/135, Ibin El-Esîr: Elkamêl fî El-Tarîx, 2/ 399. El-Belazurî: Futoh El-Buldan, rû 260 – 261.
(3)   Ibin El-Esîr: Jêdera navborî, 8/223. Yêlmaz Oztona: Tarîx El-Dewle El-Osmaniyye, 1/88: Birahîm Beg Helîm: Tarîx El-Dewle El-Osmaniyye, rû 49.
(4)   Ibin El-Esîr: Jêdera navborî, 127 499/500. 49. El-Hemezanî: Camêi El-Tewarîx, 1/250 – 258, 261, 319-320.
(5)    Ibin Eca: El-Îrak beyne El-Memalîk we El-Osmaniyyîn El-Etrak, rû 230.
(6)   Mihemmed Sûheyl Teqqoþ: Tarîx El-Fatîmiyyn, rû 426.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3553